Ev şikeva masîgiran a Vîetnamiyan, ji ber ku di ava welêt de bi awayekî derqanunî masî digirt, hat girtin. Paşê jî çend mîl dûrî perava Palauyê hatin şewitandin.
Palau, dewleteke wisa ye ku ji giravekê pêk tê. Palau bi xwe bawer e ku li dijî neçîrvanên kaçax ên ji welatên bihêz têbikoşe. Palau yek ji welatên giravê ye ku li Okyanusa Mezin cih digrin. Rayedarên Palauyê, ji bo pêşiya masîgiriya derqanunî bigirin, tevdîrên gelekî tund û berfireh standin.
Rayedaran; hefteya borî, şikeva Vîetnamiyan a ku nezî perava Palauyê bû, şewitandin. Hêzên Ewlekariyê yên Palauyê, şikevên depîn di hefteyên dawîn de bidest xisti bûn.
Kaptanên keştiyan, li Palauyê hatin binçavkirin. Mûretebatên keştiyê yên ku ji 77 kesan pêk tên; bi du şikevên masîgiran re û bi hinek xurek û sotemeniyê şandin Vîetnamê.
Serokdewletê Palauyê Tommy E. Remengesau, Jr. daxuyaniyek da National Geographicê û got, “ Em hevî dikin ku masîgirên kaçax ên ku mudaxaleyê xwezaya behra me dikin peyama xwe girtibin. Edî em ê bertekên tund bidin hewlên ku li dijî behr û xwezaya me ne. Welatiyên Palauyê, sozê didin ku dê wan kesan dest vala bişîne.” Ev masigirên ku nezî peravê ne, dema ku masiyên bêmarîpişt dadigrtin satilan hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya ku ji Serokatiya Dewletê ve hat dayîn; rayedarên Palauluyê, di guwerta şikevê de, ji 8 tonan zêdetir masiyên ku wek xiyarênbehrê tên zanîn û resif dîtine.
Masîgirên Vîetnamê, li Behra Palauyê li ser îdiaya ku bi awayekî derqanunî masîyan digirin, hatin binçavkirin.
Di avên welêt de, destura masîgiran tune ye ku tevbigerin. Şikeva wan a 25 ton masîbarkirî ji bo bê firotin di sala 2014’an de ketibû borseya Asyayê. Lê niha di navbera 15 şikevên Vîetnamî de ma. Remengesau dibêjê; “Em li hemberî talukeyekê ne ku di nav avên me de, masîgiriya derqanunî dikin û ev tişt roj bi roj zêde dibe. Remengesau hevî dike ku bi şewitandina şikevan, ber masîgiriya derqanunî bigire.
Ew, gelek caran qaçaxçîtiya tiryakê û mirovan jî dikin. Kesên ku tevlisûcên derqanunî dibin ji welêt tên dûrxistin, lê paşê dîsa vedigerin ango hin kesên din cihê wan digirin. Ji ber vê yekê heviyên Remengesau roj bi roj kêm dibin.
Ev veberhanên ku dê masîgiriyê bi pêş bixe ji bo welatekî piçûk barekî gelekî giran e. Ji ber ku arteşa Palauyê tune ye û keştiya ku sepandinên hiqûqî dike, yeka tenê ye.
Ji bo şikevên masîgiran zirarê nede welêt, 40 kîlomîtro dûrî perava Palauyê tên şewitandin. Palauya ku bi salan e li dijî masîgiriya derqanunî têdikoşe, dest bi tevdîrên tund kir.
Parastina Avê
Remengesau, da xuya kirin ku ji bo behrên Palauyê biparêzin di sala 2014’an de dest bi projeyeke kirine ku qada parastina behrê ava bikin.
Ev qad nezî 600 hezar kîlomîtroyî ye û hema hema ji Fransayê meztir e. Li gorî plana Remengesau, Herêma Parastina Behrê ya Neteweyiya ya Palauyê ya ku ji sedî 80’ê aîdî dewleta Palauyê ye dê ji bo bazirganiya masiyan, sondaja neftê û heta kankeriyê bên girtin. Ji sedî 20’î ya mayî jî, ji bo gelê Palauyê dê ji bo masigiriyê bê veqetandin. Lê divê hemû masiyên ku hatin girtin, bên qedandin.
Ev peşniyaz di navbera parlamenterên welêt de tê nîqaşkirin. Plan, li gorî kevneşopiya herêmî ya “qedexekirinên masigiriyê” hatiyê avakirin. Li gorî vê yekê rayedarên Palauluyê ji bo masiyên ku hatin wendakirin dîsa vegerine behra welêt, dê neçîrvaniya masiyan heta demekê qedexe bike.
Kaşîfê National Geographicê Eric Sala, di Mijdara 2014’an de ji bo cûreyên behra li Palauyê aşkere bike projeya Pristine Seasê da destpêkirin. Sala, ji bo Palauyê dibêjê, “ Cihekî gelekî taybet e. Heta niha cihê herî xweş ê ku min dîtiye û cihekî wisa ye ku destê tu kesî negihiştiyêye.”
TENGASIYÊN DI SEPANDINÊ DE
Ji bo plan bê sepandin Remengesau bangî civaka parastina navneteweyî, Emerîka, Japonya, Awistralya û Zellandaya Nû dike. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sîtola Derdor û Tesîsan û ya Enerjiya Emerikayê Den Dennis McGinn nis McGinn, roja pençşemê, li Washingtonê beşdarî penelekê bû.
McGinn ji Serokê Palauyê Remengesau re got, “ Saziya me dê alikariyê bide polîsê Palauyê. Saziyê sîtolayê, par di ava Palauyê de testek li dar xistibû. Di vê ceribandinê de, kesên ku bi awayekî derqanunî masîgiriyê dikin bi keştî, balafir û teknolojiya fezayê asteng kiribû û hin kes jî girtibûn. McGinn got, “Birêz Serok, bawer bikin ku em ê dîsa vegerin.” McGinn diyar kir ku gava wan a duyemîn ewlehiya fînansmanê û xebatên li ser plana stratejik e.
– Menazîr Aslan / Kovara Zanko Hejmara 5’an