GUH BIDIN JINÊN ÊZIDÎ YÊN KU JI DESTÊ DAIŞ’Ê RIZGAR BÛNE

Rêxistina tundrew a bi navê DAIŞ’ê di êrîşa Şengalê de a ku sala borî pêk anîbû, gelek jin revandibûn û firotibûn. Hin ji wan jinan ji deste wan filitîn. Û gelek tişt hene ku ji me re bibêjin.

featured1-990x450 

Di meha Cotmehê de Hêzên Kurdan bi piştevaniya Hêzên Asîmanî yên Emerîkayê, Şengalê ji destê rêxistina tundrew a DAIŞ’ê rizgar kiribûn. DAIŞ’ê di meha Tebaxa 2014’an de ev herêm bidest xistibû. DAIŞ’ê di vê bûyerê de ku di dîrokê de wek Komkujiya Şengalê hat binavkirin, gelek Êzidî kuştin yan jî dîl girtibûn.

Bi hezaran Êzidî xwe avêtin Çiyayê Şengalê û li benda alîkariyê man. Li bajêr jî Hêzên DAIŞ’ê zilam, zarok û jinên pîr kuştibûn, bi hezaran jin revandibûn, destdirêjî li wan kiribûn û hinekwek kole hatibûn firotin.

Nûçegihana Dîmenan a Kurd Seivan Salima ji Îraqê ku hê zarok bûye ji welêt bi dûr ketiye, ev bûyer ji nêz ve şopand. Çend meh piştî komkujiyê li wargeheke penaberan bi jinan re axivî, ew jinên ku ji destê DAIŞ’ê filitîbûn berê ji aliyê rêxistinê wek kola dihatin firotin. Salim zêde bi zêde di tesîra çîrokên van jinan de ma û biryar da ku tiştekî bike. Ew ê neheqiyê derxista holê.

Syhan, 30.

Jidayîkbûn li;  Kojoya li herêma Şengalê

Dîroka revandinê: 15’ê Tebaxa 2014’an.

Maweya dîlbûnê: 10 meh

Syhan di wê dema bindestiyê de bûye ducanî û di 8 mehiya wî halê xwe de reviyaye. Heta ku zarok çêbe, nêzî du mehan li Tirkiyeyê maye. Dûvre vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, lêbelê nekariye zarokê xwe bi xwe re bibira. Nizane zarokê wê li kû derê ye.

Nîşeya Wênegirê: Hûrgiliyên vegotinên jinan hatine derxistin, nav hatine guhertin û hûrgiliyên ser bedena wan wek deqê ji bo parastina wan jinan ji wêneyan hatine rakirin.

Çîrokên ku jinan vegotin û wêneyên ku Salimê kişandin, parçeyekî ji projeya bin banê “Escaped”a kûr û hestiyar e. Ev proje jî aîdî projeya hê mezintir û dîjîtal a bi navê “Map of Displacement”ê.

Salim dibêje; “Her yek çîrok trajediyek e. Êşên wan pirr zêde ne. Min pê dizanî ku wek jineke Kurd û wek nûçegineke wêneyan, hewce bû ez çîrokên van jinan bi zimanê wan ragihînim dinyayê. Lazim e haya dinyayê bi jinên bindest çêbe ku hê jî bindest in.”

Cîhan

Cîhan, 20

Jidayîkbûn li;  Sînona li herêma Şengalê

Dîroka revandinê: 4’ê Tebaxa 2014’an

Maweya dîlbûnê: 10 meh

 “Wan ez bi 14 keçan re siwarî kamyonekê kirin û em birin Misulê. Em li Misulê zêde neman. Dûvre wan em birin gundekî biçûk, li wir em 15 roj man. Şert û mercên wê derê pirr erjeng bû. Wan em xistin odeyeke genî, em hemû nexweş ketin.

Dûvre em birin Reqqaya li Sûriyeyê. Wan ji me re digot “em ê we bifiroşin.” Hin ji me wek kole, hin ji me jî wek jinên xwe. Dinya pirr germ bû, germahiyeke pirr canzerî hebû. Di maleke pace û xefe de em 150 keç bûn. Êvarekê 20 zilam hatin malê û li me xistin. Ji me re gotin “hûn êdî koleyên me ne, bi ya gotina me bin, em çi bibêjin hûn ê bikin. Em ê cizayê bidin we lê em ê we nekujin, em îşkenceyê çêtir dibînin”.

Salim beriya ku wêneyên jinan bigire guhdariya çîrokên wan kiriye. Gelek ji wan jinan, bi qasî ku nekarin çîroka xwe vebêjin êşiyabûn. Hin ji wan gelek caran hatine firotin. Hin ji wan ji tecawizkarên xwe ducanî bûne. Malbata pirrî ji wan hatine kuştin.

Delvin

Delvîn, 27

Jidayîkbûn li;  Kojoya li herêma Şengalê

Dîroka revandinê: 15ê Tebaxa 2014an

Maweya dîlbûnê: 4 meh

 “Wan jin ji kesên din veqetandin û em birin dibistanekê. Li wir em du meh man. Dûvre wan em birin cihên cuda. Ku der bûn baş nizanim. Dûvre taliyê em hatin Reqqaya Sûriyeyê. Piştî 12 rojan wan ez dam malbateke Sûriyeyî. 

Ez ducanî bûm û zarokê min çêbû. Gelek tundî li me kirin. Digel ku ez ducanî bûm wan li min xist û xwestin bi min re bikevin têkiliyê. Min nepejirandibûya jî wan ê bi zorê bikira. Bi gelek caran tecawizî min kirin. Dûvre dîsa hatim firotin. Îcar jî ji bo malbateke Erebistana Siûdî. Wan kurê min ê ligel min ji bo ku bikin cîhadîst birin. Min careke din ew nedît. Li wir ez mehek û nîvek mam. Dûvre çûm bajarekî din û li wir min zarokê xwe anî dinê. Digel ku min nû welidandibû jî wan destdirêjiyê li min kir”.

Salimê soz daye wan jinan ku ku wêneyên wan digirtin, dê tu car navên wan rave neke û tika li wan kiriye ku di bûkaniya spî a Êziditiyê de ku sembola kevneşopiya wan dike, wêneyekî wan bi hev re bigire.

Salim dibêje; “him li gor kevneşopiyê him jî li gor dînî ancax piştî zewacê dikarîn têkiliya cinsî çêkirina. Ev heqê wan ji aliyê DAIŞ’ê ve ji destê wan hat girtin. Min xwest ji wan re bibêjim dilê wan hê pîr û pak e û qirêj nebûye.”  

Muna

Mûna, 18

Jidayîkbûn li; Kojoya li herêma Şengalê

Dîroka revandinê: 15’ê Tebaxa 2014’an

Maweya dîlbûnê: 4 meh

 “Dema ku em li Teleferê bûn DAIŞ’ê xwest ez bi wan re biçim. Ji min re gotin “eger tu bi me re neyî em ê serê her du birayên te jê bikin.” Ez jî bi zilamekî re çûm Misulê. Li cem malbata wî wek kole xebitîm. Bi zorê wan bi min îslam da qebûlkirin. Digel ku jina wî û malbata wî hebû jî wî bi gelek caran tecawizî min kir. Ji malbata min 5 kes hê jî di bin destê DAIŞ’ê de ne. Ez nizanim ku li ku derê ne, dijîn yan najîn.”

Digel ku Salimê biryara projeyê dabe jî pêkanîna vê projeyê û peydakirina kincê spî gelek zehmet bûye. Gelek kes dema ku ji DAIŞ’ê reviyane her tiştê xwe wenda kirine. Lêbelê rastî malbatekê hatiye ku taliyê karîne vegerin mala xwe û tiştên li mala xwe kom kirine. Li ber destê Salimê tenê kincekî spî hebûye lê wê dîsa jî kariye wêneyên jinan ji hev cuda bigire. Wê kilawa wan, kemberên wan guherandin û tarza wan ji hev cuda kir.

Dilo

Dilo, 20

Ciyê zayînê: Kojoya li herêma Şengalê

Dîroka ku hatiye revandin: 15ê Tebaxa 2014an

Maweya dîlbûnê: 8 meh

“Dema ku DAIŞ’ ket gundê me saet serê sibehê 11 bû. Me firavîn amade dikir. Ketin mala me, bi me girtin û wan em birin avahiya dibistanê. Zilam, jin û keç ji hev veqetandin. Ew ê çi bi zilaman bikirina me nedizanî. Me nedizanî ku ew ê hemûyan bikujin.

Bi keçên din re wan em birin Teleferê. Dihatin malê, kêfa wan ji kîjan keçê re bihata wan ew digirt û dibir.”

Salim dibêje; “xebata li ser van çîrokan bû azweriyek ji bo min û çiqas bikarim ewqas ez ê li ser bixebitim.

Ev êşên van jinan divê ne bên efûkirin, ne jî bên jibîrkirin. Ez qet fêm nakim di vê serdemê de ji ber rêgezên îbadetê yên hin însanan, tehde li wan însanan bê kirin. Hêvî dikim bi xêra van govaniyan, her kes fêm bike hêla DAIŞ’ê di rastiya xwe de belayekî çiqas mezin e.”

Qaliya

Qaliya, 21

Jidayîkbûn li; Telqasaba li herêma Şengalê

Dîroka revandinê 3’ê Tebaxa 2014’an

Maweya dîlbûnê: 10 meh

“Dema ku li Misûlê bûm min hewl da ku baz bidim biçim Çiyayê Şengalê. Min maleke biçûk û vala dît. Rûniştim û min dipa. Lê taliyê wan ez dîtim. Zilamekî ji wan pirsî; “çima reviyayî? Tu tirsiyayî ku em ê te bikujin?” min jê re got; “mirin çêtir e.” Wan ez birim mala wî zilamê ku ez dîl girtibûm. Wî ez xistim odeyekê, derî girt û ez qamçî kirim. Dûvre bi qabloyekê li min xist. Dûvre bi lingên min ez daliqandim perwaneya bin banî û dîsa li min xist. Ji min re got, “cizayê te dê sê roj bidome û di van sê rojan de jî xwarin û vexwarin tuneye. Eger careke din birevim, ew ê min bi du erebeyan girê bide û ew ê min du parçe bike. Piştî sê rojan wî ez ji odeyê derxistim.” .

Seivan Salim hê pitik bûye bi malbata xwe re ji Îraqê reviyane. Li Bakurê Îranê mezin bûye û di sala 2012’an de vegeriyaye Îraqê. Di 2013’an de di Çapemeniya Kurd a Herêmî de xebitiye. Niha jî wek wênegira serbest dixebite. Ji bo AP û Ajansa Wêneyan a Metrographyê wêneyan digire.

Zêdetirî van wêneyan di malpera wêneyan a Map of Displacementê de hene.

Ji bo ku alikariya jinên Êzidî ên ku ji destê DAIŞ’ê reviyane, hûn dikarin çav li malpera www.yazda.org ê bigerînin.

 Ronya Bewran

Şîrove Bike