GOŞTÊ KU LI KURDISTANÊ HÊŞÎN DIBE ‘DOBELAN’

Dîmen: Nofa Rona | Jêderk: Wikipedia Kurdî

Wênegir Nofa Rona gera xwe ya li Bismîla Amedê bi ditîna genciyeke xwarinê bi dawî kir. Ew gencîne jî ‘Doberan’ e. Li Kurdistanê gelek navên cuda lê hatine kirin lê ew nav her çiqas cuda bin jî tehm heman e.

Dobelan, doberan, an jî kumî (Latinî: Tuber melanosporum) sebzeyeke wekî kartolan e. Lê tevî ku di bin erdê de şîn dibe, dîsa jî bêreh û bêpel e. Li Kurdistanê bi piranî li hêrik li ser qelaç û girên ku tu carî nehatine ajotin jixweber hêşîn dibin.

Ji bo dîtina dobelanan li Kurdistanê bi taybetî mirov radihêjin xilç an jî kêran û derdikevin lêgerîna dobelanan.

Dobelan dema wekî kartolan di bin axê de çêdibin, diwerimin û axa ser xwe diterikînin. Ji wê terikandin û werma axê tê fêmkirin ku tiştek di bin dobelan de heye. Kesên ku li dobelanan digerin, xilç an jî kêra xwe li bin dixin û dobelanê derdixin ser rûyê erdê.

Dobelan an jî kumî di xwarinê de tehma kuvarkan dide. Dobelan him bi rûnê kijandî him jî bi xavî dikare were xwarin.  

Herêmên ku dobelan lê hêşîn dibin: Çiyayê Qerejdax û herêma dora wî çiyayî, li Dêrika Çiyayê Mazî û gundên dora wê, li Qoser û gundên dora wê, li Colemêrg û Qamişloyê şîn dibin.

National Geographic Kurdî

Şîrove Bike