HIN ÇÎROKÊN KU RENGÊN CUDA DANE DINYAYÊ

Nivîs: Sergio Arnérto Wêne:  Alamy

Ji destanên hezar salan berê heya bi romanên modern berhemên wisa ku bandor li guherîna dinyayê û fikr û ramanên gelek nifşan kirine…Destana Homeros a Îlyadayê, bû berhemeke wisa ku ji bilî girîngiya wê ya wêjeyî, bandora wê ji serdema antîk a Grekî jî gelekî derbas kir.

Îskenderê Mezin ji temenekî piçûk ji bo ku bibe qralê Makedonyayê hatibû gihandin. Ev şahînşahiya piçûk a li bakurê Yewnanistanê ewil bi Împaratoriya Persan heya bi hemû dewletên cîranê xwe ra di şer de bû. Ji ber vê yekê diviya baş bizaniya di şer de rêberiyeke xurt ji artêşa xwe re bikira.

Gava bavê wî mir Îskender li text rûnişt. Ewil ewlehiya şahînşahiya xwe pêk anî û Împaratoriya Persan têk bir, ji Misrê heya bi Hindîstanê giş bi dest xist û axa xwe fireh kir.

Çekeke din jî di dest Îskender de hebû: Îlyadaya Homeros. Bi saya mamosteyê xwe Arîstoteles bi hûrgulî li ser vê destanê lêkolîn kiribû.

Gava derketibû seferê, ligel ku tu girîngiyeke wê ya leşkerî nebû, ji ber ku navê wê di destanê de derbas bûye li Troyayê disekine, sahneyê li wê derê hemû anîbûn ber çavên xwe. Di hemû seferên xwe de çavên wî li ser pirtûka Îlyadayê bû.

Îskenderê Mezin, di hemû seferên xwe de destana Îlyada ya Homeros bi xwe re digerand.

Destana Homeros, berhemeke wisa bû ku tevî girîngiya edebî, bandora wê ji agirê li wargehan û pirtûkxaneyên serdema antîk a Grekî derbas kiribû. Di vê berhemê de çanda jiyan û ramanî ya Grekî hatibû nexşandin.

Di navbera destana Îlyada û Îskender de danûstandinek çêbûbû. Îskenderê ku ji vê destanê xêr dîtibû, kir ku Grekî li erdnîgariyeke berfireh were axaftin û Îlyada xist nav pirtûkên wêjeya dinyayê.

Desthilatên piştî Îskender, bi saya pirtûkxaneyên mezin ên ku li Îskenderiye û Bergamayê ava kirine berhema Homeros gihandin pêşerojê.

Ev mînakeke berbiçav e ku bandor û girîngiya çîrokan ji nav rûpelan derketiye û belav bûye. Li gor Feylesofê Grekî Eflatûn (Platon), divê huner tenê ne li ser zewqê be, di heman demê de divê xêra wan bigihêje zagon û jiyana mirovan jî.

Yek ji tabletên kevir ku Destana Gilgameş li ser hatiye nivîsandin

Meriv dikare ji herêma Mezopotamyayê Destana Gilgamêş û ji Emerîkayê jî çîroka Popol Vuh a şaristaniya Mayayan wek mînak nîşan bide. Ew destan ji bo pirsên gelek çandan ên mîna “em kî ne û ji ku hatine” bûne rê û ronkayî.

Edebiyata Çînê jî xwe dispart helbestên ku bi navê Pirtûka Stranan tê zanîn. Xwendin û nivîsandina helbestan ne tenê karê helbestvanan bû. Di peywirdariya împaratoriyê de ji bo kesên ku bixwestana werin cihên bilind ezmûn dihatin kirin. Di ezmûnan de jî li ser helbestê bi hûrgulî pirs dihatin pirsîn.

Çîroka Genjî ya Xanim Musarakiyê, yekem romana modern a cîhanê ye.

Pirtûka Stranan, li Asyaya Rojhilat helbest kir şêweyeke herî girîng a wêjeyê. Romanên ewil ên girîng li dinyayê di bin bandora helbestê de bûn. Nivîskar Murasaki Shikibu di destpêka sedsala 11an de, beriya berhema xwe Genjî ku wek romana ewil a dinyayê tê qebûlkirin dinivîse, hînî zimanê Çînî bûbû û nêzî 800 helbest di berhema xwe ya 1000 rûpelî de bi cih kiribûn.

Ereban yekem car çîroka bi devkî wek bi nivîskî nivîsand, bi erebî.

Ereban yekem car çîroka bi devkî wek bi nivîskî nivîsand

Gava Ereb ji Çîniyan hînî çêkirina kaxizê dibin, hin çîrokên ku berê devkî bûn dinivîsin û hin berhemên mîna “Çîrokên Hezar û Yek Şevê” derdixin holê.

Li dinyayê bi saya ku hejmara mirovên xwende zêde bû, hin kişfên wekî kaxiz û çapxaneyan bandora çîrokên nivîskî zêde kir.

Keybanû Şehrazad Çîrokên Hezar û Yek Şevê dibêje

Keybanû Şehrazad Çîrokên Hezar û Yek Şevê dibêje.

Ew çîrokên ku ji helbest û çîrvanokên destanî yên ji berê rengîntir, him aliyekî wan ê perwerdekar û him jî yê şahiyê hebû.

Di Çîrokên Hezar û Yek Şevê de bêjerê çîrokan Şehrazad behsa Qralê Pers Şehriyar dike -ku ew her şev, piştî bi her jina ku pê re radizê serê wê jê dike- herwiha Şehrazad hewl dide bi rêya van çîrokan Şehriyar bike mirovekî dilbirehm û xwedîrûmet.

Nîgareke Keybanû Şehrazadê ya ji destê Sophie Gengembre Andersonê.

Di dîroka piştî edebiyatê de jî helbest, çîrok û destanan mohra xwe li dîrokê xist. Helbestvanê Îtalyanî yê sedsala 13. Dante Alighieri di berhema xwe ya bi navê Komediya Xwedayî (it; Divina Commedia) de gava Dojeh, Bihuşt û Erafê li gor baweriya Îsevîtiyê pênase dike forma helbesta epîk bi kar tîne.

Bi ser de, Dante berhema xwe ne bi Latînî, bi zaravayekî li herêma Toskanayê nivîsandibû. Bi saya vê, zimanê ku îro em wek Îtalyanî dizanin li herêmê belav bû. Ev jî mînakeke pir baş e ku nîşan dide edebiyet çiqas tesîrê li ziman dike.  

Komediya Xwedayî ya Dante ji bo bandora zimên a li ser wêjeyê mînakeke pir xurt e. Bi saya vê berhemê zimanê Îtalyanî belav bû.

Veguherîna herî mezin a di qadê de ew e ku Johannes Gutenberg rêzik û teknîkên li Çînê pêş dixe û li Bakurê Ewropayê çapxaneyê saz dike. Bi saya vê jî pirtûk gihaştin girseyeke mezin. Wek edebî romanê mohra xwe li vê dewrê xist û wek xwînerên nû jin derketin holê û bi pirsgirêkên civaka modern re jî eleqedar bûn.

Pirtûka Frankensteinê ya Nivîskarê Brîtanî Mary Shelleyê wek gava yekem a ber bi honaka zanistî ve tê hesibandin.

Bi Frankensteina Mary Shelleyê gavek ber bi honaka zanistî ve hat avêtin û cih de nakokiya navbera potansiyela hilweşandin û sozên ûtopîk ên zanistê. George Orwell bi berhema xwe ya 1984an û Margaret Atwood jî bi berhema Çîroka Xidamê (The Handmaid’s Tale) dan pey vê kevneşopiya nûjen.

Herwiha roman di têkoşîna welatên berpêşketinê an jî serxwebûnxwaz de tesîrdar e. Di salên 1960yî ên Emerîkaya Latînî de Gabriel Garcia Marquez bi berhema Tenêtiya Sedsalan bangî çend nifşên parzemîna xwe dikir.

Ji bo serxwebûneke siyasî pêdivî bi serxwebûneke çandî hebû, roman jî ji bo vê amûreke gelek kêrhatî bûn.

Her çend xwendin û nivîsandin digîhaşt girseyeke mezin û ev bi kêrî nivîskaran dihat jî çapxaneyan, kontrol û sansûra li ser wêjeyê jî hêsantir kir. Li welatên bi rejîmên zordest, gelek kes ji bo ku ji sansûrê xilas bibin çapxaneyên jêrzemîn ava dikirin. 

Îro em di warê teknolojiya nivîsê de di serdemeke şoreşî de ne. Înternet şêweya xwendin û nivîsandina me jî pêşdaçûna wêjeyê jî û kî dikare xwe bigihîne wê jî diyar dike. Em di destpêka serdemeke wisa de ne ku wê nivîs bikeve nav veguherîneke mezin.

Parzemîn Solutions

Şîrove Bike