ÎZLENDA: WELATÊ KU ŞEYTAN PÊ LÊ KIRIYE

Welatek bifikrin ku li ser çiyayên wî yên agirîn bi sedan çîrok hatine nivîsandin. Em li Îzlendayê ne!

Îzlendiyan, beriya bi sed salan pêtên çiyayê agirîn wek rihê mirovan dizanibûn. Îro jî di çîrokan de tê gotin ku cînan di nav xilavan de xwe veşartine û ji bo parastina xaka xwe hewl didin.

p02jsqzy

Van çîrokên ku bermayiyên çiyayê agirîn ên giravê ku gazên bi sûlfûrîk derdixe li aliyê bakur erjengtir e. Di van çîrokan de çiyayê agirîn ê Krafla wek deriyê dojehê tê zanîn. Piştî ku şeytan ji bihuştê hat qewirandin li vê derê bi cih bûye.

p02jsqx4

Çiyayê agirîn ê Kraflayê îro pir bêdeng e, lê beriya 40 salan wek navenda aktîvîteyên jeolojîk yên derasayî dihat zanîn. Di nav 9 salan de 9 teqînên volkanîk çêbûn û 1138 mîtro ji binê erdê xilav derketin.

Tevî erjengiya xwe, gera li Kraflayê gelek hêsan e. Riyên ku diçin dojehê îro bi darînan ve hatine çêkirin. Dema mirov li ser vê riyê dimeşe, germahiya çiyayê agirîn di nav solên xwe de hîs dike. Rengê dûkela ku ji cihên derzbûyî derdikeve ji ber hesina nav magmayê dibe sor.

p02jsr2d

Li ser girê 2 krater hene. Ji yekê re Viti tê gotin û bi rastî jî manaya wê dojeh e. Gazên bi sûlfûrîk ku ji hewzên heriyê keskoyî belav dibe,çavê mirovan diêşîne.

Demekê, zeviyên lavê yên bi vî awayî weke qada şerê yezdanan dihat zanîn. Li Îzlendayê, bizavbûn û zindîbûna xwezayê, dibe sedema hêzdarbûna baweriyên bêbinî yên mirovan.

Dîmenên 18 kîlomîtroyê li başûrê Kraflayê nîşan dide ku hê jî tesîra çiyayê agirîn berdewam in. Zeviyên lavê yên ziwabûyî dişibin qesrên tarî.

p02jsr4x

Di sala 1975’an de gelek teqîn çêbûne û 9 salan berdewam kirine. Erdhejên wê çaxê dûrî 80 kîlomîtroyî jî dihat hîskirin. Îzlenda bi vê çiyayê agirîn, wek giravek tê zanîn ku xwe her tim nûjentir dike.

Mirovên ji derve tên, ji bo zeviyên lavê yên wek Kraflayê wiha difikirin “Qey dawiya dinyayê hatiye”. Lê belê pisporên çiyayê agirîn ên li herêmê dibêjin; “piştî demeke kurt a teqîna lavê, li herêmê riwek şîn bûne û jiyan geş bûye.”

Li wêneyan binêrin.

 

– Ercan Dag / Stenbol

 

Şîrove Bike