Robota kişfê ya Marsê Curiosity, li ser selfieyên ku heta niha kişandine yeke balkêş lê zêde kir. Selfieya nû li gorî wêneyên din, robota kişfê ji pêş ve jî dide nîşan.
Robota vedîtinê ya NASA’yê Curiosity, ew 3 salên xwe li Marsê derbas dike û wan demên xwe dixe nav wêneyan jî. Curiosity, dema ku di nav Kratera Galeyê de kefş dikir, çengê xwe yê robot bi kar anî û wêneyekî xwe girt.
Curiosity bi kamereya MAHLI’yê di 5’ê Tebaxê de 92 wêneyên selfieyê girtin û bi van wêneyên Kratera Gale û Çiyayê Sharpê anî ber çavan. Piştî NASA wêne berhev kirin, çengê robotik jê bir û rewşa dawî ya selfieyê bi dest xist.
Di selfieya ewil de ya ku Curiosity ji pêşve girtiyê, di serê robotê Marsê de cihaza kamerayên li bin ChemCam’ê xuya dikin. Kamerayên ku astengiyên li pêş kontrol dike û sondajê dike bi awayekî zelal xuya dike.
Curiosity, li deştên Çiyayê Sharpê xebatên lêkolîn û sondajê didomîne. Ji xeynî vê agahiyên derbarê Marsê de yên beriya milyar salan bi dest dixe. Li deştên Çiyayê Sharpê tebeqeyên kevnar hene ku ew di 5 kîlomîtro kûr de cih digirin. Curiosity jî herî zêde derbarê vê yekê de lêkolînê dike.
– Menazîr Aslan