Piştî hêviyeke mezin Apple “iPhone’a” xwe pêşkêşî hezkerên teknolojiyê kir. Hemû dinya li benda wê bû û ew jî bi kelecaneke mezin ket rojeva cîhanê.
Niha em behsa taybetmendiyên van telefonan bikin.
iPhone 6 bi her du celebên xwe ve ne bitenê mezinahî bi dest xistiye, di hemû warê teknolojîk de bi awayekî pêşketî derdikeve hemberê me. Ji ber ku him bi hêztir e, him jî xwedî hêzeke bêkêmasî ye. Rûyê wê yê hilû û metal, digel ekrana HD a Retîna hevalbendiya xwe pêş dixe. Hemû arastinên xwedî-hêz û sêwirandina cihêkarî di nava telefonan de wê dike ya bêhempa.
Vaye iPhone 6 û iPhone 6 Plus
Him pir mezin e, him jî pir zirav.
Sêwirandin: | iPhone 6 | iPhone 6 Plus | |||
EKRAN | 4.7” Retîna HD | 5.5 Retîna Ekran | |||
DAHÛRANIYA EKRANÊ | 326 ppi, 1334 x 750 | 401 ppi, 1920 x 1080 | |||
PERFORMANS | A8 Çîp / M8 Çîpa Alîkar | A8 Çîp / M8 Çîpa Alîkar | |||
KAMERA | 8 MP iSight | 8 MP iSight | |||
DÎMENKÊŞÎ | 1080p HD / 30fps / 60fps | 1080p HD / 30fps / 60fps | |||