EM KÎ NE?
Heke ji we re bibêjin ku xwe bidin nasîn, bi gumaneke mezin hûn ê ji xuyabûna xwe dest pê bikin. Lêbelê dema ku hewce be ji me re biprisin ka çi me beralî dike û me diajo, em ê nikaribin bersivê bidin û gelek ji me dê şaşomoşo bibin.
Bi rastî hinek ji me dê têbigihêjin ku aqlê me çawa dişixule.Bi giştî ji ber sedemên ku em nikarin eşkere bikin, em tevgerên bêmantiq dikin, biryarên dudilî û helwestên ecêb pêk tînin. Ev demeke dirêj e ku bersiva pirsa “em kî ne” û birastî “çi” me bi aliyekî ve dibe tê lêkolkirin. Di serdemên berê de tu kesî nedizanî di têgihiştina mirovan de aqil berpirsiyar e.
Me di sedsala borî de fêm kir ku mejiyê pişta me yê gewr û spî yê ku kîloyek û nîv giran e, rê li fikrîna me vedike.Li gorî zelalkirina tûrenasan[1] di bingeha kiryarên mejî de hişmendiya me hemûyan beralî dike. Gelek caran hin biryar hene ku em guman dikin em wan werdigirin, lêbelê rastî ne wisa ye û ew bi tenê aqlîkirin ango rasyonalîzasyon e.
Rasyonalîzasyon, ji wan biryaran re tê gotin ku ew ne ji destê me, bi binhişê me pêk tên. Ango ew biryarên ku ji aliyê hişê rojane ve tê erêkirin, rasyonalîzasyon e. Mejiyê me jî wek laşê me di serdemeke evolasyonê de derbas dibe û rastî mutasyonên biçûk tê.
Neokorteksa ku navenda fikrên rasyonelê ye, ji aliyê hin kesan ve wek “navenda fermandariyê” tê wesfandin. Em dikarin neokortekê wisa vebêjin, neokortek dişibe mehterekî[2] li ser pişta fîlekê ango fîlajo.
Mehter carna berê fîlê dide aliyê ku ew dixwaze û carna jî fîl berê xwe dide cihê ku dixwaze here, lêbelê mehter ji xwe wek ku dixwaze bi wî ali ve here tevdigere.
KUNKIRINA KILOXÊ[3] Û OPERASYONA EWIL A LI SER MEJÎ
Xebatên li ser mejîhêj zêde bi pêş ve neçûne. Lêbelê kunkirina[4] kiloxan ji beriya 7 hezar salan ve heta niha berdewam e. Qulkirina kiloxan ango bi nav xwe yên din trepan û kraniyotomî kunkirin û vekirina kiloxê ye û pêvajoya vê ya dermankirinê ye.
Cara ewil beriya ku Stonehenge di dîrokê de derkeve pêş di Ewropaya Neolotîk de hatiye ceribandin. Di ser kiloxan de ku li herêma Ensisheima Fransayê derketine holê, hatiye dîtin ku bi dirêjahiya 2 û 3 santîmîtro qul hene. Ew kun bi berhesteyan hatibû vekirin û dema ew kes zindî bû hatibûn sepandin.
Di serdema kevnare de ji Çîne heta Emerîkaya Navîn li erdnîgariyeke berfireh gelek şaristanî bi daxwaz bûn ku li ser mijara qulkirina kiloxan xebatan bikin an jî hîn bibin.
Em nikarin vê sepandinê wek operasyona mejiyî bi nav bikin, lêbelê ji ber qulkirina hestiyê rêjeya mirinê ya ji ber enfeksiyonê zêde û tekez bû. Herwiha ew operasyonên kunkirinê hin caran jî jiyan xelas dikir. Ava ku di mejiyê mirovan de kom dibû bi vê riyê dihat paqijkirin.
Di sedsala 15’emîn de doktorên berberî[5] gerok bi îdeaya ku nexweşiyên depresyon û rarayê baş dikin li Ewropayê digeriyan û hestiyê serê mirovan qul dikirin û vedikirin.
Di roja me ya niha de hêj ew kunkirina kiloxan tê kirin. Lêbelê rihetir û ewletir e. Ji ber ku hêj hin nexweşî hene ku bi operasyonên biçûk çareser dibin.
Jêder: Kovara Zanko
[1]Tûrenasî – norolojî
[2]Mehter – seyîs, kesê/a ku ajalî diajo û rê ve dibe.
[3]Kilox – hestûyê serî, qoq, qefol, kapol, qef.
[4]Kunkirin – qulkirin.
[5]Berberî – gelekî li Moroccoyê dijî.