Golên Herî Balkêş ên Cîhanê

p02kgm35

Germava Prîzmatîk a Mezin, (Grand Prismatic Spring) DYE: Parka Neteweyî Yellowstone germava herî mezin a DYE’yê ye. Dorfirehiya wê 90 mîtro, kûrahiya wê jî 50 mîtro ye. Zêdebûna mîneralên di golê de û bakteriyên cuda yên ku tê de dijîn wê rengîntir dike. Germahiya devera şîn û biriqî ya di nîveka wê de digihîje 87 santîgrat pîleyî.

CFBYYJ Spotted Lake near Osoyoos BC CanadOriginally

Gola Deqdeqî, (Spotted Lake) Kanada: Ev gol di serî de sûlfat ji aliyê mîneralan ve dewlemend e û wekî din tê de rastî zîv û tîtanyumê jî tên. Herêmên ku wek çemberan in, havînan gava ku gol hilm dide derdikevin holê. Gol ji bo gelê niştecih pîroz e. Di dema şerê cîhanê yê yekemîn de xwêya di golê de ji bo çêkirina teqemîniyê hatiye bikaranîn.

Pink Lake or Lac Rose is... Image was captured by a camera suspended by a kite line. Kite Aerial Photography (KAP) 7' Rokkaku

Gola Retbayê, (Lake Retba) Senegal: Ev gola pembeyî ji ber ku zêde bi xwê ye mayina wê ya li ser avê pir hêsan e. Ji vê gola ku nêzî peravên Atlantîkê ya Senegalê ye xwê jî tê derxistin. Gol rengê xwe ji heyş /kevzên mîkroyê distîne ku li dorhêla golê çêdibin.

DPWR31 Colors at Cano Cristales, Colombia Underwater plants (Macarenia clarigera) endemic to small stream and area, Llano area

Cano Cistales, (Caño Cristales) Kolombiya: Di mehên Îlon û Mijdarê de ava vî çemî xemleke reng û reng werdigire. Kevz /heyşên avê yên cuda û giyayên serdemî rengê xwe didin vê golê. Ev gola ku li herêma çiyayê ye ji ber şerê di navbera dewlet û gerîllayan de heya navîna sala 2000î ji turîzmê re hatibû qedexekirin.

Boiling Lake with hikers at the center of Morne Trois Pitons National Park Dominica Windward Islands Lesser Antilles Caribbean

Gola Birbirîn, (Boiling Lake) Komara Domînîkê: Ev gola ku li herêma çiyayî ya Parqa Neteweyî ya Morne Troîsê ye bi rastî jî kelandî ye/dikele. Ava golê bi xaza ku ji lavên germ a ku ji derzên binî derdikeve, dikele.

Salar de Uyuni, Altiplano, Bolivia

Salar de Uyuni, (Salar de Uyuni) Bolîvya: Ev herêma ku ji 10 hezar kîlomîtro kareyî zêdetir cih dagir dike di cîhanê de deşta herî mezin a xwêyê ye. Di demsala baranê de avên golên hawirdorê ku ji ser re diçin, dîmeneke nûwaze derdixin holê. Wekî din ev herêm ji aliyê lîtyûmê ve jî dewlemend e.

EG0J3M Turkey, Pamukkale, Pools and terraces

Pamukkale, (Pamukkale Travertine Terraces) Tirkiye: Ev Kevirên bi kils ên ku bi ava rengûreng a Turkuazê tijî bûne, ji ava pir mîneral a ku ji germavan rijiyayî pêk hatine. Ev herêm li nêzî bajarê  Antîk ê Romayê Hiyeropolisê ye û tevî bajêr di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire.

India, Manipur, Imphal, Loktak Lake, circular floating islands crated from water hyacinth weeds

Gola Loktakê, (Loktak Lake) Hindistan: Ev gol, bi giya û axa ku dişibe çemberên mezin, pêçayî ye. Ev gol di serî de  Pîtonê Hindîstanê û Jîbon (şebek) ji bo gelek ajalên ku nifşê wan bi tûnebûnê re rû bi rû mane, wek stargehekê ye û digel vê taybetmendiya xwe, ji bo santrala hîdroelektrîkê çavkaniya avê ye.

Colourful crater lakes of Kelimutu volcano, Flores Island, Indonesia.

Golên Krater a Kelimutuyê, (Kelimutu Crater Lakes) Îndonezya: Li ser lûtkeya çiyayê Agirîn a Kelimetuyê her yek ji rengên cuda sê golên krater hene. Gol, li gor demsalan rengên şîn, kesk, sor, reş, qehweyî û spî werdigire. Ev golên ku germahiya wan jî ne wek hev in ji aliyê xwe yê kîmyewî ve jî cuda ne.

p02kglw0

Gola Şampanyayê, (Champagne Pool) Zelandaya Nû: Wekî îskanek şampanya di vê golê de jî bê navber peqikên karbondîoksîtê bilind dibin. Germahiya rûyê germava ku 900 sal berê çêbûye digihêje 74 pîleyî. Gola ku ji aliyê sîlîkayê ve dewlemend e keviyên wê rengekî pirtoqalî girtiye. Gol, arsenîk û antîmon sûlfûr jî dihûndirîne. Li ser Zinarên li derdora wê ciwa, talyûm, zêr û zîv heye.

 

– Tekîn Çîçek / National Geographic Kurdî

Şîrove Bike