Jûriyên Nobelê Poşman Dikin!
Her çendî standina Xelata Nobelê kedekê bixwaze jî hin kesên xwedî xelat hene ku vê xelatê heq nakin. Nobela xwe distînin, lêbelê yên ku Nobel dane wan jî heyîrî dihêlin û wan poşman dikin. Vaye lîsteya hin kesên “nezan û pirzane” yên ku xelata Nobelê qet û qet heq nekirine. Bottom of Form
Navdariya James Watson ku bi kifşkirina çêbûna DNA’yê bi dest xistibû, piştre di bin siya daxuyaniyên wî yên li ser nijadî û hişmendiyê de ma.
Nijadperest, sextekar û dijminê jinan… Va ye lîsteya kedxwarên Nobelê ya têr û tijî. Heke em wan kesan ji lîsteyê derxin dîsa jî yên baş dimînin.
National Geographicê, dema hefteya Nobelê dest pê kir lîsteyek weşandibû, di vê lîsteyê de kaşîfên gelek tiştên baş ên ku xelata navdar heq nakin cih girtibûn. Niha em ê çav li wan kesan bidin ku bi rastî jî Nobel qet heq nekirine!
Hin kesan hevkarên xwe yên jin ku di rêya vê serkeftinê de piştgiriya wan kiribûn, nehesibandibûn.
Hin kesan, ev navdariya xwe di zanista sexte de bikaranîbûn.
Hin kesan jî di bin navê lêkolîna agahiyan de nijadperestiya xwe nîşan da.
Ji bo hêsaniyê me demên herî xirab ên dîroka Nobelê ji hev cuda kirin.
Hefteya borî Nobel hatin belavkirin. Di nav xwediyên xelata Nobelê de welatiyekî Tirkiyeyî hebû. Aziz Sancar bi saya formûla verastkirina DNA’yê di beşa kîmyayê de Nobel stand. Sancar piştî wergirtina Nobelê hin daxuyanî dan ku civak mat û metelî hişt. Sancar ji ber ku bi eslê xwe ji bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bû ji aliyê peyamnêrên BBC’yê ve jê re nijada wî hate pirsîn.
![[Wêne: Aziz Sancar – AA Images]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/10/aziz-sancar_019399072.jpg?resize=618%2C309)
Sancar di daxuyaniyên xwe de jî zimanekî nefirî li dijî BBC’yê bi kar anî û wan wek ‘file’ bi nav kir. Filetî normal, bikaranîna vê yekê wek dijûn jî zimanekî nefirî bû, ango anormal…
Û.. Kesên ku xwe bi çermspîtiyê ji reşikan bilindtir didîtin…
William Shockley, dahênerek ji yên transistorê bû ku cara ewil silîkon biribû Newala Silîkonê
Lê mixabin di heman demê de nijadperestekî pir tund bû.
Di sala 1956’an de Xelata Fizîkê ya Nobelê bi dest xistibû.
Lê di salên peyre tevî ku di mijarên biyolojî û genetîkê de tu perwerdehiya wî tunebû ji bo ku piştgiriyê bide fikrên xwe yên nijadperestî serî li zanistê dabû. Bi vê yekê dixwest nijadê xwe bilind, yên din jî biçûk nîşan bide.
Ji ber baweriya xwe ya ku kesên reşik, çermspiyan ji aliyê hişmendiyê ve ji xwe baştir didîtin zûtir zêde dibin”, hişyariya “peresendiya berovajî” da.
Di nav pêşniyazên wî yên çareserkirinê de ev hebûn; “rakirina pergala alîkariya civakî û ji devla vê jî kesên ku xwediyê genetîka bextreş in, dê bên xesandin û ji ber vê yekê jî alîkariya pereyan bistînin.’’

Kesên Ku Zanist Qebûl Nedikirin…
Kary Mullisê ku di sala 1993’an de Xelata Kîmyayê ya Nobelê stand, gelek kêf dikir ku ew wek “nalebar” bê naskirin.
Di berhema jînenîgariya xwe ya bi navê Dancing Naked in the Mind Field de pesnê dilpakiyên astrolojiyê dide, behsa dibêtiya hevdîtina ligel fezayiyan dike. (wek rakunekî bişewq xwe nîşanî wî dane) û qebûl dike ku wî car caran jî LSD bi kar aniye.
Lê mixabin di nav fikrên nalebar û cudaxwaz ên Mullis de heta bi qebûlnekirina AIDS’ê jî heye.
Wek xwediyê Xelata Nobelê bi navdariya xwe, ji bo piştgiriya teoriyên biyolog Peter Duesberg digot ku vîrusa HIV’ê bê zirar e û (tevî ku zêde delîl hebin jî) digot AIDS ji ber tiryaka kêf û şahiyê û ji ber dermanên HIV’ê derdikeve. Ango bi henek û tînaz bi aqlê mirovan dikir.
Kesên Ku Bûne Navgîna Şer…
Di sala 1918’an de jî Xelata Kîmyayê ya nobelê gihaşt Fritz Haber ê ku ji bo wek peyn[1] bê bikaranîn, bi tevlîhevkirina nîtrojen û hîdrojenê pergala sentezkirina amonyakê bi dest xistibû.
Ev kifş li hemû cîhanê belav bibû û hilberîn zêde hatibû kirin. Herwiha Haber jî wek “zilamê ku ji hewayê nan çêdike” navdar bûbû.
Navê Haber bi kifşeke din jî dihat zanîn ew jî: Komkujiya Endustriyel.
Di dema şerê cîhanê yê yekem de bernameyek çêkiribû ku klor pêş dixist û ew dikir çek.
Di 22’yê Nîsana 1915’an de li Ypresa Belçîkayê çavdêriya vê yekê kiribû ku bi bikaranîna 6 hezar tûpên gazê yên ku di nava 10 deqeyan de zêdetirî deh hezar leşkerên Fransî û Cezayîrî kuştibûn.
![Fritz Haberê ku di sala 1918’an de Xelata Kîmyayê ya Nobelê standibû, bi kifşkirina peynê kîmyewî li hemû cîhanê birçîbûn kêm kiribû. Lêbelê di heman demê de wek “bavê çekên kîmyewî” jî bibîr tê. Kujeriyeke xirab, qenciyeke dirust dişo û dibe... [Wêne: Topical Press Agency, Getty]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/10/03nobelfail.ngsversion.1444233607689.adapt_.676.1.jpg?resize=618%2C446)
Û Em Hatin Dora Nezanan… Çi Tişt Nezanan…
Sedema ku Nils Gustaf Dalén di sala 1912an de Xelata Fizîkê ya Nobelê stand ew bû ku lêkolînerekî hêja bû û tiştên nû derxistibûn. Lewra Fenerên Behrê dîtibûn.
Kişfa wî ya bi navê Solventil, bi valfeke rojê kontrola lambeya bi gaz eyar dikir.
Roniya Nîşaneyê di derketina rojê de vedimirand û êvaran an jî -di rojên bi ewr û mij de jî- bi awayekî otomotîk pêdixist.
Bê guman kişfeke balkêş bû, lêbelê ne lêkolîneke teorî-guher bû.
Bi taybetî jî di dema lêkolînerên wek Max Planck ku di fizîkê de şoreş pêk anîbûn.
Di salên pişt re hat diyarkirin, Akademiyeyê biryar daye ku ji bo xebatên wan ên derbarê karebayê de diyariyeke hevpar dê bo Nikola Tesla û Thomas Edison bê dayîn.
Lê belê Tesla nexwest vê diyariyê bi Edison re parve bike û red kiribû.
Li gor hin nîşeyên wê demê Tesla ji ber hin sedemên aborî ji Edison xeyîdî bû û li gor hinekan jî parvekirina diyariyê wek heqaretekê li xwe didît.
Herwiha diyarî gihaştibû, kesekî ku fenera Behrê ya herî baş dîtibû.
Cudakarên Zayendan…
Gelek kesên xwediyê Xelata Nobelê hene ku di vê babetê de zêde tên naskirin.
Ligel ku bi xebat û lêkolînên xwe navdarî heq kirine, kesên ku hevkarên xwe yên jin ji vî mafî bêpar hiştine di nav van kesan de cih digrin. (Li beşa Dizên Mafan ya li jêr binêrin.)
Lê belê bi taybetî navek derdikeve pêş, ew jî Sir Tim Hunt ê ku di sala 2001an de di beşa Fizyolojî û Tibbê de Xelata Nobelê standibû.
Biyokîmyegerê Îngilîz di Hezîrana sala 2015’an de di xwarineke nîvro de ku li Seulê ji bo zanyar û rojnamegerên Jin hatibû dayîn, axaftinek kir û bi vê axaftina xwe jî di medyaya civakî de pir bal kişand. “ez pirsgirêka xwe ya bi jinan re vebêjim ji we re.”
Dema ku li laboratûwarê ne sê tişt pêk tên; hûn evîndarî wan dibin, ew evîndarî we dibin û dema ku hûn wan rexne dikin jî digrîn. Gelo divê ji bo jin û mêran re laboratûwarên cihê bên çêkirin?”
Hunt dûv re bi sedema ku dilê gelek kesan şikandiye, lêborînek xapînok weşand û gotinên xwe wek “armanc ew bû ku şîroveyeke pêkenî û îronî pêk were.” Lê di panelê de ji hevalekî xwe re axivîbû û gotibû, di bingeha şîroveya wî de “dirûstî” heye û gotibû derheqê jinên ku di qada STEMê de dixebitin û zêde nayên temsîlkirin tu fikra wî tune ye.
Deborah Blum ê ku Xelata zanistê ya Pulitzerê standibû wiha nivîsîbû: “daxuyaniyên bi vî rengî nişaneya fikrên heyî ya zahmetiya pêşketina jinan a di zanistê de ye.”
Dizên Mafan…
Dîrokeke dirêj a Nobelê ya şermezar jî heye ku xelat ji dêvla jinan gihaştine mêran.
Ji nav vane ya herî xirab û berbiçav ew e ku di lêkolîna hevpar ya mîkrobiyolog Joshua Lederberg û hevsera wî Esther Lederberg de, di sala 1958’an de Xelata Fizyolojî an jî ya Tibê ya Nobelê Joshua Lederberg standibû.
Estderbasher Lederberg vîruseke ku derbasî bakteriyan dibû keşf kiribû û digel mêrê xwe rêyeke veguhastinê ya navbera firaqên petrî dîtibûn.
Di ceribînên xwe yên ewil de ji bo bakteriyê di firaqên laboratûwarê de ji deverekê bibin devereke din ponponên wê yên pudrayê bikaranîbûn.
Îro jî zanyar di lêkolînên li ser berxwedêriya antîbiyotîkan de rêbazeke wekî wê bikartînin.
Ligel hemû alîkariyên wê jî ew nekirine hevpara Xelata Nobelê û mêrê wê jî di dema axaftina xwe ya Xelata Nobelê de bi tu awayî behsa wê nekiriye.
Mexdûrên Xeletiyan…
Zanyarê Danîmarkî Johannes Fibiger, bi kifşkirina parazîteke ku dibe sedema penceşêrê di sala 1926’an de Xelata Tibê û Fizyolojî ya Nobelê standibû. Lê belê derketibû holê ku ev fikrê balkêş bi temamî xelet e..
Fibigerê ku li ser cirdên kovî lêkolîn dikir, bawer dikir ku ew bahlûkên li ser cirdan cureyekî penceşêrê ye ku kurmikên parazit bûne sedema wan.
Xelata Nobelê bi vegotina “têkariya herî mezin a nifşê me ku bo ceribandinên tibbê kiriye” hatibû dayîn.
Lê di rastiyê de ne wisa bû. Her çiqas hin enfeksiyon bibin sedema pênçeşêrê jî sedema nexweşiya van cirdan ne parazit bûn.
Gilmikên di madeya cirdan de bi bandora parazîtan dibûn sedema kêmasiya vîtamîna A yê û ew jî ji ber vê çêdibûn.
Gelo Nobel çawa standibû? Pîsporê Epîdemiyolojiyê Parsonnet dibêje: “Heyama mikrobik di dawiya sedsala 19em de derketibû holê, ku wê demê destpêka sedsala 20em bû. ”Her wiha Parsonnet diyar dike ku “kelecaneke hebû ku wekî sedema hemû tiştî enfeksiyon be. ”Her wiha di komîteya
Nobelê de jî hevalên Fibiger hebûn, bêguman ku ev jî ji bo wî ne tiştekî xirab bû.
Û James Watson…
James Watson bi serê xwe kategoriyek e. Ji vebînerên DNA yê Watson fersenda ku dilê mirovan bişkîne tu caran ji dest bernade.
Di axaftina xwe ya li Berekeleyê de îdîa kir ku di navbera lîbîdioya zayendî, renge çerm ( digot sedema evîndarên Latînî ev e) û kiloyan û hêrsê de têkiliyeke biyokîmyevî heye.
Di hevpeyvîneke xwe de jî wiha axivî: “di Antîsemitîzmê de heya bi cihekî mafdarî heye.”
Rosalind Franklinê derfet bo keşf û xebatên wî yên bi kristalografiya tîrêjên X ê amade kiribûn, lê wî tu carî bi awayekî fermî ew nas nekir.
Berovajî vê yekê her tim hevkarên xwe ji ber cil û bergên wan rexne dikir.
Di demeke ku êdî tu tiştekî bike nemabû daxuyaniyek da û got “di mijara têgihîna Afrikî de ji ber xwezayiya xwe, ez xwe ne bextewar hîs dikim.”
“hemû polîtîkayên me yên civakî li ser vê yekê ne ku têgihiştina me û ya wan heman e, lê hemû test nîşan didin ku ev ne rast e.”
Watson, par bi dilnexweşî û bi hêstên ku dilê xwe bi xwe bişewitîne Madalyaya xwe ya Xelata Nobelê derxist mazadê û bi 4,1 milyon dolarî firot. Û di vî warî de jî bû ya/ê yekem ku xelata xwe firot.
Rachel A. Becker û Jane J. Lee alîkarî dane vê gotarê.
– Edîbe Boga
[1] Peyn – gubre.