Komeke fîzîlkvan û zanyar diyar kirin ku roj û cîhan û galaksî tune nebin jî bivê nevê piştî 3.7 milyar sal wê dem bisekîne li gor hinekan jî ji bo dawiya gerdûnê hê bi trilyonansal hene..
Zanyar Raphael Bousso û hevalên wî yên ji zaningeha Berkeley diyar dikin ku wekî her tiştî dawiya gerdûn û demê jî heye.
Li gor nêrîna Bousso ji ber gerdûn 13 milyar sal e her diçe firehtir dibe û divê dawiya wê fireh bûnê jî were.
Dîtin û ramanên Hawking ên nû derbarê ka wê mirovahiyê de ka heta çend qonaxên din bijî, di çapemeniya cîhanê de deng veda. Pispor Hawking bi rêka înternetê tevlî konfrensa ku Zankoya Cambridge ji bo derbasbûna 70 saliya wî li dar xistbû bû û got “Jiyana mirovayetiyê girêdayî pêk hatina gera di navbera stêrkan e.” Her wiha got “Ne li jêriya lingên xwe, di hişê xwe de bi cih bikin ku li jora asîman dinêrin. Ez guman dikim ku eger em bi ser nekevin ji vê stêrka narîn wêdetir herin, em ê 1000 sal din li jînê bimînin.” Dîtin û nirxandina Hawking niha bûye mijara sereke di nava pispor û zanyarên gerdûnê de.
Derbarê bi dawî bûna gerdûnê de gelek terorî hene û li gor gelek teoriyan jî dawiya gerdûnê wê bi bi trîlyonan salan şûnde pêk bê. Ûheta wê demê jî dibe ku zekayên pêşketî ên di gerdûnê de karibin gerdûnên çêkirî jî biafrînin.
JI BIG BANGÊ BER BI BIG RIPÊ VE
Di derbarê ji holê rabûna gerdûnê de ji nav gellek teoriyan 2 teorî derdikevin pêş.

1- Qerisîna mezin

Li gor vê teroriyê ji ber ku gerdûn her diçe firehtir dibe û lêza firehbûna gerdûnê jî zêdetir dibe û galaksî û hemû tiştên di gerdûnê de ji hev dûrtir dibin û di dawiya dawiyê de ji ber vê fireh bûnê enerjiya her tiştî ya di gerdûnê de biqede û germahiya di galaksî û stêrkan de jî nemîne û bi vê awahî di gerdûnê de şertên jiyanê nemîne.
2- Têkçûna mezin

Li gor vê teoriyê wê firehbûna gerdûnê bisekine û paşê dest bi biçûk bûyînê bike û di dawiyê de bigîhe rewşa xwe ya pêşîn û ji holê rabe.
Jêder: Hawarnet