MARS; AN JÎ WARÊ BAV Û KALÊN ME
Mars an jî Behram yek ji 10 gerstêrkên pergala tavê ango ya rojê ye. Bi sedan sal in, Mars bûye sembola xebatên me yên li fezayê. Gelo, çima mirovahî ewqas bala xwe dide Marsê? Tiştek li wê derê heye û me bi ber xwe ve dikîşîne. Ew tişt jî “teoriya Marsê ya ku ew der cihê bav û kalên me ye”.
GELO EM MARSÎ NE?
Li gor teoriyekê, jiyan beriya ku bê Dinyayê, pêşî li ser Marsê dest pê kiriye. Teorî wiha vedibêje; Kevirekî asîmanan li Marsê ketiye û jiyana wir tarûmar kiriye. Piştre perçeyek kevir ji Marsê mîkro-organîzma veguhastiye bo dinyayê. Bi vî awayî li ser rûyê Erdê jiyanê rû daye û em heta vê rojê hatine. Her çendî ev teorî nehatibe piştrastkirin jî bi rastî mêjiyê mirov tevlîhev dike. Heke em li gor teoriyê biçin, nexwe Mars, cihê bav û kalên me ye. Lewma, em ewqas ji Marsê hez dikin û wê wek sembola fezayê dibînin.
ESLÊ ME JI MARSÊ HATIYE Û EM BIRAYÊ GUHBELAN IN
Heke teorî rast be, nexwe em hemû Marsî ne! Ango esl û feslê me ji Marsê hatiye. Mars mala me ye û divê em biçin wir û li cihê bav û kalên xwe bi cih bibin. Lazim e, em baş li xaka xwe binêrin û li wir jiyanekê ava bikin. Ji ber ku Mars xaka kalikên me ye. Kî dizane, dibe ku di pêşerojê de mirovahî here û li mala xwe ya rastîn rûnê û çaya xwe vexwe. Kî dizane, belkî li wir birayên me li benda me ne. Heke em biçin jî em bawer dikin dê birayên me, bi awayekî xweş pêşwaziya me bikin. Egera teoriyê xurt e û heke wisa be, dibe ku em olîmpiyatên xwe yên 2040’an li Marsê, li mala bav kalên xwe li dar bixin.
EWQAS JÎ NEKEVIN KELECANIYÊ; HEKE TEORÎ DEREW BE?
Em ji vê yekê bawer dikin ku hemû mirovahî dixwaze birayên xwe yên Marsî nas bike.
Lêbelê, heke teorî derew derkeve; wê hêviyên mirovahiyê bişikên û êdî hewla wê ya bo vedîtina Marsê kêm bibe, an jî ji holê rabe. Ji ber ku mirovahî dê bêje; Gelo ma ez mecbûr im biçim cihekî tena û bêkes bijîm. Heke vê yekê bêje jî heta dawiyê mafdar e.
Niha jî em behsa taybetmendiyên Marsê û xebatên li ser rûyê wê bikin.
Wekî tê zanîn NASA’ya Emerîkayê ev bi salan e, wekî rêya dolmîşan li ser rêgeha Marsê xet ava kiriye û her sal wesayîteke fezayî dişîne wê derê. NASA wan kar û xebatan ji bo ziratek avê dike û bi rastî bi saya xebatên NASA’yê em ê jî dê siberojê, bikaribin îskaneke av vexwin. Heke di paşerojê de li Marsê av bê dîtin, dibe ku em mala xwe barkin wê derê û jiyana xwe ya mayî li wir derbas bikin. Lewra, umrê Dinyayê her diçe kurttir dibe û ew jî me dixe nava metirsiyeke mezin.
RÛERD Û ATMOSFERA MARSÊ
Li ser rûyê Marsê şopên rûbar û coyan hatine dîtin û ew şop teqez in. Yanê ev yek nîşan dide ku berê li Marsê av hebûye û yan ev av ziwa bûye yan jî di binê erdê de qerisiye û li benda germahiyeke baş e. Li Marsê hewa pir sar e. Lewre Mars ji Dinyayê zêdetir dûrî Tavê ye û ji ber vê yekê jî germahiya li wir kêm e.
Li Marsê atmosfereke pir lawaz heye, yanî neşibe dinyayê ku li hemberê radyasyon û bagerên Tavê bisekine. Li derdora Erda me “xetên manyetîk hene” ew xet wek parêzvanan e û nahêle ku tu radyosyon li dinyayê bikeve. Li Marsê ew tişt tune ye. Heke li wir jiyan hebe jî dê ev jiyan di bin tesîra radyasyona mezin de bimîne.
Bi rastî gava mirov wan tiştan dibîne ji xwe re dipirse “gelo ev cîhan bi hêzeke çawa hatiye avakirin ku her tiştên wê li gor jiyana mirovahiyê ye û ew çerxa jiyanê ji bo me dizivire.”
LI MARSÊ OKSÎJEN
Li Marsê oksîjen heye! We xelet nebihîst, erê li wir oksîjen heye, lêbelê ew oksîjen gelekî lawaz e û têra mirovan nake. Ne tenê bo mirovan, têra ajalên yek-organîzm a “tardigradan[1] ” jî nake.
Li Marsê atmosferek heye û wekî ya Dinyayê qet qetî ye. Lêbelê ji ber lawaziya bihn û oksîjenê jiyana li wir aniha ne pêkan e. Berê jiyan hebû û mîna Dinyayê çem û golên mezin li ser rûyê Marsê cih digirtin.
DI DÎROKÊ DE MARS
Di meha tebaxê de NASA’yê da xuyakirin ku li Marsê hestiyekî teşkan hatiye dîtin û bêhtir dişibe tilorê mirovan. Ev bi tenê pêşbîniyek e û di dahatûyê de dê eşkere bibe.
Di sala 1877’an de ji aliyê Stêrknas Asaph Hall ve 2 peykên Marsê hatin kifşkirin, navê wan her du peykan jî Phobos û Deimos hatin danîn. Ev her du peyk wek kevirên asimanan xwar û mar in ango ne wekî Heyva me girovir in.
Gerokê Jiyanê “Opportunity” ji sala 2006’an ve heta niha erka xwe ya gerokiyê dike û li ser rûyê Marsê li şopekê jiyanê digere. Temenê Opportunityê 6 sal in û nêzî 2018’an êdî karê wê dê xilas bibe û êdî nexebite.
Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YKSS[2]) di sala 1971’an de du wesayîtên bi navê Mars-1 û Mars-2 şandin Marsê. Lêbelê encama rêkirinê bi dramatîk bû. Tu agahî ji wesayîtan nehate girtin û niha li ku derê ne û çi dikin, tu kes nizane.
Ji bilî wan şandinan jî Emerîka, Ewropa, Japonya û YKSS bi dehan lenger[3] û wesayîtên fezayî rê kirine bo Marsê.
NASA di sala 1975’an de “Projekta Vikingê” da destpêkirin û du heb wesayît şandin Marsê.
Viking – 1 û Viking – 2 cara yekem wêneyên rengîn şandin Dinyayê û NASA wê gavê rûyê Marsê bêhtir nas kir.
Herwiha li ser gerstêrka Marsê wesayîta Spiritê jî heye û ji bo sondajkirinê hatiye şandin. Spirit li wir dilopek av digere.
ÎDÎAYÊN DEREW YÊN LI SER MARSÊ
Di salên 1960’an de li Emerîka û Ewropayê kêmasiya nûçe û zanyariya gel hate îstîsmarkirin. Di wan salan de, gotinên wisa hatin belavkirin.
- Marsî hatine Dinyayê û bi leşkerên me re ketine şer.
- Bi sedan Marsî êrîş birin ser Dinyaya me.
- Emerîka dê demokrasiyê bibe Marsê.
- Emerîka mafê Marsiyên Guhbel diparêze.
- Marsiyên guhbel hatin Dinyayê û dixwazin Rûsyayê dagir bikin.
- Ligel birayên me yên Marsî hevpeyvîn hat kirin.
- Xwedê Artêşa Emerîkayê biparêze, aştî anî welêt û Marsî têk birin.
Ne tenê ev, di wan salên xapînok de gelek weşan û film jî hatin çêkirin. Di fîlman de, tê ravekirin ku “Rûsya bi artêşa xwe bihna Marsiyan diçikîne û wan dikuje!”
Dîroka Marsê pir kûr û nepenî ye û heta niha bi dehan serpêhatî hatine nivîsîn.
Gelo, ka li Marsê jiyan heye an nîn e?
Gelo em Marsî ne, an Dinyayî ne?
Lêbelê tu tiştî ev teorî piştrast nekirine û niha awirên temamê dinyayê li ser xebatên Opportunity û Spirit[4]ê ne.
Wêneyekî rûken ê ku ji Marsê hatiye girtin mirov dixe nav kelecaneke mezin. Dibe ku ew wêne bi destan hatibe çêkirin. Niha her tişt li benda awênebûnê ye.
[1] Tardigrad – ajaleke yek organîzm e û dikare bi rojan li cihekî bi radyasyon û bêyî oksîjen bijî.
[2] YKSS – bi Ingilîzî USSR.
[3] Wesayîtên girover yên fezayê.
[4] Navê wesayîta sondajê ya li Marsê ye.
– Cûneyt Ewrareş