[Wêne: NASA]

JI TAVÊ 300 TRILYON CARÎ GEŞTIR GALAKSIYEK HATE DÎTIN

NASA’yê li ser malpera xwe ragihand, Galaksiyeke ku ji tavê 300 trilyon carî geştir e hatiye kifşkirin.

Tê diyarkirin galaksî ji aliyê WISE Spacecraft’ê ve hatiye dîtin û tê diyarkirin ku ev galaksî gelek geş e.

Tê gotin ku ev galaksî piştî çêbûna gerdûnê, di nav demeke kurt de çêbûye. Galaksî ji 19 beşên valahiyê pêk te û ketiye nav kategoriya “geştirîn galaksiyên înfrared”.

Ji zanyarên ku di beşa JPL ya NASA’yê de dixebitin Chao-Wei Tsai dibêje ku sedema geşbûna vê galaksiyê girêdayî mezinahiya çalên reş in.

NASA diyar dike ku her ku çalereş mezin dibin şewqa galaksiyan jî ewqas zêde dibe û dibe ku ev galaksî jî ji ber leza zivîrandinê hîn bêtir geştir xuya bike.

– Edîbe Boga

Şîrove Bike