Prag, paytexta Komara Çekî ye. Ev bajar dibe wesîle ku mirov xeyalan bike.
Franz Kafka, Wolfgang Mozart, Antonin Dvorak û Albert Einstein jî li vî bajarî jiyane.
Prag wek navenda muzîka Klasik û avasaziya Klasik û Barokê tê zanîn.
Li Parka Kampayê mirov tên bal hev, muzîkê guhdar dikin, kuçikên xwe digerînin, sporê dikin û bi hev re dilîzin. Ji ber van aktîwîteyan ev der jî yek ji wan cihan e ku welatî tên serdanê.
Li Parka Kampayê mûzeyek heye ku li vir berhemên hunermendên navneteweyî û herêmî tên pêşkêşkirin. Herwiha li vir di nava salê de 4- 5 pêşangeh tên lidarxistin.
Girê Petrinê, li Pragê cihê hezkiriyan e. Tê gotin ku di 1ê Gulanê de hemû destgirtî diçin serê gir û di bin darên ku kulîlk vekirine hevdu maç dikin. Hûn dikarin ji serê gir, navenda bajarê dîrokî temaşe bikin.
Li Ewropaya Navîn navenda hilberîna bîrayê ya herî kevn li Pragê ye. Li vir ev 500 sal in bîra tê çêkirin.
Li herêma Smîchovê ji sala 1869’an heta niha Bîraxaneya Statopramen heye. Lê niha saziyeke Belçîkî ev der kiriye. Li vir di pêşengehên înteraktîf de mêvan tên û derbarê dîroka bîraya Çekan de agahiyan werdigrin.
Li rojavayê Pragê li herêma Carlsbad ango Karlovy Varyê krîstalê Moserê tê hilbêrin. Ev markeyeke Çekan a kevneşopî ye û dikaneke çeleng li qada kevneşopî ya bajêr heye.
Pragî dema ku li bajêr digerin ji vê qadê derbas dibin. Ev qad xwedî avasaziyeke çeleng e û derdora wê her tim tijî ye. Lê li vir saeta gerê ya herî xweş danê sibehê saet di 06:00’an de ye
U Zlateho Tygraya li Qada Kevn tenê ew cih e ku tûristan naxapîne û ew tên vê derê bikar tînin . Ji bo welatiyên li bajêr jî cihekî taybet e.
Li Pragê hunermendiya kûklayan xwedî paşerojeke kevin e. Li Galerî Marîonetteya ku li Qada Kevn e hêj kûklayên bidestançêkirî hene. Ev der jî bi tenê yek ji wan cihên li Komara Çekê ye ku hilberîna kûklayan lê tê kirin.
Beriya Şoreşa Kadîfeyê ya 1989’an Diwarê Lennon bûbû nîşana azadî û demokrasiyê. Niha diwar, dîwarê zarok û ciwanan e ku fikr, raman û hêviyên xwe li ser dinivîsin.
Yên ku dixwazin peyker û avahiyên taybet bibînin, dikarin biçin serdana peykera Cross Club. Hûn dikarin bi roj çay û qehweya xwe vexun, bi şev jî dikarin biçin bar û kulûban. Ev der bi taybetî cihê ciwanan e ku dawiyê heftiyê li hev kom dibin.
“Mala Ku Direqise” ku nêzî “Pira Charles”ê ye di sala 1996’an de ji aliyê mimar Frank Gehry ve hatibû çêkirin. Ev der berê wek Mûzeya Kubîzmê dihat bikaranîn.
Hûn dikarin ji vê avahiya ku li ber keviya çem e li bajêr binêrin. Ev der di nav bajêr de mîmariya herî serkeftî ye.
– Menazîr Aslan – National Geographic Kurdî