Sepana bi navê “Neaby Friends” ya Facebookê dest bi xizmetê kir. Bi saya wê sepanê êdî her kes dikare hevalên xwe yên nêz bibîne. Her wiha bikarhênerên Facebookê li ser nexşeya derdorrê dikarin hevalên xwe bibînin û dikarin bi wan re bikevin têkiliyê jî.
Bo numune, di maç û lidarxistinekê de her kes dikare hevalên xwe yên nêzî derdorê bibîne û di wan dikare rojekê xweş derbas bike. Sepana nû ya Facebookê bi ya me civatparêziyê bêhtir pêş dixe. Ango dikarin wan sepanan ji bo ravekirina rê û rêbazê jî bi kar bînin.
Helbet ji bo dîtina hevalan divê di her du aliyan de jî sepanan “Nearby Friends” vekirî bibe û lê bi wî awayî dikarin hev bibînin. Facebook diyar kir ku bê haya bikarhêneran wê lokasyona wan nayê parvekirin.