Pêr, Hevygirtina herî kurt a sedsalê qewimî. Bûyera kozmik, bi navê “Hevya Sor” hat binavkirin û bûyer ji 5 deqîqeyan kêmtir dewam kir.
Heyv, roja şemiyê demeke kurt di bin siya Cîhanê de ma. Rengê heyvê sor bû û Heyvê di ruyê xwe de bi rengên wek zer, narincî û rengekî spîçokî xwe da xuyakirin.
Heyva Sor ya ku; li Asya, Awistralya, Emerîka û perava Pasîfîkê hat dîtin di sedsala 21’mîn de girtina herî kurt bû û bi vî awayî kete dîrokê. Heyv dê di 28’ê Îlona 2015’an de dîsa bê girtin.
Ji ber ku heyv di kêleka Ûmbrayaya weke siya Cîhanê tê dîtin derbas bû, ev bûyera Heyva Sor jî kurt hat dîtin. Ji ber ku heyv nêzî siya Cîhanê bû, tîrêjên Tavê jî kêleka Heyvê ronî kir.
Heyv, her ciqasî bi awayekî teknîkî di bin siya Cîhanê de ma be jî bi tîrejên ku ji kêleka Cîhanê ve dihat hat ronîkirin û ji çavan re wekî ku xwîn bûbe hat xuyakirin. Ev bûyera kozmik ya ku kêm derdikeve hole, kir ku rengê Heyvê jî asîman ne tenê sor, hin cihên wê zer, gewr û bi rengên cuda jî bê xuyakirin.
Cîhan, di meha Îlona sala 2015’an de jî dê kefê ji girtinan derbixe. Pêşî di 13’ê Îlonê de girtina Rojê dê bi awayekî perçeyî pêk bê, piştre jî di 28’ê Îlonê de Girtina Heyvê dê rû bide.
Mirov, dê di sala 2016’an û 2017’an de jî bibe şahidê Girtina Rojê.
– Menazîr Aslan