Yek ji makîneyên herî mezin ya gerdûnê Kopîşkara Mezin a Hadronê ye ku ji bo peyitandina[1] hebûna pirtika bi navê Bozona Higssê an jî Pirtika Yezdanî tê zanîn hildiberîne, çend pirsan bi xwe re tîne. Edîtorê Zanistê yê BBC’yê David Shukman, ji ber çi, bo wê projeya mezin a nêzî 6 milyar dolar pere lê hatiye xerckirin li bersivan geriya.

Çi wexta ku lêkolînên li ser zanistê tên rojevê, meriv dipirse: qey ew hewlên ku tên dayîn hêjayî encamê ne?
Ji bo kopîşkara Mezin a Hadronê ku civata fizîkê ji nêz ve dişopîne û lêkolîna pirtikên bin atomê ji xwe re kiriye armanc jî rewş ne cuda ye.
Kopîşkara Mezin a Hadronê yek ji cerbên herî mezin e ku heta niha hatiye kirin. Mesrefa makîneya mezin a ku ji tûnelên 27 kilomîtroyî pek tê, heta niha gihîştiye 6 milyar dolaran.
Di sala 2008an de, dema ku ew makîne cara yekem dihat bikaranîn, ez bi zanayekî Îngilîz re axivîm. Zana, gazincên xwe dikir û digot “Pisporên partikûlê, çiqas pere be û kengî dibe bila be, dibînin!”
Li gor wî, li pêşiya zanista partikûlê, kêşeyên girîng yên mirovahiyê hene.
Bêguman kêşeya yekemîn vejen e. Dema ku em bi hev re diaxivîn, zana pirsî “Heke me ji nû ve dest pê bikira me yê ewqas pere ji bo zanista partikûlê xerç bikira?”
Kopîşkara Hadronê bi kêrî çi hat?
Cerbên ku li Swîsreyê dihatin meşandin, hebûna Bozona Higssê derxistibû holê. Piştî wê jî Kopîşkara Mezin a Hadronê serkeftineke girîng bi dest xistibû. Di encama cerbê de derketibû holê ku tiştekî wisa bi çavan nayê dîtin û bi destan nayê girtin, lêbelê qeware û girse dide madeyan.
Baş e, lê di jiyana me de qet tiştek guherî? Bêguman na!
Lê Kopîşkara Mezin a Hadronê pirsên derbarê gerdûnê de ku bi sed salane tên pirsîn, hinek jî be, bersivandin.
Bi cerbên nû ya ku lihevxistina protonan pêşbînî dike, xebata pirtika ku wek “madeya tarî” tê binavkirin û bi çavan nayê dîtin, wê derkevin holê.

Li gorî bersivan mimkun e ku em bi çavekî cuda li dinyayê binêrin û jiyana me bi temamî biguhere.
Lê zanist encamên xwe hêdi hêdi dide. Hema lêkolînek tenî jî dikare deriyekî veke. Lê dibe ku lêkolîner pîşti wê bi deh salan ji vî deriyî bikevin hundir.
Vê serdema elektronîkê ku em tê de ne, bi rojekê pêk nehat. Ji bo ku em li koka vê serdemê bigerin, em mecbur in ku heta sedsala 19. biçin û dahênerên wek Michael Faraday û James Clerk Maxwell bibînin.
Ji bo vê yekê divê em niha bizanin gelo ev Kopîşkara Mezin a Hadronê piştî 50 û 100 salan di teknolojiyê de dê serîkêşiya şoreşeke mezin bike an an?
NASA’yê di salên 1960’an de bi mesrefeke mezin mirov şandibûn heyvê. Ev şandin tim û tim dihat rexnekirin. NASA’yê jî dabû zanîn ku ew çûyîn bandoreke erênî li ser teknolojiyên rojane kiriye.
Taweyên teflon û dewreyên mikroelektronîk bi saya projeyên fezayê ketine jiyana me.
Ji bo Kopîşkara Mezin a Hadronê jî rewş heman e.
Heqê zanayên fizîka partikûl heye ku bibêjin, înternet bi saya wan ketiye jiyana me.
Pêşveçûnên teknolojîk ku di vê heyamê de di asta gengeşiya teorîk de bûn, niha xwendina vê nivîsê pêkan dike.
[1] Peyitandin – Îspatkirin, piştrastkirin.
– Ayten Akgeyîk / Kovara Zanko