HIN AGAHIYÊN DERBARÊ BELAVBÛNA VÎRÛSA KORONAYÊ DE

© Nat Geo
Nivîs:  Barış Özdemir

Nexşeya Belavbûna Vîrûsa Koronayê © National Geographic

Ji me hemûyan re gotin dema hûn bikuxin an jî bêhnijîn bi navmilê xwe dev û pozê xwe bigirin û ji mirovên din dûr bisekinin. Lê kesên ku bi wan re COVÎD-19 heye gelo bi bêhnstandin û axaftinê dikarin vê nexweşiyê derbasî kesên din bikin? An jî bi gotineke din; gelo vîrûs bi hewayê belav dibe an na?

Hefteya borî ev mesele gelek hat axaftin. Lê ev pirseke tevlihev e. Bersiva vê pirsê jî li gorî kesên ku hûn ji wan dipirsin diguhere.

Dema yekî nexweş bikuxe an jî bipişke, dilopên mezin di hewayê de dimînin û kî nêzîk be diçin pê ve dizeliqin. (Gelek caran heta mîtroyekê dikarin biçin lê carnan dikarin xwe bigihînin cihên dûr jî).

Ji van re dibêjin dilopên ku dibin sedema bêhnstandinê û pispor dibêjin gelek meriv bi vî awayî bi nexweşiya COVID-19ê dikevin.

Ev dilop bi taybetî jî yên mezin (dilopên ji 5 mîkromîtroyê mezintir) nikarin xwe bigihînin cihên dûr û nikarin li hewayê zêde bimînin.

Lê çend cureyên van dilopan hene. Dilopên ku zehf biçûk in, him bi kuxik û bêhnijînê him jî bi bêhnstandin û dayînê jî derbasî yekî din dibin. Ji van re dibêjin; biyoaerosol û ev him dikarin xwe bigihînin cihên dûr him jî dikarin demeke dirêj li hewa bimînin.

Lê gelo ji van biyoaerosolan COVID-19 derbasî mirovan dibe an na?

Bersiva vê pirsê ji bo xebatkarên tendursitiyê û mirovên ku li derdora nexweşan dixebitin pir girîng e. Lewma lêkolîner jî ketine pey bersiva vê pirsê.

Yek ji rêbaza tespîtkirina vê yekê ev e: Divê ji hewaya cihekî ku ev nexweşî lê heye mînak bên girtin û piştre werin kontrolkirin ka tê de perçeyên RNA’yê yên vîrûsê hene an na? Di gotarekê de ku hêj nehatiye weşandin lêkolîneran ji hewa û erdê odeyên ku nexweşên COVID-19ê lê dimînin, mînak girtine. Di lêkolînan de dîtine ku di nav wan de perçeyên SARS-CoV-2yê hene.

Lêbelê di xebateke din a weşana Infection Control & Hospital Epidemiologyê de deh santîm dûrî erzinga nexweşan ji hewayê mînak hatine girtin û di wan mînakan de tu vîrûs derneketiye. Divê ev yek jî were gotin ku di vê gotarê de tenê li ser 8 mînakan lêkolîn hatine kirin.

Mirov bi Bêhnstandin an jî bi Axaftinê bi Nexweşiya COVID-19ê Dikeve an na?

Wateya van tiştan çi ye? Lijneya Lêkolînê ya Netewî ya Emerîkayê hefteya borî ji rayedarên hikûmetê re got; dibe ku ev vîrûs bi riya biyoaerosolê evqas zû belav dibe.

Endamê Lijneya Daîmî ya Gefên li ser Tenduristiyê yên Sedsala 21. û Nexweşiya Şewbên ku Nû Peyda Dibin Harvey V. Fineberg di nameya xwe de wiha got: Lêkolînên di destê me de nîşan didin ku dema nexweş bêhn didin, hewaya ku ji devê wan derdikeve dibe sedema peydabûna biyoaerosolan û SARS-CoV-2 jî ji ber van biyoaerosolan belav dibe.

Lê piştre tê gotin divê mirov dîsa jî bi baldarî li van encamên ku heta niha hatine bidestxistin binêre.

Virûsên Koronayê

Di piraniya xebatan de ku behsa wan hat kirin, vîrûsên nexweşiyên berê yên wekî SARS û şewbê hatine bikaranîn. Dibe ku encama van nexweşiyan ne wekî ya COVID-19ê be. Her wiha dema di xebatekê de di hewayê de RNA’ya vîrûsê were tespîtkirin, ev nayê wê wateyê ku ev RNA wê teqez bibe sedema nexweşiyê. Lewra dibe ku RNA’ya di wê hewayê de kêm be û ji bo belavkirina nexweşiyê têrê neke.

Lê Finerberg vê yêkê jî dibêje; Heke di hewa û aerosolan de RNA’ya vîrûsê hebe, îhtimal pir zêde ye ku vîrûs bi vî awayî belav bibe û bibe sedema nexweşketina mirovan.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ji bo vê mijarê daxuyanî da got; heta niha em nizanin ka ji xeynî rewşên taybet mirovek ji ber biyoaerosolên di hewayê de bi COVID-19ê ketiye an na.

Rêxistin derbarê vê meseleyê de dibêje; ji bo ku were tespîtkirin ka ev nexweşî bi hewayê belav dibe an na, divê cih û şert û mercên hewce werin avakirin û kiryarên ku dibin sedema peydabûna aerosolan werin pêk anîn.

Ji bo vê çend tiştên hewce hene û yek ji wan jî divê nexweşeke/î ku bi respîratorê ve girêdayî ye jê bê derxistin.

Gelo mirov dikare vîrûsa COVID-19ê di hewayê de tespît bike? Heta niha di hin nivîsên zanistî de derbarê vê mijarê de hin dane hatin parvekirin. Ji ber vê di hin nûçeyan de hat îdiakirin ku vîrûs ji hewayê jî belav dibe. Lê divê mirov van nivîsên zanistî bi baldarî binirxîne. 

Niha krîzeke wisa heye ku rewş her tim diguhere. Di pêvajoyên wiha de ya baş ew e ku mirov guh bide pêşniyarên saziyên mîna RTC’ê. Her wiha lêkolîn hêj dewam dikin lê ev nayê wê maneyê ku em bikevin nav tirs û xofê.

Ji bo xweparastinê tiştê herî baş ew e ku mirov zêde nêzîkî kesên din nebe û xwe îzole bike.

Jixwe ji bo xebatkarên tenduristiyê ku rewşa wan zehmettir e, tê pêşniyazkirin ku maskeyê bidin ber devê xwe.

Tiştê herî baş ku mirov bike; divê çiqas ji dest were li malê bimîne, agahdariyên nû bişopîne û hay ji hev hebe.

Heke Bêhn Neyê Pozê We û Tehma Xwarin û Vexwarinan Nemabe, Dibe ku bi We re Vîrûs Hebe

Li gorî daneyên rînologên (pisporên nexweşiyên pozan) pêşeng ên Brîtanyayê, heke belasebeb bêhn neçe pozê mirovekî, nîşaneyên din ên vîrûsê pê re tunebin jî dibe ku ew mirov bi vîrûsê ketibe.

Li gorî rapora pisporên qirik, poz û guhan; ji sê paran parekê nexweşên koronayê yên li Koreya Başûr, Çîn û Îtalyayê gotin ku dema bi nexweşiyê ketine bêhna tu tiştî nestandine. Profesora Komeleya Rînolojiyê ya Îngilîz Clare Hopkins û serokê Komeleya Otorînolarengolojiyê yê Îngîlîz Nirman Kumar di danezana hevpar de wiha gotin:

Li gorî welatên din li Koreya Başûr zêdetir test hatin kirin û li welêt, ji sedî 30yê nexweşên ku encama testên wan pozîtîf bû an jî bi gotineke din semptoma sereke ya nexweşên ku nexweşiya wan ne giran bû, anosmî bû.

Li gorî profesoran semptoma sereke ya nexweşên vîrûsa koronayê yên li çar aliyên cîhanê ne kuxik û kela bedena mirov e. Ew dibêjin semptoma sereke ew e ku mirov dema nexweş dikeve bêhna tu tiştî nayê pozê wî/ê û tehma xwarin û vexwarinan namîne. Di danezana hevpar de wiha tê gotin:

Hejmara nexweşên ku ji xeynî semptoma anosmiyê tu semptomên wan ên din tune ne, pir zû zêde dibe. Hevkarên me yên li Îranê jî wekî yên li Emerîka, Fransa û li Bakurê Îtalyayê ji me re gotin; hejmara nexweşên ku semptoma anosmiyê pê re hene ji nişka ve zêde bûye.

“Dema semptomên din tunebin, gelek caran testên nexweşan nayên kirin û ew kes nakevin karantînayê. Bi vî awayî ev nexweşî li hemû cîhanê hêsantir belav dibe.”

Û wiha pê de çûn; dibe ku heta niha ev nexweşî ji ber veguhezêrên nediyar ku nexweşiya COVID-19ê bi wan re heye, evqas zû belav bû.

Dibe ku bi Ciwanan re Semptomên Sereke yên Vîrûsa Koronayê Tunebin!

Profesor Kumar hevpeyvînek da Sky Newsê û got; Dibe ku semptomên sereke yên wekî kuxik û kela bedenê bi ciwanan re tunebin û dibe ku dema ew nexweş bikevin tehma xwarin û vexwarinan nemîne û bêhn neçe pozê wan:

Ciwan dema nexweş dikevin nakuxin û kela bedena wan jî zêde nabe. Lê dibe ku dema ew nexweş bikevin tenê tehma devê wan nemîne û bêhn neçe pozê wan. Ev yek jî nîşan dide ku vîrûs di pozê mirovan de bi cih dibe.

Profesor dibêjin kesên ku tehma devê wan nemaye û bêhn naçe pozê wan, ji bo ku nexweşiyê zêdetir belav nekin divê 7 rojan xwe îzole bikin.

Jêderk: ScienceAlert

Şîrove Bike