GEREKE NÛWAZE BO ÇIYAYÊN SÎPAN ÊN ALASKAYÊ

Geştûger Eric Guth makîneya xwe girt destê xwe û berê xwe da cemedên li Alaskayê. Guth li her wêneyekî xwe bîranînek bi cih kiriye. Bi wêneyên nuwaze vaye behsa serpêhatiya xwe ya sir û seqem vedibêje.

Li Alaskayê herêma SÎpan a Juneauyê qasî 4000 kîlomîtro cih digire û heftemîn sîpanê herî mezin yê nîvkada rojava ye. Li vê derê salê 35 mîtro berf dibare. Sir û serma tevî bilindahiyê nahêle ew berf bihele. Lêbelê ji bo ger û geştê li herêmê cihê herî xweş Sîpanê Mendenhallê ye. Ji sala 2005’an heta niha ve her sal 35 mîtro qeşa bi paş ve diçe. Ew li gor 50 salan du qat zêdetir e.
Li Alaskayê herêma SÎpan a Juneauyê qasî 4000 kîlomîtro çarçik cih digire û heftemîn sîpanê herî mezin yê nîvkada rojava ye. Li vê derê salê 35 mîtro berf dibare. Sir û serma tevî bilindahiyê nahêle ew berf bihele.
Lêbelê ji bo ger û geştê li herêmê cihê herî xweş Sîpanê Mendenhallê ye. Ji sala 2005’an heta niha ve her sal 35 mîtro qeşa bi paş ve diçe. Ew li gor 50 salan du qat zêdetir e.

Di sala 2006’an de gava ez cara ewil biçim Mendenhallê min xeyal kiribû ku ez ê di bin piyên xwe de bibînin ku cemedên qasî 12 mîlî dê biherikin û ezê li wan binêrim û heta ji kûr û kortalan birevim û li ser wan bimeşim. Lêbelê destpêka cemedan bêhtir bala min kişandiye. Ev kûrahiya ji ber helîna cemedê û herîna avê bêhtir eleqeya min biribû ser xwe.

Gava hûn li pey riya avê biçin û biçin binê cemedê hûn ê rastî şîneke bêhempa bên. Ev der ji ber ava diherike bûye şikeftek. Gava hûn ber bi cemedê ava herikî bişopînin hûn rastî şikefteke bi vî awayî tên.

Ez wek wênegir û him jî wek kesekî ku derbarê cemedan de ders dide, cara ewil di bin tesîra vê şikeftê de man û ev jiyana min guhert. Şewqa şînê û tonên cuda ez matmayî hiştim û min fikirî ku ka gelo ez ê çawa vê dîmenê nuwaze bigirim. Ji bo pîvanê tiştekî ber destê mirov tune be zehmet e. Ji ber vê yekê min eyara 20 çirkî di makîneya xwe de saz kir û ez ketim kadrajê.
Ez wek wênegir û him jî wek kesekî ku derbarê cemedan de ders dide, cara ewil di bin tesîra vê şikeftê de man û ev jiyana min guhert. Şewqa şînê û tonên cuda ez matmayî hiştim û min fikirî ku ka gelo ez ê çawa vê dîmenê nuwaze bigirim.
Ji bo pîvanê tiştekî ber destê mirov tune be zehmet e. Ji ber vê yekê min eyara 20 çirkî di makîneya xwe de saz kir û ez ketim kadrajê.

Şikeftên sîpanan ji şikeftên cemedê cudatir in. şikeftên cemedê bi yek zinarî pêk tên ku ew karê îzolasyonê dibîne. Ji ber vê yekê jî têde cemed tu caran nehele. Şikeftên çiyayên sîpanê jî ji ber ava ku têde diherike kûr û kortalan pêk tên. Bi vê yekê jî temenê wan kurt dibe û li gor demsalan diguherin. Her heyam di wêneyan de bi mezinahî û bi rengên cuda xuya dikin.

Gava ez di 2013’yê tîrmehê de çûm ez bi tiştekî hesiyam bû ew di 5 serdanan de bala min nekişandibû. Di nav cemedan de mêşên biçûk hebûn ku qerisîbûn. Bi ixtîmeleke mezin ew mêş di demsala havînê de ji çûkan reviyane û hatine xwe spartine van deran. Li vê derê jî xwe zêde dikin.

Di demsala havîna germ de li ser rûerdê cemedan golên biçûk pêk tên. Mezinahiya wan golan li gor demê diguhere. Ji ber erdkêşiyê cemed tim caran dadikevin xwarê û ji ber şert û mercên guherbar li ser rûyê wan derizînên cuda pêk tên. Gava têkevtina wê bê girtin ew valahî di nava çend saetan de tijî dibe û diqerise. Heke xwarbûna erdê hinekê biguhere vê demê çalên ji ber avê dê bi awayekî lezgîn kûr bibin.
Di demsala havîna germ de li ser rûerdê cemedan golên biçûk pêk tên. Mezinahiya wan golan li gor demê diguhere.
Ji ber erdkêşiyê cemed tim caran dadikevin xwarê û ji ber şert û mercên guherbar li ser rûyê wan derizînên cuda pêk tên. Gava têkevtina wê bê girtin ew valahî di nava çend saetan de tijî dibe û diqerise. Heke xwarbûna erdê hinekê biguhere vê demê çalên ji ber avê dê bi awayekî lezgîn kûr bibin.

Li gorî berê avê ku diherike dibe ku dora hewza cemed biherişe an jî bikeve kûrahiyê. Her ku av biherike û parzûn bibe di cemedê de helezon pêk tên. Ev ava ku wek aşê bageran tê binavkirin ji ser ve xuya nake lêbelê stûnên wê li gorî cemedan gelek girîng e.

Xweşikiya cemedan û curetiya wan bi vê yekê serdêran li ser xwe kom dike. Hinek jiwan amade ye ku bikeve kûrahiyê. Ji niştecihên herma Juneauyê Alan Gordn bi gelek caran ketiye kûrahiyên Mendenhallê û belgefîlmên ecêb kişandine.

Ji Kovara BBC Travel / Eric Guth  – National Geographic Kurdî

Şîrove Bike