Di şanekurkê[1] de mêşhingiveke nû derdikeve. Ev mêşa karker dê di seranserê ‘emrê xwe yê şeş hefteyî de li xwarin an jî qûtan bigere, hingiv çêbike û nifşê pêşerojê bigihîne.
“Derdê Zanyaran Gihandina Mêşeke Nuwaze ye”
Gihînerên mêşan û zanyar hewl didin ku mêşeke bêhtir bi hêz biafirînin.. Bila, lê gelo barkêşê polenan an jî toza kulîlkan ê herî girîng ê dinyayê wê bê parastin an filitandin?
Adam Birader di demeke bêsiûd de dest bi mêşvaniyê kir. Sal 1915 bû. Adam Birader, di wê dîrokê de li Başûrrojavayê îngilîstanê di dêra Buckfastê de keşîşekî 16 salî bû. Mirinên di carekê yên mêşan bi sed salan e diqewimîn û dihatin qeydkirin.
Lê belê heta niha bobelateke wekî ya ku keşîşê ciwan pê re rû bir û mabû, neqewimîbû. Li girava Wightê nexweşiyeke nepenî hema nbibêje hemû kewar tune kiribûn û êdî tesir li herêmên din ên Îngilistanê jî dikir. Adam Birader bi awayekî lez û bez kewar dabûn valakirin. Mêşên ku nikaribûn bifiriyana jî di bin kewaran de li ber xwe didan. Wê salê Ji 45 kewarên dêr an jî keşîşxaneyê 29 tune bûn..
Zanyaran; herî dawî wek sedema nexweşiyê vîrûseke nediyar ku ji berê ve nayê zanîn nişan dan. Lê belê wê wextê êdî dereng mabûn ku wan mêşên xwemalî ên qehweyî yên Îngîlîstanê bên xelaskirin. Kewarên ku ji şewbê bi silametî xelas bûn hema hema hemû ji mêşên Hîbrîtê pêk dihatin. ew jî ji yên nêr –xwemalî- ku dema bi mêşên pêşeng ên biyanî re dibûn cot, çêdibûn. Jixwe ev cotbûn bû sedem ku Adam Birader li ser hilberîna wan mêşan bifikire ku bi nexweşiyan dikarin.

Herî dawî piştî amadehiyên bi salan di sala 1950’î de fersendek kete destê wî. Dest danî ser wesayîteke kevin a dêrê û seranserê 37 salan li Ewropa, Rojhilata Navîn û Efrîqayê geriya û ji 1500’î zêdetir mêşên pêşeng an jî qralîçe kom kirin..
Mêşên xebatkar ên li deverên bakurê Tirkiyeyê. Mêşên cur bi cur ên Girîtê.. mêşên îzole ên waheyên Sehrayan .. Mêşên ripîreş ên Fasê.. mêşên portaqalî ên piçûk ên Nîlê.
Mêşên ku bi mulayimiya çiyayê Kilimanjaroyê tên zanîn. Ev civaka mêşan a egzotîk, bi kîlomîtroyan ji mêşên din dûr xist û bir mêrgan. Ev mêşên din xwediyê genên wisa bûn ku nedihatin xwestin. Li wî cihê xewle ku tu kes neketiyêye, gelek xebatên selihê kirin û mêşa Buckfastê afiran. Di demeke nêz de wê ev mêş wek mêşa Nuwaze an jî sûper bihata binavkirin. Ev mêşa qehweyiya zelal a berxwedêr, ne meraqdarê wê yeke bû bi însanan vede.



Herwiha mêşaka gelekî hilberîner bû. Û êdî dikaribû li hember wê nexweşiya ku bi Girava Wightê dihat naskirin, têbikoşiya. Di salên 1980î de êdî ev mêşên Buckfastê dihatin firotin bo çar aliyên cîhanê. Herwiha van mêşan ew taybetmendî dabûn Adam Birader k udi qada mêşvaniyê deng vedabû û bûbû navekî girîng.
Lê belê mêşhingiv bi êrîşeke din re rû bir û man. Vê carê jî nexweşiyeke Asyayê ku bi navê Varroa destructor ê (Varroaya ku tune dike) dihat binavkirin, Ewropa û Emerîka dorpêç kiribû. Li ser vê yeke Adan Birader di sala 1991ê de gotibû “encax ew nifş dikare li hemberî vê yeke li ber xwe bide û têbikoşe ku ji aliye genetîkê ve hatiye hêzdarkirin.”
Lê belê Adam Birader hêj ew fersend nedîtibû ku dest bi xebatên xwe bike, ji aliyê Buckfast Başkeşîşî ve bi hinceta ku li dijî wezîfeya Xwedê derdikeve, ji erka xwe hatibû dûrxistin.
Adam Birader di 1996an de bi awayekî dilşikestî û dilmayî mir. Wekî ku Clare Densley jî gotibû ku beriya du salan mêşvaniya Buckfastê da destpêkirin “di dêrê de tu kesî ku wê bikaribûya cihê wî bigirta derneket.”
Di vê navberê de rewşa sektora mêşvaniyê xira bû. Di 2007an de “sendroma mirina koloniyan” hemû deverên Ewropa û Emerîkayê dagir û dorpêç kir.
Di bultenên nûçeyan de wiha behsa vê sendromê dihat kirin: “ji bo cotkariya kurewî gefa mezin” “bobelateke gelekî mezin ku heta niha cîahnê nedîtiye.” Û hinceteke berbiçav û mafdar a van sernavan hebû.
Tozbûna bi riya kêzikan ku piranî ji aliyê mêşan ve pêk tê, ji bo ji sisiyan yekê erdê xurekên cîhanê, gelekî girîng e.
Lêkolînerên mêşan ên ku ji Adam Birader îlham wergirtin, ji bo ku sedema rûxîna koloniyan fêhm bikin ketin nav liv û lebatekê. Wekî ku di destpêkê de li ser dihat sekinîn, rûxîn tenê ji ber sedemêkê an jî çavkaniyekê pêk nedihat; di encamê de hat zanîn ku pêkhateyeke kujer bûye sedema vê yekê ku ji kîmyewiyên bi jehr, kurtêlxwer an jî parazit, patojen û ji tunekirina xwezayê çêbûye. Qirniya Warroyê ku dibû sedema nexweşiyan faktoreke girîng bû.

Piraniya mêşvanên ku bi kapasîteyeke mezin hilberînê dikin, êdî ji bo qirniyan bikujin dermanên kêzikan bikar tînin. Ji bo vê yekê jî bi îxtîmala herî baş mirov dikare bibêje tevdîreke demkî ye.Hin lêkolînerên ku naxwazin kîmyewiyê bikar bînin, vedigerin ser riya Adam Birader: Rewaca 2. Mêşa Nuwaze, encax vê carê tevî vebijêrkên guhertina genetîkê, rêbazên zanistî yên berfire bikar tînin.
Hin însan jî bi temamî li dijî vê yekê, heta metodeke ji rêbaz an jî nêzikayiya Adam Birader xwezayîtir diparêzin: ji kîmyewî û mudaxileyê re “na”.
Berdin, bila mêş bi serê xwe veguherînekê derbas bikin. Mêşa pêşeng an jî şahmêş ku derdorê wê bi mêşên cinscuda ve dorpêçkiriye, di koloniyên ceribandinê yên ku li hember qirniyê xwedî hêz in, ji bo xwe xwedîkirinê zimanê xwe dirêjê derve kiriye.
Ev şahmêşên ku ji aliyê wezareta çandiniyê ya Emerîkayê ve tên hilberandin, mêşan dizên ku ev jî wek xweajo bi qirnî û nexweşiyan re têdikoşin û wan tune dikin. Hinek ji wan organîzmayên Nuwaze ne.
Di hinekan de derûniya civatê heye. Hinek torên zimanî bikar tînin. Ji xeynî însanan yek ji wan heywanan e ku pêwendiyeke sembolîk datîne û ji bo ku cihê polenan nişanî wan bidin dansê dikin. Kesên ku bi mêşan re eleqedar in van mecazên bi vî rengî bikar tînin lê vê yekê jî qebûl dikin û li xwe mikur tên ku bi temamî van mehlûqên balkêş û xwedî pergalên tevlihev û organîzebûna wan a Nuwaze, fêm nakin. Kewareke tenê ya mêşan bi nêzî 80 hezar hejmara xwe ve wekî qerebalixa bajarekî ye.
Ev heywanên xebatkar û jêhatî -bi pênasekirina zanyaran Apis mellifera- ji bo ku çilkek avzêya bi şekir ku wek nektar tê zanîn, bibinin dikin vizînî û li ser kulîlkan vedinin û digerin. Wê nektara kom dikin dişînin “ madeyên xwe yên hingiv” û ew şekir li vê derê tê herifandin. Dema vedigerin kewaran wî madeyî zelqonekî dîsa derdixin û ji bo bikin dûkel bi peren xwe bê lêdixin. Ev berê zeqonekî û şêrîn ku derdikeve holê – hingiv- ji bo ku zivistanê bê xwarin tê veşartin an jî ji aliyê însanan ve tê dizîn. Ekolog Bernd Heînrîch dibêje nîv kîlo hingivê once teqrîben ji 8,7 milyon kulîlkan tê çêkirin.
Dema li wan mêşan bê temaşekirin ku ji bo çêkirina hingiv bi cehd û xîretê dixebitin, wê çaxê mirov nikare bawer bike ku ew hay ji peywira xwe ya herî mezin a li xwezayê tune ne.
Ev peywir? Belavkirina polenan an jî tozkulîlkan. Polen, şaneyên tovan ên nêr ên nebatan, ji bo pirbûn an jî zêdebûnê veduguhezînin beşa mê ya kulîlkan. Apîs mellîfera dema li ser kulîlkan derdikevin nêçîra nektaran, parçeyên polenan bi pûrta wan ve dizeliqe. Her ku li ser kulîlkeke din vedine, ji van polenan hinek diweşin ser wan û nebat dol gigrin. Bi vê yekê polen pir dibin lê ji bo belavbûna polenan an jî tozkulîlkan divê ba were. Dema ba tê ev polen li ser gelek kulîlkan belav dibe.
“Li gorî wezareta çandiniyê ya Emerîkayê, ji sisiyan yekê xurekan hewceyî mêş û wan ajalên din in ku riwekên tozgirtî belav dikin.”
Heke bi nêrîneke peresînê lê bê nêrîn sûdwergirtina ji kêzikan kiryariyeke gelek kêrhatî ye, ji ber ku bi saya kêzikan riwekên tozgirtî li gor tuxmên xwe yên hewcedarê bayê qasî yek ji hezar polen hildiberîne û ew polena hilberandî ji riwekên dotmamê kêmtir be jî bi tesîra xwe zêdetir xurt e.
Encax dema ez çûm serdana Adam Novitte min ev hemû tişt fêm kirin. Novittê ku li Massachusetts, Northamptonê dijî, li baxçeyê piçûk ê li paş mala xwe mêşvaniyê dike. Ya wî hilberîneke butîk, xebateke beraliyê bazara herêmî ye.
Her qebanozeke hingivî wî yê bi merqeya Northampton Honeyê bi koda postaya wî cihî ku mêş li wir hingiv çêdikin, hatiye etîketkirin. Novitt ji bo şahmêşa ku pir tê ecibandin û xwestin Buckfastê bikire, du salan sekiniye. Ji bo ku nîşan bide bê çiqas mêşên aş in, bê lepik û cilên xweparastinê devikên kewaran vedike. Bêhneke ku ji şima, hingiv û darînê çêdibe, belavî derdorê dibe. Mêşên di kewaran de wekî zarokên di kreşan de bi ser hev lox dibin.
[1] Şanekurk – EN: brood cell
– Ramazan Badem – Kovara Zanko Hejmar 5