Bijîşkê Navdar ê rêya Fezayê McCoy di got ku “ Feza, nexweşiyek û tehlîkeyeke di tarîtî û bedengiye de ye.”
Bijîşk di gotina xwe de mafdar e: Rêwitiya fezayê mirov diwestîne û bê hêz dike, nexweş dike, heta deruniya mirovan xera dike û wan dike depresyonê.
Pîspor dibejin feza ji bo ku mırov karibin lê bijîn ne cihekî guncav e.
Bandorên vê rêwîtiyê ku li ser laşe mirovan çêdibin wiha tên rêzkirin:
10 ÇIRKÊN PIŞTÎ RABÛNÊ: ÇÛYÎNA HIŞ
Rokêt ji bo avêtinê amede ye, bi lez dibe.
Hêza- Gyê, yanî hêza ku dema rokêt bi lez dibe li ser laşê mirov çêdibe ji ber vê jî giraniya laşê mirov 4 qatan zêdetir tê hîskirin.
Hûn bi awayekî wisa li ser kursîyê xwe rûniştî dimînin ku hûn nikarin cengê xwe jî bilebitênin.
Heza-G’yê xwînê ber bi lingan ve dafdide, lê belê ji bo ku hişê mirov neçe hewce ye ku xwîn here mêjî.
Di rewşên ku hêza-Gyê kêmtir e de jî pîlotên balafirên şer ji ber pesta xwînê ber bi mêjî ve kêm dibe û dadikevê êdî çawên wan giravî dibinin û kor dibin.
Di wesaîtên fezayê de yên wekî Soyuza Rusyayê di dema ku bi hewa bikin de astronot bi awayekî ku wê hêzê di singa xwe de hîsbikin tên bi cihkirin.
10 DEQEYÊN PIŞTÎ RABÛNÊ: DILXELÎN
Piştî rabûnê ji giliyên ewil ên Stergêran yek jî dilxelîn û verîşî ye.
Kêmbûna erdkêşiya guhê hundurîn, bandorê li hevkeşiyê, koordînasyonê, hesta aliyan û şopandina tiştên bi hereket dike.
Digel ku li fezayê verîşîn li hewayê belav dibe û difire girtina Fezayê nahêlê ku Stergêr peywîra xwe jî bî cih bînin.
PIŞTÎ RABÛNÊ BI DI 2 ROJAN: NEPIXANDINA RÛ
Giliyeke ezmangeran jî xetimandina bêvilê ye.
Mayîna li Fezayê hîseke wekî ku mirov li ser serê xwe disekine dide mirovan.
Şilemaniyên di laşê mirov de li jor kom dibin.
Ev jî dibe sedema nepixandina rû.
Wekî ku di rêwitiyên dirêj de lîngên mirov dinepixin.
Laş, şilemaniyan ber bi jor ve dikşîne.
Ji ber ku erdkêşî kêm dibe ev yek jî zêde dibe û bi hêz dibe ji ber vê jî şane dinepixin.
Ji bilî wan dîtina wan jî xirab dibe.
Sedema vê hêj nayê zanîn.
PIŞTÎ RABÛNÊ BI HEFTEYEKÊ HELANDINA MASÛLKE Û HESTIYAN DEST PÊ DIKE
Ji ber ku erdkêşî tuneye laşê mirov jî hêdî hêdî xera dibe.
Erdkêşî ji bo tenduristiya hinavan gelekî giring e.
Di ceribandinên ku li ser cirdan hatine kirin de hatiyê dîtin ku di navbera 7 û 10 rojan de 3 paran parêk masulkeyê wan heliyaye ev jî xerabûneke gelekî mezin e.
Di masulkeyêndil de jî xerabûn çê dibin.
PIŞTÎ RABÛNÊ BI 2 HEFTEYAN BÊ XEWÎ DEST PÊ DIKE
Şev û roja astronotan tevlîhev dibe ji ber vê yekê jî ew pergala roj û şevê xera dibe û êdî di xewê de zahmetî derdikevin holê
Bi taybetî jî gava li rêgeha dinyayê be ji ber ku roj û şev kurtir dibe û her 90 deqîqeyan carekê rojeke nû dest pê dike. Ji ber van şev û rojên xapînok pirsgirêkên xewê derdikeve asta herî bilind.
Bi taybetî jî dem ali dora dinyayê di her 90 xulekî de rojeke nû dijîn ji ber vê jî bi şevên xapînok re pirsgirêkên xewê dijîn.
Xewa din a nivîna bi diwêr girêdayî ne ewqas hêsan e.
Ji ber ku bandorên vê yeke bên kêmkirin ji astronotan re tulumên xewê yên ku tên tarîkirin hatine amadekirin: ji ber ku bandora tirêja çêkirî jî bê kêmkirin pergaleke ronîkirinê ya nû tê ceribandin.
SALEKE PIŞTÎ RABÛNÊ: DESTPÊKIRINA NEXWEŞIYAN
Rewîtiya fezayê bandorê li pergala jêbexşî yê jî dike.
Ceribandina ku li ser ajalan hatin kirin nişan dide ku hêza spîgilîrokan (lokosît) li hember mîkroban kêm bûye.
Sedema vê yeke jî dîsa kêmbûna erdkêşiyê ye.
Tişê ku herî zêde pirsgirêkan derdixe jî radyasyona li fezayê ye.
Hin astronot dibêjin ku li fezayê teqînên tîrêjên biriqî yên biriqandî pêk tên.
Istasyona fezayê ji bo ku ji van tirêjên radyasyonî bê parastin li cihekî nezî dinyayê tê rawestandin.
Lê belê rêwitiyên dirêj yên wek heyvê û Marsê xetereya radyasyonê li ser astronotan zêdetir dike.
Lê legerînên ku di pêvajoyek dirêj de li ser astronotan hatine kirin nişan dide ku xetereya pençeşêrê ne zêdetirî mirovên din e.
PIŞTÎ DU SALAN A RABÛNÊ: DEPRESYON
Di sala 2010an de di legerînekê de li dorhêlekê Moskowê şeş kes 520 rojan wek ku diçin Marsê û tên hatin testkirin û stresa wan ya ku di rewitiyên dirêj yên îzolasyonkirî de pêk tên hatine şopandin.
Di çûyînê de pirsgirêk derneketibin jî di vegerê de pirsgirêk derketine, rewîtî êdî mirov aciz kiriye û di navbera mirovan de bûye sedema gengeşiyan.
Pispor li ser pirsgirêkên derûniyê dixebitin ku ew bi rewîtiyeke dirêj û di nav qutiyeke tenekeyê girtî de pêk tê.
Tê dûpatkirin ku bi qasî tenduristiya laşê mirov, tenduristiya derûniye jî giring e.
Ji ber vê jî hilbijartina astronotên rast gelekî giring e.
Ji ber ku bandorên rewîtiya fezayê bi berferihî bên lêkolîn NASA çaverê dike ku ji bo salekê, sala bê li istasyona xwe ya nawneteweyî xebatên hilkolînê bike.
– Edîbe Boga