JINEK TENÊ DIKARE ÇEND ZAROKAN BÎNE?

Di sedsala 18’an de li Rûsyayê hevsera gundiyekî bi navê Feodor Vassilyev qasî 69 zarok anîne dinyayê û di dîrokê ev jin bûye jina ku herî zêde zarok anîne.

Li gor rapora ku manastira xwecihî ji bo hikûmeta Moskowê nivîsandiye, di navbera 1725-65’an de Vassilyevê 16 cêwî, 7 sêber û 4 çarber anîne dinyayê. Jinik 27 car ducanî bûye û bi tevahî 69 zarokên wê çêbûne.

In vitro fertilisation

Gelo bi rastî jî jinekê dikare ji 60’ê zêdetir zarok bîne dinyayê?

Ez ketibûm li pey ku gelo ev jinik bi riyên xwezayî dikare çend zarokan bîne. Lê piştre min dît ku ji vê zêdetir jî pêkan e.

Em ewilî li rapora Vassilyevê ji aliyê matematîkê ve binêrin ku ev agahî çiqas hev digirin. Di nav 40 salan de pêkan dixuye ku jinekê 27 caran ducanî bibe. Em dizanin ku sêber û çarber zûtir tên dinyayê.

p035s7m9

Li gor vê heke em bifikirin 16 cêwî di 37 hefteyan de, 7 sêber di 32 hefteyan de, 4 çarber jî di nav 30 hefteyan de anîbe dinyayê, Vassilyev 18 salên xwe wek ducanî derbas kirine.

Lê di jiyana rojane de tiştekî wiha pêkan e an na ew mijareke din e.

Heyama Welidînê

Divê em ewilî vê yekê bipirsin. Gelo heyama welidînê ya jinan ev qas dûvdirêj e? Welidîn bi piranî di 15 salî de dest pê dike. Di vê temenê de xerza jinan di 28 rojan carekê dest bi çêkirina bizrê dikin. Ev yek heta nêzî 51 salî ku bikeve menepozê dewam dike.

Infants getting used to water in swimming pool

Lê gelek beriya menopozê dibêtiya welidînê jî kêm dibe. Piştî 45 saliyan di her mehekê de îhtîmala ducanîbûna jinan ji sedî yek e. Lewra temen çiqas mezin bibe heymar û qelîteya toxûmê jî ew qas kêm dibe. Keç dema tên dinyayê kapasîteya wan a bizir çêkirinê nêzî milyonek e. Lê çiqas mezin bibin ev hejmar dikeve û sed hezarekê di xerzên wan de dimînin. Ji van jî bi tenê 400 heb tam digihîjin û ji aliyê xerzan ve tên avêtin derve. Ev jî tê vê wateyê ku jinekê dikare heta nêzî 30 salan ducanî bibe. Lê ber bi dawiya vê heyamê hin bizirên wan xisarê dibînin. Heke ducanî bibin jî zarok ji ber diçe û dimire.

Ber bi dawiya 40 salî xeberên ku jin zarok tînin dinyayê pirr kêm in. Piraniya jinan piştî 42-44 saliyên xwe nikarin ducanî bibin.

Herwiha jinekê çiqas ducanî bimîne ev heyama ducanîbûnê ew qas zirar dide bizirên wan û bi vî awayî her ku diçe îhtimala ducanîbûnê kêm dibe. Ji aliyê din jî em dikarin bibêjin ku di heyama mijandinê de jî îhtimala ducanîbûnê tune. Ev rêbaza kontrola welidînê ya xwezayî, dema welidînê jî kurt dike.

Li gor vê hesabê îhtimaleke mezin Vassilyev Xanim di 50 saliya xwe de jî zarok anîne dinyayê.

Pirsgirêkên Welidînê

p035s7bm

Di salên pêş de ketina îhtimala ducanîbûnê ji aliyê perspektîfa peresînî ve jî tiştekî mantiqî ye. Lewra ducanîbûn û welidîn di temenên mezin de dibin pirsgirêk û pêvajoyeke dijwar e.

Vaye mirov li vir dikeve gumanê. Gelo beriya çend sed salan jinekê li çolterên Rûsyayê di wan şert û mercan de çawa 69 zarok anîne dinyayê?

Li welatên pêşketî hejmara jinên ku ji ber pirsgirêkên welidînê dimirin, pir kêm in. Wek mînak; li gor istatistîkên Banka Cîhanê li Îngilistanê ji 100 hezar zarokên ku sax tên dinyayê, 8 jin jiyana xwe ji dest didin. Ev hejmar li Sierra Leoneyê 1100 e.

Tiştekî pir balkêş e ku Vassilyev Xanim 27 caran zarok anîne dinyayê û tu tişt nehatiye serê wê. Di demên berê bi taybetî di welidîna cêwî, sêber û hwd. de xwînjêçûn û pirsgirêkên din talûkeyên mezin bûn.

Welidînên  Pirzarok

p035s77q

Vassilyev gelek cêwî, sêber û çarber anîne dinyayê û ev yek jî îhtimala rastbûna vê îdiayê kêm dike. Welidînên bi vî awayî gelek kêm in. Wek mînak li Îngilistanê di sala 2012’an de rêjeya Welidînên cêwiyan ji sedî 1,5, rêjeya sêberan ji deh hezarî 3 û ya çarberan jî ji 778 hezarî 3 bû.

Ji bo ku welidînên bi vî awayî irsî ne dibe ku mirov ji vê aliyê li jina Feodor binêre. Lê dema em yên din bidin aliyekî jî 16 ducanîbûnên cêwiyan û sax hatina wan a dinyayê îhtimaleke pir kêm dixuye. Herwiha ji 69 zarokan 2 zarok tenê mirine û 67 zarok sax mane. Dema em şert û mercên wê heyamê bifikirin ev yek ew qas pêkan naxuye.

Heke ev hemû rast bibin jî pir zehmet e ku mirov li van zarokan binêre û wan xwedî bike. Dibe ku ji ber vê yekê be endamên malbata Vassilyev piştî bi dehan salan ji hev veqetiya ne. Tê gotin ku Feodor dema cara duyem dizewice ji wê jinê jî 18 zarokên wî çêdibin.

Hêviyên Nû

In vitro fertilisation. Light micrograph of a micro-needle (right) that is being used to inject a human sperm cell into a human egg cell. The tip of a micro-pipette (left) is holding the egg cell in place. This in vitro fertilisation (IVF) technique is known as intracytoplasmic sperm injection (ICSI). The injected sperm fertilises the egg and the resulting zygote is then grown in the laboratory until it reaches an early stage of embryonic development. It is then implanted in the patient's uterus, where it develops into a foetus. IVF allows infertile couples to conceive a child.

Dema em tên îro yanê roja me bersivandina pirsa “gelo lîmît çi ye?” bi rastî jî pir zehmet e.

Di sala 1970’yan de bi alîkariya derve rêbazeke welidînê (ART) hat dîtin û bi saya vê rêbazê rêjeya welidînên cêwî, sêber, çarber û hwd. zêde bû. Bi vî awayî bi dayikên wekîl malbat wê derfetê dîtin ku bikaribin zêdetir xwedî zarok bibin.

Li gor lêkolînên ku di van demên dawî de hatine kirin di xerzdankên jinan de “şanekurkên ovosît” bi gotineke din şaneyên hêkên negihîştî hene. Tê diyarkirin heke bi rêbazên rast li ser van xerzan kiryar bên kirin îhtimal heye ku gelek xerz bê hilberîn ku sînorê hejmara wan tune ye. Ev şane ji xeynî mirovan li ser hemû jîndaran ji bo hilberîna xerzan encamên erênî daye. Hin bijîşk zêde îhtimal nadin vê yekê. Lê hin bijîşk jî wisa bawer dikin îhtimal heye ku ev mekanîzmaya jinan were şixûlandin. Bi vî awayî ev yek ji bo wan jinan dê bibe hêviyekê ku ji ber pençeşêrê an jî nexweşiyek din nikarin biwelidin.

Îhtimaleke wiha bifikirin: bi riya ku hişyariyek zêde bê dayîn xerzdankan, xerzên jinan di carekê de bigihijînin û berdin derve. Piştre ev xerz bi operasyonekê tên girtin, li der laşên jinan dol tên girtin û dûvre dixin nav rehma dayikên wekîl. Bi vî awayî jin jî wekî mêran dikarin bibin xwedî bi sedan an jî bi hezaran zarokan.

Fertilisation, computer illustration.

Lê pispor dibêjin armanca lêkolînê ne ev bû. Ev xebat ji bo wan jinan hatiye kirin ku nikarin bibin xwedî zarok.

– Bariş Ozdemir

 

 

Şîrove Bike