JÎNDARÊN ÇERXA JIYANÊ: BÊ MÊŞ Û KÊZIKAN JIYAN NABE

© Akademiya Zanistê ya Californiayê

Belkî gelek caran mirov gotiye ka ev kêzik an jî mêş nebin wê çi biguhere? Gelek ji me ji wan aciz in, em hemûyan bidin aliyekî. Lewra bê wan jiyana me nabe. Her heywan kêmzêde di nav çerxa ekosîstemê de cihekî xwe digire. Yek ji wan kêm bibe wê hinek tişt sererast neçin. Niha 5 kêzikên gelek girîng hene ku di vê rûpelê de hatine birêzkirin.

Li gorî lêkolîneke nû rêjeya kêzik û mêşan her diçe kêm dibe. Ew di asta alarmê de hişyariyeke mezin dide. Gelo ew bi ku ve diçin? Kêmbûna kêzikan destpêka xirabûna ekosîstemê ye.

5 KÊZIKÊN GIRÎNG ÊN XWEZAYÊ

Her vizeziz, xurexir û dengekî jê ecêbtir berpirsê çerxa jiyanê ye.

Hema hema hemû kêzik û kurm di nav çerxa xwarinê de cihekî girîng digirin. Gelek ajalên mezin ên wek çûk, şevşevok, amfîbî û masî -beriya ku bibin xureka nêçîrê xwe- bi kêzikan dijîn. Heke binyada kêzikan biqele ew ê di nav çerxa xwarinê de kêmasiyeke mezin çêke. Herwiha dê popûlasyona çûkan jî kêm bibe.

Bi saya kêzikên ku ji bermayiyan hez dikin xurekên kêrhatî yên di nava bermayiyan de derdikevin derve. Bi saya vê çerxa ekosîstemê dizivire. Ev kêzika bi navê gûgerîng karekî gelek kêrhatî dike û bermayiyên zirardar ên di nava zeviyan de jî paqij dike.

KUJERÊN PELXURAN

Kurmikên ku zirarê didin çandiniyê ji aliyê kêzikên dirinde ve tên xwarin. Bi saya vê kêmtir dermanên kîmyewî tên bikaranîn. Ew jî mesrefên kontrolkirina kêzikan kêmtir dike û adan jî pê re zêde dibe. Bi saya vê di pîşesaziya çandiniyê jî de her sal bi milyar dolaran kar tê kirin. Li ser berheman bermayiyên dermanên toksîk jî kêmtir dibin.

POLENGERÎ

Ji sedî 90ê kulîlkan û ji sedî 75ê nebatan mecbûrî polengeriya ajalan in ku piraniya wan kêzik in. Ji her 3 xwarinên ku tê ber me yek jê bi saya polengeriyê çêdibin. Heke gerokên polenan tunebin ew xwarin jî çênabin. Di paşxaneya xwarina me de kedkarên herî mezin moz in.

ENDEZYARÊN AXÊ

Termît û morî dikarin di demsala germ û ziwa de jî axê veguherînin. Bi saya tunelên wan axa hişk û ziwa nerm dibe. Di nav de av digere û bi avê re jî xurekên mîkro belav dibin. Li hin herêman termît li qadan tên berdan û bi saya wan ax di nav salekê de dibe axeke bibereket.

Parzemîn Solutions

Şîrove Bike