GERSTÊRKEKE XEYALÎ ALPHA CENTAURI

Ev xêzkirina ku ji berê ve ma ye, gerstêrka Alpha Centauri Bb’yê (li aliyê rastê) û du stêrkên pergala Alpha Centauriyê (di navîn û li aliyê çepê) bi hev re nişan dide.

Ev xêzkirina ku ji berê ve ma ye, gerstêrka Alpha Centauri Bb’yê (li aliyê rastê) û du stêrkên pergala Alpha Centauriyê (di navîn û li aliyê çepê) bi hev re nişan dide.

Piştî ku gerstêrka Alpha Centauri Bb ku herî zêde nêzî pergala rojê bû û winda bû, di serê neçîrvanên gerstêrkan de ku li gerstêrkên nû digerin pirs çêbûn.

Zanyaran, gerstêrkek tune kir. Li gorî lêkolîneke nû, Gerstêrka Alpha Centauri Bb’ya ku herî zêde nezî pergala me bû di rastiya xwe de tune ye û tenê di daneyan de wekî gerstêrkeke xeyalet cih girtiye.

Dema ku Gerstêrka girseya wê dişibe Cîhanê hat dîtin, di sala 2012’an de di kovara Natureyê de wek “xala werçerxê” hatibû îlankirin. Pergala Alpha Centauriya ku bi 4,3 salên roniyê ji me dûr e di karakterên filmên Transformers û Avatarê de jî cih girtibû. Di pergala Alpha Centauriyê de îxtîmala dîtina gerstêrkan di nav zanyaran de bûbû sedema kelecanê.

Hal ev e ku ev cîhana biyanî ne cihekî baş û durist bû ku lê jiyan bê lêgerîn. Dûrahiya wê ya ji stêrka xwe, divê bi qasî ji dehan yek dûrahiya Merkûrê ya ji Tavê be. Ji ber vê yekê dibe ku rûyê wê yê germ bi zinarên helandî hatibû girtin.

Piştî vê yekê neçîrvanên gerstêrkan ji vê çîrokê dê tenê dersan bigirin û dê fêr bibin ku gerstêrkên wekî Cihanê piçûk bi hesanî nayên dîtin.

 Rapora ku di malpera arXiv.org’ê de hat weşandin û di demeke kurt de jî dê di Monthly Notices of the Royal Astronomical Societyê de bê weşandin nîşan dide ku di nav parazîtên pişt perdeyê de dîtina daneyan bi zehmet e.

Tîma ku ewil gerstrêk ragihand jî di heman fikrî de ye. Ji Zanîngeha Harvardê ji Navenda Astrofizîkê Xavier Dumusque dibêje “Ev xebat gelekî girîng e. Em ji sedî sed ne bawer in, lê li vir gerstêrkek tune ye.”

Gerstêrkek Çawa Tune Dibe

Gerstêrka ku winda bû ne tenê ev e. Di sala 2005’an de stêrknasê Polonyayê Maciej Konacki bi pergala sêstêrkî HD 188753’yî ku dişibe Gerstêrka Gazê qeydên taybet bi dest xistibûn. Lê ev daxuyanî di nav cemeata stêrknasên Cîhanê de bûbû sedema nîqaşan. Lewra li gorî teoriyên pêkhatina gerstêrkan, divê qada kêşana girseyê ya sêstêrkî destûr nedaba ku gerstêrkeke mezin pêk were. Lê piştî 2 salan lêkolînerên ku li ser teoriya Konacki li hev nekirin biryar dan ku kifşa zanyar şaş e.

Gerstêrka Alpha Centauri, ji aliyê Dumusque ve bi roniya stêrka Alpha Centauri B’yê hatibû dîtin. Roniya stêrkê, wekî dengê korneyan gelo dema ku nezîk bû an dema ku dur diket, deng bilid û kêm dibû. Stêrk, di rêgehê de wekî ku ji aliyê gerstêrkeke biçûk ve dihat kişandin sê rojan carekê bi paş ve diçû û dihat.

Stêrkên ku tevdigeriyan, feyde dabûn sterkên din ku bi hezaran derkevin holê. Lê ew gerstêrkên mezintir bûn. Hin kes derbarê vê kifşê de diketin gumanê. Di nav wan de stêrknasê Yaleyê Artie Hatze jî hebû ku derbarê mijara gerstêrkên derve de pêşengek e. Artie Hatze derbarê gumana xwe de analîzek weşandibû.

Niha wisa xuya dike ku sedema derketina gerstêrkê lawazbûna têkiliyên di navbera daneyan de bûye.

Kesekî bifikirin, di konçertoya piyanoyê de ku guhdar dike, ji deh noteyan tenê yekê fêm dike. Dema Bach tê lêxistin, dibe ku wê wek Beethoven bibihîse. Wekî vê meseleyê dibe ku Stêrknasek jî dema bi teleskopê lêkolîna dike, agahiyên şaş an jî nerast bidest bixe.

Dr. Natalie Batalha zanyareke Erka Keplerê ye. Behsa bi bikaranîna teknolojiyê dîtina cîhanên nû dike. 

Vinesh Rajpaulê ku li Zanîngeha Oxfordê di astrofizîkê de perwerde dibû derbarê gerstêrkan de agahiyên girîng parve kirin.

Rajpaul derxist holê tiştên ku eleqeya wan bi gerstêrkan re tune ye; mînak deverên li ser erda stêrkan, parazîtên elektronîk ên di ekîpmanan de an jî hêzkêşa stêrkan, dibe ku bi tevgera gerstêrkên din tevlihev bibin.

Avakirina Gerstêrkeke Sexte

Rajpaul ji bo nêrîna xwe îspat bike, sîmulasyona kompîtirê ya stêrkekê pêk aniye ku gerstêrka wê tune ye û car caran tê xuyakirin.

Rajpaul dibêje, “ Dema ku hûn dataya çêkirî diafirînin, li holê gerstêrkek tune ye, lê wekî ku heye xuya dike.”

Ev tişt, ji bo 5600 gerstêrkên namzed ku heta îro hatibûn dîtin ne pirsgirêk e.

Teleskopa fezayê ya Kepler jî gerstêrkên ji Cîhanê biçûktir dîtibûn. Lê teleskop bi temamî bi riyeke cuda beşeke asîman her tim dişopîne. Li bendeyê ku gerstêrk di ber stêrkê re derbas bibe û roniyê ji bo demekê qut bike.

Dumusque hay jê heye ku tengasiyên mezin li pêşiya wan in. Demekê hevalên xwe ezimandibûn ji bo beşdarî vê armanca girîng bibin. Sîmulasyoneke stêrkan ava kiriye ku gerstirkên wê yên cuda hene an jî qet gerstêrkên wê tune ne.

Pispor bûne çend beş û tevgerên gersterkên mezin dişopînin. Pisporan ji sedî 90 nirxên girîng bi dest xistine. Li Gerstêrkên biçûk jî tîma herî baş, ji sedî 10 dane bi dest xistine û gelek şaşitî kirine.

– Menazîr Aslan

Şîrove Bike