Di dîmenên ji nêz de rûyê rengûreng ê Plutoyê balê dikişîne.
Venêrîna li Plutoyê ya ji nêz ve bêhtir ecêb dike. Lêbelê sedema wê ne ev e ku em çi dibe an nebe bibînin. Berovajî vê yekê, daneyên ku ji New Horizonsa NASA’yê tên nîşan dide ku li şûna wêneyan bi hev ve bizeliqînin, nepeniya vê dinyaya biçûk eşkere ye.
Jixwe, lêkolîna bikêf ya Plutoyê jî ev e.
Dîmenên ku heftiya borî hatin weşandin, di nav dîmenan de yê herî xweşik û eceb in. Endamên tîmê, Plutoyê dişibenine pûlên ejderhayî kaşûlê daran an jî sterkekê mar a fosîlî. Kraterên Plutoyê bi sosa mekerneya hatine dagirtin. Peyka Neptûnê Tritona ku goncalên ku dişibine kaşûlên petixan. Kanyonên kûr, keviyan wan sor, biriqî û xaromar. Di nav wan dîmenan de çiyayên Plutoyê wekî ku xwîn jê tê.
Em nizanin wateya wan dîmenan çi ye. Ger keşfa fezayê û gerstêrkan hesanî bûya, jixwe bi vî awayî em qayîl nedibûn.

Hînbûna Plutoyê, dişibe hilkişîna çiyayekî. Hûn çiqas hewl bidin ku bigihîjin serê çiyê, ewqas bikêf dibin. Bi wesayîtê daketina çiyê ji bo mirov ne balkeş e. Dibe ku dîmen heman bin, lê hesta serkeftinê? Tu eleqeya wan bi hev re tune ye.
Hînbûna Plutoyê jî dişibe vî tiştî. Divê mirov hez ji tiştên bi zehmet û nediyar bike. Lê divê mirov pirsan û nepeniyan jî qebul bike. Ku mirov dîmenên Plutoyê digihîne dinyayê ne ji ber ku hînî her tiştî dibe an jî dikare derbarê vê yekê de her tiştî zelal bike. Ya ku mirov pê kefxweş dibe, tiştekî berê her kesî dîtin û ji ber ku sedema wê hêj tu kes nizane, mirov dixe kelecanê. Sepandina teoriyan û carek din li ser tiştên ku hûn dizanin difikirin. Bi baweriya ku dê ev perwerdehî me bigihînê lûtkeyê û bi zanistî me bigihîne bersivan.

Min li dîmenên Plutoyê yên bimij nerî û pirsî, gelo bi nerîna dîmenan rewşa hewayê dê çawa bibe. Ji endamê tîmê Will Grundy pirsa min bersivand û got, “Bi rastî ez jî bersivê nizanim.” Paşe jî derbarê mantiqa kar de û dema ku bi pirsgirêkan mijûl dibin divê em bi çi pirs bikin û bi kijan hûrgiliyan mijûl bibin yek bi yek ji me re zelal kir.
Rojekê dixwazim çîroka Plutoyê vebêjim, ji dîska ku ji gaz û tozê pêk dihat, çawa li derdora Tava ciwan digeriya. Di nava milyon salan de çawa yek ji wan mezin xwediyê 5 peykan bû. Û çawa gihiştê qonaxeke wiha. Çiyayên li Plutoyê; cemedên li ser erdê cara ewil kengî şikand û derbas kir? Ger tiştekî wisa bû, bi çi awayî bû. Dema ku nû Pluto pêk dihat, gelo kevirên peykê lê ketin? Ger lê ketibin, kraterên ku wê demê çêbûn, niha li ku derê ne û çima xuya nakin? Li ser erda Plutoyê jî wekî mirovekî ku rûyê wî qermiciyê hene, gelo ev qermîçok ji kengî ve li ser rûyê Pluto hene?
Piştî vê yekê dê 4,6 milyar salên xwe çawa derbas bike?

Ji ber ku niha vê çîrokê ji we re nabejim gelekî kêfxweş im. Çimkî ev rewş tê we wateyê ku em hêj negihîştine dawî ye… Dema ku derbarê Plutoyê de em hînî her tiştî bûn (Ger em rojeke hinî her tiştî bibin) edî li holê lûtkeyek namîne. Geştûgûzarî û astengiyên ku em nafikirin an jî surprîz namînin. Heta roja ku em ji Plutoyê dakevin, navberek bidin û ji bo carekê din li çiyayekî din ê Plutoyê hilkişîn…
Serpêhatiya gerstêrka ku mafê wê hatiye xwarin bi dawî bû.
– Menazîr Aslan