Ji Serhildana Thomasî tenê ev Bermayî ma

Wêne: Mûzexaneya Arkeolojîk a Londonê | Nivîs: Ronya Bewran

Lewheya kelh a metalî û ji sedsala 14’an mayî, berê li Londonê, li qeraxa Çemê Thamesê bû û wek berhemeke dînî û alaveke bangeşeyî dihat bikaranîn. Li çar aliyên vê lewheyê bi dîmeneke ji bihuştê hatiye neqişandin. Ev dîmen zeftkirin, darizandin, rêwîtiya dawî û dardakirina Kontê Lancasterê Thomas nîşan dide. Di bin her dîmenî de nîşeyên bi Fransiyeke xerab a Çaxa Navîn hene.

Kont, pismam û neyarê Qralê Duyem Îngilistanê Edwardî bû. Bi komeke gangstêr re li hev kirin û hewl dan ku serdestiya Qral bidawî bikin, lêbelê Edwardî ew têk biribû û bi dar ve kiribû. Piştî demeke kurt, gora Kontî, bi behîtan re hat eleqedarkirin û dozdarên Kontî, ji bo ku li malên xwe bi dar ve bikin, lewheyên olî yên wekî vê çêkirin.

Pisporê li  Mûzexaneya Arkeolojîk ê Londonê Sophie Jackson wiha dibêje: “Çêkirina van lewheyan, piştevaniya Kontê Lancasterê Thomasî bû û helwesteke polîtîk û xurt a li hember Qral bû.” Dibe ku rewşa siyasî pişta Qral xurt dikir û ji ber vê jî lewhe hat avêtin. A. R. Williams derheqê vê yekê de wiha dibêje: “Mirovan, nexwest bê zanîn ku ew bi van lewheyan piştgiriya vî zilamî dikin.”

SEMBOLA SERHILDANÊ

1 – Meryem û Îsa li bihuştê rûniştine û xwe ji bo ezimandina rihê Kontê Lancasterê Thomasî amede dikin. Dîmenên ku mirina Kontî nîşan didin, ji hêla çep a jor ve bi hêla saetê ve rêz dibin. 

2 – Ev beşa hanê, piştî şerê 1322’yan ê ku Kont têk çûbû nîşan dide. Li jêrê dîmenê ev nivîs hatiye nivîsîn: “Di vê dîmenê de ez têm dîlgirtin.”

3 – Kontî dibin dadgehê. Li ser tekstê wiha dinivîse: “Têm darizandin.” Parastin ji bo wî tê qedexekirin û jê re cezaya darvekirinê tê dayîn.

4 – Kontê ku hatiye darizandin li ser hespekî, di nava xirecira neyaran re ber bi sêdarê ve dimeşe. Li ser tekstê wiha hatiye nivîsîn: “Gef li min tê xwarin.”

5 – Li nêzî kelaya Kontî a li Pontefractê, bi şûrî Kont tê serjêkirin. Bi tenê du peyvan, têra ravekirina wê demê kiriye: “Kêliya mirinê” 

National Geographic Kurdî

 

Şîrove Bike