Nivîs: | Cûneyt Ewrareş |
Laşê mirov her tim rastî êrîşa vîrûs û bakteriyên ji derdorê tê. Lê pergala îmmûn a parêzvan her tim pêşiya wan digire.
Pergala îmmûn xaneyên xirabe û mîkro-organîzmayên nenaskirî yên ku dikevin laş demildest dibîne û bi stratejiyên cuda ên parastinê wan tune dike. Stratejiyên parastinê wek xwezayî hene û li hemberî mîkro-organîzmayên bienfeksiyon xeteke parastinê ava dikin. Bi taybetî zarên mukozayê yên li made, qiriq û deverên genîtal li pêşiya gelek vîrûs, bakterî û parazîtan digirin.
Mîkrobên êrîşkar nikarin rûnê xaneyên mirî yên laş û tebeqeya rûn derbas bikin. Mukoza, rondikên çavan û tif gelek organîzmayên êrîşkar paqij dike. Di nav mukozayên laşî de enzîm û proteînên dijebakterî hene.

Parastina laş, ji aliyê Pergala Bergiriyê ya destkar an jî ya siruştî ve tê kirin. Yanê gelek parastin wek siruştî ji zayînê tên. Sîstem bi xwe organîzmayên nenaskirî dinase, ku nebe jî bi demê re hîn dibe. Pergala Bergiriyê di dema têkevtina mîkrob û vîrûsan de dijetenan hildiberîne û bariyerekê li hemberî wan datîne. Organîzmayên ku dikevin laş wekî mîkroban rastî êrîşa xirokên sor[1] (erythrocytes) tên û tên paqijkirin. Wek bertek laş li hemberî mîkroban bi îltihabê dikeve. Ew jî di laş de makrofêcê çêdike û belav dike.
Derziyên Bergiriyê
Bi saya derziyan[2] pêşiya enfeksiyonê tê girtin. Ji bo pergala bergiriya aktîf, dozeke nexweşiyê ya bi awayekî qelskirî yan jî bi xaneyên mirî enjekteyî laş tê kirin. Bi saya wê wekî derziya grîpê laş li hemberî patojenan radibe û dijetenan[3] hildiberîne. Ji bo parastina pasîf jî serûma bi antîkorên taybet ên li dijî organîzmayan tê dayîn.

Alerjî û Kêmasiya Otoîmmûnîteyê
Pergala bergiriyê gava qels bibe xwe xira dike. Gava mekanîzmayên wê xwe baş nas nekin kêmasiya otoîmmûnîteyê ya wekî diyabetê çêdibe. Bo nimûne; koendama bergiriyê gava li hemberî polen, toza li malê, mûyên ajalan an jî hinek xwarinan zêde bixebite, nexweşiya wek alerjiyê derdixe holê. xaneyên parêzvan zêde hîstamîn[4] dipijiqînin; ev jî dibe sedema bêhnijînê. Ku girangtir bibe şokê dide laş û heta kêmasiya dil jî derdixe holê.
[1] Xirokên Sor; Red Blood Cell, Xaneyên sorik ên di nava xwînê de.
[2] Derzî / Vaksîn / Kutan: Kutan bergiriya destketî ya çalak peyda dike
[3] Dijeten / Antîkor: Bnr; anticorps / antibody
[4] Hîstamîn: Pêkhateyeke nîtrojenîk a kîmyewî ye. Di rehan (demaran) de bi bizava pergala paratinê çêdibe. Formûl; C5H9N3
Parzemîn Solutions