HUBBLE’Ê ‘KOMA STÊRKÊN MEZIN’ KIFŞ KIR

Nivîs: Jonathan Amos / BBC | Wêne: NASA / ESA

Teleskopa Hubble’ê li qeraxên Kadizê li ser komeke stêrkan a 170 saletirêj dûrî me lêkolîn pêk anîn.

Di encama lêkolînê de du komên stêrkan a ku stêrkên 100 carî mezintirî Tavê hatin dîtin.

R136 observed with WFC3

Her kom bi qasî 12 stêrkên mezintirîn dihewîne.

KOVAR: Derbarê Teleskopa Hubble’ê de bêhtir agahî.

Ji wan stêrkan 4 heb ji berê ve dihatin zanîn. Berê wextê di lêkolînan de hatibû dîtin ku ji wan stêrkan R136a1 ji Dinyayê 250 caran mezintir e.

Di lêkolîna nû de li herêmeke fezayê ku jê re Ewrê Mezin ê Macellanê (LMC) tê gotin gelek stêrkên din ên mezintirîn hatin dîtin.

Li Îngilistanê ji Zanîngeha Sheffieldê Profesor Paul Crowther got “Em dibînin ku li beşeke biçûk a vê galaksiyê du dozdekî stêrk hene ku ji tavê 100 carî mezintir in. ji wan 9 heb gelek nêzî hev in.”

xw_1228699

Li aliyê çepê: Li herêma ku stêrkên mezintir hene bi rengê binefşî xuya dikin. Li aliyê rastê: Bi bikaranîna Spektografê tayetmendiyên stêrkê tên diyarkirin.

Stêrka bi navê R136a1 di sala 2010’an de hate dîtin û geştirîn û mezintirîn stêrka heta niha ye.

Ev koma di nava vê stêrkê de bi daneyên teleskopeke li Şîliyê hatibûn vedîtin.

National Geographic Kurdî

Şîrove Bike