Nivîs: Knvul Sheikh | Wêne: AMNH, R. Mickens |
Yanê ew mirîşka ku em li mala xwe dixwin cureyeke mayî ya ji dînozoran e.
Werdekên ku em xwedî dikin, kevok û bewranên ku li ser serê me difirin û teyrên tawûsê ku em heyranên wan in cureyeke dînozorên li Jurassic Parkê ne ku em bi tenê di fîlmên dinozoran de dibînin. Lê dibe ku di destpêkê de fêmkirina vî tiştî feraseta we hinekî bixe zehmetiyê.
Lêbelê îro gelek zanyar pê bawer in ku çûkên îro dînozorên berê ne. Heke ravekirineke baş hewce bike, em dikarin bibêjin koma guştxur ên duling ku wek teropod tên binavkirin bi peresîneke 65 milyon salî ji bobelata dînozoran sax derketine. Wisa xuya dike ku bi pirçên xwe, bi firîna xwe ya çalak û bi adaptasyona bêhempa çûkên îro wek bermayiyên qiyametê ne.
Yutyrannus huali di sala 2012’an de li Çînê hate kişfkirin û giraniya “vî zordestê rind ê bipirç” 1,5 ton bû û wekî pismamê xwe T.rex pir tirsnak xuya dikir.
Li New Yorkê, Serokê beşa paleontolojiyê ya li Mûzexaneya Dîrokî ya Siruştî ya Emerîkayê Mark Norell dibêje “gelek girîng e ku divê mirov bizanibin îro dînozor hêj di nava me de ne”. Norell diyar dike “îro 13 hezar cure nûnertiya wan dînozoran dike.”
Pêşangeha bi navê Dinosaurs Among Us’a (Dînozorên Ligel me) ku kuratoriya wê ji aliyê Norell tê kirin, li aliyekî peresîna çûkan bi bîr tîne li aliyê din jî gef li wê zanyariya popûler dixwe ku ew dînozoran wek marîjokên kesk, yên bipelik û kesk bi nav dike.
Li gor delîlên herî dawî hemû dînozorên li pêşangehê bi pirçê hatine xemilandin.
Norell dibêje; “cara ewil e dînozor bi şêwazeke herî dawî li nêzî rastiyê tên pêşandan.” Û wiha pê de diçe; “ez difikirim ku dê ev yek feraseta mirovan a li ser dînozoran bihejîne.”
Tianyulong confuciusi dînozoreke bipirç e û di endamiya malbatî de di heman beşa Stegosaurus û Triceratopsê de cih digire. [Wêne: AMNH, Roderick Mickens]
Feraseta ku Rastî Peresînê Hat
Ev fikra ku çûkên îro ji dînozoran in di civata zanistê de ne nûye. Hêj di salên 1800’an de jî li parêzgeha Massachusettsê pisporê jeolojiyê Keşe Edward Hitchcock û biyologê Îngilîz Thomas Huxley destnîşan kiribûn ku dînozor bi şopên simên xwe û bi hestiyên xwe pir dişibin çûkan. Lêbelê ev çavdêrî di nava 100 salan de heta ku ji Zanîngeha Yaleyê John Ostrom anî rojevê li pişt planan mabû û qet nehatibû rojevê ku çûk û dînozor ji heman malbatê ne.
Ostrom fosîla dînozorekî bi navê Archaeopteryx lêkolabû ku ew di serdema Jurayê de jiyaye û xwediyê bask û pûrtên çûkan e. Îskeleta ajalan a ku dişibe çûkan nîşan dabû ku ew xwediyê heman taybetiyên teropodan e. Wek; diranên tûj, lepên 3 tilî û dûvekî dirêj ê bihestî.
Ji wê demê heta niha bi hezeran dînozorên bipirç hatin kifşkirin ku ew di heman kategoriya celebên çûkan de ne. Di sala 1996’an de li Çînê teropodekî ewil a ku ne ji kategoriya çûkan e ‘Sinosauropteryx’ hate kifşkirin.
Ev Citipati osmolskae e û yek ji mînakên tirsnak ên dînozoran e ku di sala 1993’an de li Moxolistanê hate vedîtin. [Wêne: AMNH, R. Mickens]
Ev kifş him wê derfetê didin zanyaran bêyî wê çawa perçeyên jêdera çûkên nûjen bînin bal hev him jî bi vê yekê ew zanîna derbarê tevger û şiklê dînozoran de diguhere.
Wek mînak tîranozora ku bi navê Yutyrannus huali tê zanîn û beriya 125 salan jiyaye û 7 mîtro dirêjahiya wê hebûye, wek dînozara herî mezin a bipirç bûye. Ev dînozor îmaja xizmên xwe ya kevnare diguherîne.
Psittacosaurus. “Gumgumokê tûtî” ku bi qilonç e û li ser dûvê wî mûyên zirav hene xizmê Triceratopsê ye. [Wêne: AMNH, C. Chesek]
Norell dibêje “yek ji taybetmendiyên herî girîng ên Yutyrannus ew e ku bi saya wê em dizanin ku divê pûrtên Tyrannosaurus rex’ê jî hebin. Ev dînozorên mezin nedikaribûn bifiriyana.
Lê bi îhtimaleke mezin pûrtên xwe yên hov ji bo germbûnê an jî mîna teyrên tawûs ên nêr ji bo ku xwe ji yên mê bidin ecibandin, bi kar dianîn. Li gor bermayiyên fosîlan dibe ku dînozorên bipûrt xwedî rengên keskesorê bin.
Kuratorê paleontolojiyê yê mûzexaneya Rockiesê Jack Horner dibêje “heke flamîngoyên bi rengê helesor hebin, dibe ku dînozorên bi rengê helesor jî hebin.”
Riya Firînê
Li gorî Ashley Heersê ku piştî doktoraya beşa paleontolojiyê ya Muzexaneya Dîrokî ya Siruştî ya Emerîkayê lêkolîn kirine, fosîlên cuda ji şiklên kevnare ber bi şiklên aerodynamic ve hatine peresîn. Di heman demê de diyar dike ku bask jî bi awayekî merheleyî diguherin.
Heers dibêje “ya rastî ji aliyê fizîkê ve tevgera herî dijwar firîn e. Dibêje; beriya ku bi peresînê biguhere û bikaribe bifire, dibe ku perên ewil ji bo ji ser darekê xwe bavêjin ser dareke din, bikar anîbin. Dibe ku ev perên biçûk ji bo ku bikaribin ji xetereyab birevin an jî xwe biavêjin ser nêçîrên xwe an jî bikaribin bi hevrazan de hilkişin, kêrî wan hatibe.
Herwiha lêkolîneran hin dînozorên din jî kifş kirin ku ji xeynî pûrtê xwediyê hin taymetmendiyên din ên çûkan in. Wek mînak tomografiyên bi kompîtûrê ku di demeke nêz de hatine kirin û nava kiloxê dînozoran nîşan didin, wê yekê zelal dikin beşên ku fonsiyonên bibîranîn, firîn û dîtinê kontrol dikin bi qasî yên di wan çûkan de fireh e.
Lêkolîneran, ligel dirindeyên biçûk ên bi navê Citipatiyê ku hêlînên hêkan diparêzin, rastî hin mînakên din ên wekî Allosaurus mezin jî hatine ku wekî yên di çûkan de hundirê wan vala û xwediyê hestiyên sivik in.
Velociraptor Mongoliensis. Di nav taybetmendiyên vî dînozorî yên wekî çûkan de zendên lingan ên livok, zendên destan ên mivok, hestiyê şertikê û tiliyên lingan ku bi pêş ve dirêj dibin, hene. [Wêne: AMNH, R. Mickens]
Horner wiha dibêje: Însanan hizir dikir ku tu xaleke hevpar a masî, amfîbî, marîjok, çûk û ajalên guhandar tune ye û ev bi temamî ji hev cuda ne. “Niha dema em bala xwe didin hemû komên ajalan, em dibînin ku hevpariyên çûk û dînozoran ji hevpariyên ajalên din zêdetir in.”
Robert Bakker dibêje: (Kuratorê paleontolojiyê yê Mûzexaneya Zanistên Siruştî ya Houstonê. Di heman demê de di nav şêwirmendên fîlma Jurassic Parkê de cih girtiye ku di 1993’an de hatiye çêkirin.) Ligel lihevkirina li ser van hemû fikrên zanistî, qebûlkirina peresîna dînozorên bipûrt ji aliyê çanda navdar an jî serdest ve, wê dûvdirêj bidome û dê ewqas ne hêsan be. Herwiha navborî diyar dike dibe ku fikra dînozorên bipelik bi hêsanî were qebûlkirin.
“Tişta ku em hemû li bendê ne heman e: Êdî li Jurassic Parkê dînozorên tazî tune ne.”
Parzemîn Solutions
Gelo çima êdî deng ji hêlîna we nayê
Hevalên Parzemînê ?