KOVARA ZANKO – 2

 

LÊBINÊRE  – DABARKIRIN

 

Hejmara duyem ya Kovara Zanist û Teknolojiyê Zanko derket. Zanko dîsa di vê hejmarê de cih daye bi dehan mijarên xweşik. Di hejmara duyem de bêhtir girîngî li ser zanyariyê hatiye dayîn û nivîs dîsa bi felsefeya Zankoyê hêsantir û xweşiktir hatine nivîsandin.

Di vê hejmara nû de 27 gotarên dirêj û xwedî-zanyariyeke kûr hene.

Di bin her beşên zanistê de nêzî 2 û 3 gotar hene û her gotar jî herî kêm ji 2 û 3 rûpelan pêk tê.

Kovara Zanko bi temamî bêpere ye û li ser Înternetê tê weşandin. Zanko vê yekê ji bo parastina jîngehê dike û dixwaze bila ji bo vê tu dar neyên birrîn. Zanko bi felsefeya xwe ya jîngehparêziyê, hemû beşên xwe li ser Înternetê diweşîne û di serdema nû ya înternetê de dibe perçeyeke jiyanê.

Malbata Zanko her ku diçe mezintir dibe û nivîskar û zanyarên nû dixe nav koma xwe. Malbata Zanko niha bi 22 kedkarên xwe yên dilxwaz ji bo pêşveçûna zimanê kurdî xîret dide hewlên mezin û pêngavên girîng pêk bîne.

Her proje û pêngavên teknîk û zanistî tim deme pîlanzasiya balûpal ya Zankoyê.

Zanko bi hejmarên xwe yên 2 û 3 mehan carekê, dê dîsa di warê teknîkê de bikeve refên xwe.

Şîrove Bike