ÎNSAN MAKÎNEYEKE BÊQISÛR E: LAŞÊ XWE NAS BIKIN

Nivîs: Cûneyt Ewrareş

Laşê mirovan xwedî toreke mezin e ku ji Xane, Şane û lebatan pêk tê. Em jî bi xêra wan dijîn. 10 komlebatên sereke yên berpirsên fonksiyonên laşê me hene.

Ew; Îskelet, Masûlke, Reh, Tûre, Endokrîn, Lîmf, Bêhnstandin, Mehandin, Riya Mîzê û herî dawî jî Pergala Zayînê ye.

Keziyên îskelet, reh û tûre bi taybetî ji bo hêsankirina pergalên din esasekê ava dikin. Îskeleta kesekî gihîştî ji zêdetirî 200 hestûyî pêk tê.

 

Bi saya wan laş bi hev ve digire, dikeve şiklekî, herwiha lebat û şaneyên laş tên parastin. Îskelet di navbera koendama masûlkeyan de xaçerêyekê ava dike ku ew masûlke 3 cûre keziyan dihewînin. Ew jî îskelet, nerme û demar in. Ew li tevahiya laşî digerin û tevgeran bi rê ve dibin. Ew kezî di nav komlebata masûlke, kardiyovaskûler û demaran de hene.

Tevî rehên dil û xwînê, di nav xwînê de jî hene. Pergala gera xwînê ku wek koendama rehan tê zanîn ji bo laş xirokên spî yên xwînê, horman û xurekan digerîne. Sîstema demarî ji bo koordînasyona laş navendeke xaneyên tûreyan e. Xeteke wisa ye ku danûstandina laş bi rê ve dibe.

Herwiha mêjî jî navenda wan a tevgerên fizîkî û hestiyarî ye. Ji gelek tûreyên ji serî û marîpiştê re fermana tevgeran tê dayîn. Ev binesaziya ku ji hestû û keziyên xwînê yên noranan pêk hatiye, di her 3 pergalên din ên laşî de hevsengiya endokrîn, lîmfatîk û riya mîzê pêk tîne.

Sîstema endokrînê komeke gulokan e ku ew ji bo pêngavên laş sererast bike, agahiyên ji koendama demarî werdigire. Bi saya vê peywendiya tûreyî haya gulokên endokrînê yên wek trîodê ji rêjeya kîmye û hormanan çêdibe.

Ji bo ku bi riya rehan belavî tevahiya laşî bibe hewce dike ew kîmyeyan hilberîne. Herwiha ew pergala kardiyovaskûler û koendama tûreyan ji bo verastkirina pergala parastinê komeke nodên lîmfê û demaran bi kar tîne.

Sîstema lîmfatîk ku em wek koendama bergiriyê dizanin ji bo birin û anîna agahiyan riya tûreyan bi kar tine. Herwiha ji bo deverên laş ên ku tesîrê jê digirin, bi riya xwînê xaneyên xwînê yên wek xirokên spî tên şandin.

Riya din jî ew e ku pergala riya mizê regûle dike û ew di vê xetê de gurçik, mîzdank û riya mîzê dihewîne. Pergala mîzê an an jî pergala gurçikan asta elektrolê ya laşê diparêze û nahêle bermayî bikeve xwînê.

Ev bermayî bi riya rehên xwînê ber bi gurçikan ve tên şandin û piştre bi riya mîzê ji laş tên avêtin. Ev hemû pergal ji bo xebitinê pêdiviya xwe bi enerjiyê heye, pergalên hênase û mehandinê jî wê demê dikevin rewacê.

Pergala Bêhnstandinê, lebateke wisa ye ji nefesa ku em digirin oksîjenê parzûn dike. Hewa ji kunên poz derbas dibe û heta jêr dadikeve, piştre derbasî pişikê dibe.

Pişikên laşê me ji wê hewayê oksîjenê derdixe û digihîne fonsiyonên cendekê me. Piştre berovajiya wê karbondîoksîdê dide derve.

Niha jî em derbasî forma xwarinê bibin.

Pergala mehandinê rêze-lebateke 9 mîtroyan e ku xwarina ku em dixwin dike enerjî. Xwarin ji devê me bi riya gewriyê derbasî roviyan dibe û ji wir jî dikeve valahiya medeyê.. Laş xwarinên kêrhatî dimije, bermayiyan jî bi riya analê diavêje derve.

Şikl û şêwaza van pergalan çi dibe bila bibe ew hemû jî bi riya zayînê çêbûne.

Ew pergal berpirsê afirandina jiyanekê ye.

Pergala Zayînê

Wek lebatên sereke di navbera zayend û follopên biziran de cudahî hene. Di jinan de tûp, uterûs û vajîna, di mêran de jî testîs û kanala spermê hene. Bi xêra dolgirtinê çêbûna lebatan dest pê dike û piştre zarok tê dinyayê.  

Mirov mekanîzmayeke pir tevlîhev e. Bes 10 lebatên me yên sereke bila saxlem bin, dê bêhna me her tim firehtir be.

Parzemîn Solutions

 

Şîrove Bike