Di nav projeyên navneteweyî yên sivîl de, heya niha a herî mezin ku hatiye pêşxistin ISS e.
HEVPARÊN VÊ PROJEYÊ : Tevî 10 dewletên Ewropayê, Emerîka, Kanada, Japonya û Rûsya jî hene.
Modûla herî dawî ya ku ji aliyê dewletên cuda hat şandin bo fezayê di sala 2010an de bi îstasyonê ve hat girêdan..
Îstasyona navneteweyî ya fezayê (ISS), ji bo lêkolînan tê bikaranîn.
AVABÛN : ISS, di sala 1998’an de hat avakirin û ji gelek modûlên cuda ên wek jiyan û jingehê pêk tê. Ji bo ku hemu modûl bi hev re bên girêdan, divê 40 baregeh bi fûzeyên mekûkê re bên şandin bo fezayê. ISS; ji cihê kontrolê, piştgiriya jiyanê, jêderka ceyranê û pergala ewlehiyê ve pêk tê. Temamiya îstasyonê di sala 2007an de gihîşt 445 mîtro dirêjahî û 27,5 mîtro bilindahiyê. Firehiya panoyên tavê jî 73 mîtro ye.
DEMA PROJE BIQEDE, ISS dê bibe îstasyona herî mezin a li fezayê. ISS, bi 8 panoyên ceyranê yên 35,6 mîtroyî ve nêzî 120 voltan 100 kWh ceyran hildiberîne. Mirov, ji sala 2000an û vir de li ISS’ê dijîn.
Têbînî: Sibvikayî di ISS’ê de dibe alîkariya pêkanîna gelek cerban, lê pêdiviya pisporan bi gelek amûrên piştgiriyê hene.
Çavkanî: Kovara Zanko
Şîroveyek
Pingback: | RASTEQÎN NEWS