Neft, pêdiviya nîvê hemû enerjiya gerstêrkê bi cih tîne. Lê di nav wan enerjiyên siruştî de ye ku ber bi xelasbûnê ye. Ramanên li ser jiyaneke bêneft ji niha ve dibe sedema tirsê!
KALÎFORNIYA Û NEFT
Neft li her derê dinyayê tê bikaranîn. Cihê neftê yê li Kaliforniyayê, yek ji qadên herî mezin a dinyayê ye. Li ser 52 hezar hektarî, ji 10 hezarî zêdetir bîr, bi şev û bi roj Neftê pompe dikin. Li ser rûyê dinyayê, her roj ji 13 milyar lîtreyî zêdetir neft tê derxistin. Ev hejmar 7 caran ji ya sala 1950’yan zêdetir e.
Di salên dawî de bihayê Neftê her ku diçe zêdetir dibe. Ev zêdebûn, bi tenê destpêkek e. Lewra li dinyayê neft jî her ku diçe kêmtir dibe. Her sal çiqas neft bê hilberandin, du û sê caran wek wê jî tê xerckirin. Lewma fosîlên bi milyon salî tên bikaranîn û di van 150 salên dawî de ev neft tê xerckirin. Ma ev dê çiqasî bi vî awayî dewam bike?
NÎVIYÊ REZERVAN XELAS BÛ JÎ
Sedema pêşketina aborî ya herî mezin a sedsala 20’an, neft e. Heta niha nîvî rezervên ku dihatin zanîn, xelas bû jî.
Neft dê herî zêde di sala 2020’an de bê hilberandin û ji wê pê ve hilberîna neftê, dê roj bi roj kêmtir bibe. Ji vê demê pê ve neft bi temamî xelas nabe; lê dê kêm bibe. Lewra divê em ji îro pê ve li ser nûkirina enerjiyê bixebitin.
BÊ ENERJIYA NUKLEERÊ NABE
Îro ji sedî 50’î zêdetirê enerjiya dinyayê ya ku tê bikaranîn ji neftê pêk tê. Ji xeynî bendavên mezin ên ku tên nûkirin; li hemû dinyayê di bin ji sedî 1’ê de ye. Ev jî tê wê wateyê ku dê di demeke nêz de têrî dinyayê neke.
Ji bo ku ev çerx bizivire divê rêgeza sêyemîn jî hebe. Ango pêwistî dê ji enerjiya nukleerê hebe. Û divê meriv ji bo vê rastiyê xwe adapte bike.
Enerjiya nukleerê ceyranê çê dike. Bikaranîna wê û neftê ne wek hev e. Rezervên ûranyûmê jî dê heta hetayê tune bin. Tê pêşbînîkirin ku ligel bikaranîna hemû derfetan dê rezervên ûranyûmê herî zêde 50 salan têrî bike. Û hêj pirsgirêka bermayiyan jî nehatiye çareserkirin. Enerjiya nukleerê bi tenê yek ji wan alternatîfan e ku li hemberî kêmbûna çavkaniyên neftê hatiye amadekirin.
Lê hîn ne tekez e ku gelo enerjiya nukleerê ji bo pirsgirêka neftê alternatîfeke an na û hîn jî li ser tê nîqaşkirin. Di dawiya vê sedsalê de, dema ku Neft biqede, istesyonên neftê dê bişibin çi; derbarê vê de hin senaryo hene.
Welatê herî belengaz ê dinyayê Haîtî ye. Li wê derê ji niha ve neft tune ye, bi tenê kereste hene. Li ser rûyê dinyayê, 3 milyar kes ji bo ku xwe germ bikin û nanê xwe çê bikin daran bikartînin. Lê Haîtî ji niha ve bê daristan maye.
Jêder: Kovara Zanko