Kont Alessandro Giuseppe Antonio Anastasio Volta (18ê reşemiyaa 1745ê – 5ê adara 1827ê) fîzîkîstê îtaliyayî ku ji bo afirandina bateriya karebayê di sala 1800ê de navdar e.
JI BO KOMKIRINA ENERJIYÊ, pîl û baterî tên bikaranîn. Di van alavan de vejena ceyranê bi awayekî kîmyewî tê komkirin. Berê pîlên nîkel-kadmiyum ên ku performansa wan kêm bûn dihatin bikaranîn. Ev pîl ji ber zirara wan a li ser hawirdorê li gelek welatan hatiye qedexekirin.
KAPASÎTE : Pîla ku kapasîteya wê 4.000 m/Wsaet e, dikare bi qasî potansiyela 15 voltan saetek vejenê bide amûra bi 60 wattî.
TEKNOLOJIYA PÎLAN mêjera vejenê ya ku di heman barestê de tê komkirin her tim zêde dike û bi vî awayî dikare amûrên guhêzbar ji bo demeke dirêj bixebitîne.
PÎLÊN KU TÊNE ŞARJKIRIN her diçe bêtir di rewacê de ne. Pîlên lîtyum-iyonên ku herî zêde di notebook û telefonan de tên bikaranîn bi taybetî performanseke baş nîşan didin. Berhemên pîlên lityum poli-merê hêj jî di nav beşên herî zêde yên vejenê de ne ku enerjiyê kom dikin. Hemû pîlên ku tên şarjkirin divê bi amûrên ku bi taybetî hatine çêkirin bên şarjkirin ango ji ber xebata zêde dibe ku bişewitin û biteqin jî.
Têbînî: Pîlên ku mezinahiya wan bi qasî AA’yê ne, heya radeyekê dikarin vejenê kom bikin.
Çavkanî: Kovara Zanko