Lijneya WWF’ê ku ji bo parastina siruştê xebatan dimeşîne da zanîn ku “hebûna pisikê herî balkêş, mezin û bedew yê cîhanê” di xetereyê de ye.

Li gor WFF’ê piraniya deverên çiyayî yên ku leoparên berfê lê dijîn, ji ber guherîna kişwerî êdî ji bo leoparên berfê dibe zindan û nikare li wan deveran bijî. Di rapora WFF’ê de hat gotin dar û riwekên li deverên çiyayî yên ku leoparên berfê lê dijîn ji ber germahiya zêde pûç dibin û ew yek jî dê rê li ber gelek astengiyan veke. Bo nimune dê êdî leoparên berfê nikarin li hêlîna xwe bijîn.
Di rapora WWF’ê de dîmenên ji kameraya veşartî hene ku jiyana leoparên berfê ya li Moxolistanê girtine.
Li gor saziyê gelek tiştên din jî hene gef li jiyana leoparên berfê dixwin. Bi taybetî rojhilatê Hîmalayan yê ku warê van leoparan e her ku diçe di bin dagirkeriya mirovan de dimîne.
Ji ber vê yekê jî leopar ji nêçîrên xwe yên siruştî bêpar dimînin û êrîş dibin ser ajalên cotkaran. Gava ku ew êrîş bibin ser wan ajalan jî rastî kuştina mirovan tên.
Helbet mirovên li vê derê jî ewqas ne bêguneh in. Leoparên berfê bi awayekî derqanûnî ji bo bazirganiyê tên kuştin. Dîsa jî xetereya herî mezin ya li ser leoparên berfê guherîna kişwerî ye.
Seroka bernameya leoparên berfê ya WFF’ê Rebecca Mayê da zanîn ku guherîna kişwerî ne tenê gef li jiyana leoparên berfê dixwe, gef li bi sedan milyon mirovan dixwe ku ew jiyana xwe ji ava çiyayan didomînin.
Leoparên berfê bi taybetî li çiyayên Başûrê Asyayê û Asyaya Navîn dijîn. Tê gumankirin ku li cîhanê di navbera 4 û 6 hezeran de leoparên berfê mane.
National Geographic Kurdî