KEVNTIRÎN AVAHÎSAZIYA CÎHANÊ PERESTGEHA XIRABREŞKÊ TÊ NÛJENKIRIN

Li ser stûnên bi şiklê T’yê yên li Girê Xirabreşkê pêşmalk, kember û destên stîlîze hatine neqşandin.

Bi xêra Girê Xirabreşkê serdemên yekem ên dîroka şaristaniyê ji nû ve tên nivîsandin.

Bîrdariyên herî kevn ên Cîhanê ji nû ve wê heybet ango ewrengiya xwe bidest dixe: Girê Xirabreşkê ku mazûvaniya avahiyên perestgehên herî kevn kiriye, dê di çarçoveya projeyeke bi pêşengiya Koma Doguşê de bê nasîn û parastin.

Kolînên li ser qada şûnwarnasiyê ku li Bakurê Kurdistanê ye, ji 1995’an û vir ve tên kirin. Bi van xebatan nêrîna zanyaran a li ser çavkaniya şaristaniyê guherî. Her wiha bi van kolînên şûnwarnasiyê dibe ku dîroka hemû mirovahiyê ji nû ve bê nivîsandin. Ji loma ev gelekî girîng e.

Li aliyê çepê yê vî deriyî cot ê li qada 12 hezar salî neqşandinên gakovî, berazên kovî û dirindeyan hene.
Li aliyê çepê yê vî deriyî cot ê li qada 12 hezar salî neqşandinên gakovî, berazên kovî û dirindeyan hene.

Avahiyên girover yên 12 hezar salî bi stûnên xwe yên bi şiklê T’yê û bi kevirên ku hatine kolandin ên dekoratîf, ji Şoreşa Çandiniyê heta ji îcadkirina çanax û kiloskan bêhtir kevn in.

Ji bo ku ewqas xwedî dîrokeke kevn in jî ew fikra ku şaristaniyê bi çandiniyê dest pê kiriye serobino bû. Li gorî lêkolîneran qewmên ku bi nêçîr û behevkirinê debara xwe dikirin piştî ku li cihekî niştecih bûn û dest bi hilberîna beran kirin ev civakên têkel derketine holê.

Bi Girê Xirabreşkê re ji nû ve ev zanîn û fikr tê nîqaşkirin. Îdiaya Arkeologê Elman Klaus Schmidtê ku ji 1995’an heta 2014’an mirina xwe serokatiya vê kolînê dikir, ew bû ku ev zanîn û baweriya berbelav dibe ku di rastiyê de bi temamî li dijî zanyariyên niha bin ku em pê dihesin û dibînin. Dibe ku hêza kar a ji bo înşakirina van avahiyan ji bo temînkirina -xwarin û vexwarinên xebatkaran – rê li ber pêşveçûna çandiniyê vekiribe.

Perestgehên giroveryên Girê Xirabreşkê, nêrîna Arkeologan a derbarê destpêka şaristaniyê de guhert.
Perestgehên giroveryên Girê Xirabreşkê, nêrîna Arkeologan a derbarê destpêka şaristaniyê de guhert.

Koma Doguşê do di Foruma Aboriyê ya Cîhanê ya li bajarê Davosa Swîsreyê de daxuyaniyek da. Koma navborî da zanîn ku di nav 20 salan de dê bi hevkariya National Geographic Society’yê 15 milyon dolarî bo projeyê veqetîne. 

Qada Olî Ya Yekem e?

Delîlên nû ku di kolînên qadê de derketin holê, wê gotina Schmidt piştrast dike ku dibêje îcadkirina çandiniyê bi destpêkirina şaristaniyê xwe daye der. Di nav her avahiya bîrdarî de du stûnên bi şiklê T’yê hene ku li ser peykerên pêşmalk û dest û piyên stîlîze hatine çêkirin. Giraniya yê herî mezin 16 tonan derbas dike. Ji bo kolandina van keviran û barkirina wan a ji kana keviran dibe ku hewceyî bi gelek mirovan û ji bo xwarina xebatkaran jî pêwistî bi kedeke mezin û zehmet çêbûbe.

Arkeologan heta niha li Girê Xirabreşkê ew delîl û şop nedîtine ku ew der bi dewamî cihekî niştecihî ye. Li gorî texmîneke nû ev der cihê kombûneke herêmî bû. Li ser girekî bi dîmenên zozanan û çiyayên ku li başûr dinêrin hatibû çêkirin.

Yek ji arkeologên Enstîtuya Şûnwarnasiya Elman ku di kolandinan de peywirdar bû Jens Notroff, wiha diaxive: “ di wê demê de ji bo nûkirina hewzê genan û danûstandina agahiyan pêwist bû ku mirov car caran bihatana ba hev.”  “Ev pêkhateyeke nîşaneyî ye. Kombûna wan a li vir ne lêrasthatinek e.”

Gelek mînakên avahî, sembol û stûnên zinarî yên Girê Xirabreşkê li derekê 200 kîlomîtroyi dûrî ji vê derê hatine dîtin. Qey Xirabreşk kadetral bû, yên din jî dêr. Dibe ku nêçîrvan û gerokên ku ji bo perestin, avakirina perestgehên bîrdarî û pêşandana dewlemendiyên xwe hatibin vê derê. Belkî jî bi rêwîtiyeke dirêj.

Li ser stûnên bi şiklê T’yê yên li Girê Xirabreşkê pêşmalk, kember û destên stîlîze hatine neqşandin.
Li ser stûnên bi şiklê T’yê yên li Girê Xirabreşkê pêşmalk, kember û destên stîlîze hatine neqşandin.

Notroff dibêje “taybetiya şahiyê ji bo kişandina keda avakirinê ya ber bi wî aliyî ve, tevgereke kêrhatî ye”.

Arkeologên ku dikevin kûrahiya gir derbarê şahiyan de hin bermayiyên din jî bi dest xistin. Avahiyên kevir piştî avakirinê bûne ax, herwiha axa vê derê bi kevir û îskeletên ajalan tijî bibû. Di nav sed salan de li ser wan kavilan avahiyên nû hatine avakirin û bi vî awayî girekî bi destê mirovan pêk hatiye. Di nav xirabiyan de gelek bermayiyên xezal, gakoviyê ku nifşê wî qir bûye û gelek hestiyên ajalan hatin dîtin. Herwiha aman û sinîkên kevirîn ên ku dikarin zêdetirî 150 lîtreyan av bihewînin dibe ku cara ewil ji bo çêkirina bîrayê hatibe avakirin.

Geştûgeriya Ku Zêde Dibe û Rewşa Penaberan

Dema fona nû ji bo Girê Xirabreşkê girîng e. Her ku dever navdariyeke navneteweyî bi dest xist ewqas zêdetir geştûgûzar hatin wê derê. Hêj beriya deh salan jî hatina bo vê derê pir dijwar bû. Wesayît li ser riyên ax û heriyê ligel zehmetiyên mezin xwe digihandin girê dîrokî. Herwiha hin geştûger hebûn ku bi taybetî ligel cenabê Schmidt ve dihatin gerandin.

Bi fonên nû bi mebesta parastina kolînan dê serê qadê were girtin û dê wê derfetê bide tûrîstan ku bêyî zirardayîna jêmayiyên kevnare geşt û gera xwe bikin.
Bi fonên nû bi mebesta parastina kolînan dê serê qadê were girtin û dê wê derfetê bide tûrîstan ku bêyî zirardayîna jêmayiyên kevnare geşt û gera xwe bikin.

Îro otobusên gerê li bal navenda biçûk a geştûgûzariyê her roj bi sedan mêvan datîne. Herwiha gelek şîrketên tûrê ji bo Girê Xirabreşkê tûrên taybet li dar dixin. Li navendê firoşgeheke diyarî û xelatan û otoparkek heye. Herwiha li bal vê jî li Rihayê beriya demekê mezintirîn mûzexaneya arkeolojiyê ya Bakurê Kurdistanê hat avakirin.

Kolîn û lêkolînên li vê deverê ji aliyê Enstîtuya Arkeolojiyê û Weqfa Lêkolînê ya Elmanan ve tê meşandin. Li aliyê din şîrketa Tirkiyeyê Koma Doguş jî ji bo lêkolîn û xebatan hin fon fînanse dike. Ew fonên ku ji aliyê şîrketa Tirkiyeyê tê kirin dê ji bo rê û hatûçûya hêsantirîn û parastina bermayiyan were bikaranîn.

Li aliyê din rêvebirê beşa vedîtin û zanistê ya National Geographic Society’yê Gerr Garcia diyar kir “hewldana wezareta çand û geştûgûzariyê ya Tirkiyeyê û hevkariya Peyaneriya Şahenkê dê bibe sebeb ku Girê Xirabreşkê ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya dinyayê bi nav û deng bibe”.

Ev nûçeyên xweşhal in bo kêmhêviyên herêmê, lêbelê Natroff dibêje arîşeya li Sûriyeyê tesîr kiriye ku di hejmara geştûgûzaran de kêmbûneke berbiçav pêk hatiye.

Riha bajarekî nêzî sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ye û ev der bibû derî ku hemû penaber ji vir biçin û bên. Gava par bajarê Rojava Kobanê di bin dorpêçkirina rêxistina DAIŞ’ê de bû, dûxan û dûkelên şer û pevçûnan ji Rihayê bi rihetî dihatin dîtin.

 

Andrew Curry / Wêne: Vincent Musi, National Geographic Creative

 

Şîrove Bike