Îlustrasyon nîşan dide ku di nav gerstêrkên piçûk ên wek dinyayê yên li derdora tavê de, şer çê bûye.

JUPÎTER: KUJERÊ GELEK GERSTÊRKAN

Jupîtera ku gerstêrka herî mezin a Pergala Rojê ye, dibe ku gelek gerstêrkên dîrokî ji holê rakiribin.

Dibe ku Jupîter bi milyar salan beriya vê, mîna guleyeke kozmîk di nav pergala tavê de li gelek gerstêrkên wek Dinyayê qelibîbe û ew hûr hûrî kiribin.

Roja duşemê, di kovara Proceedings of the National Academy of Sciencesê de kifşeke balkêş hat weşandin. Ev demek e pirsek hişê merivan mijûl dike. Li gorî nivîsê dibe ku ev bi kêrî vê pirsê bê: gelo pergala tav[1]ê çima ji yên din cudatir e?

Ev jî balê dikişîne ku di nav gerstêrkên asayî de, hinek hene ku ji dinyayê mezintir in û nêzî stêrkên xwe ne. Di nav pergala me ya tavê de tiştek balê dikişîne ku ew jî ev e: li derdora tavê gerstêrk kêm in. Di nav lêkolîneran de Gregory Laughlin jî heye û ew yek ji asîmannasê ji Zanîngeha Kalîforniyayê ye.

Laughlin derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Her ku diçe pergala me ya tavê zêdetir derasayî dibe.” Li gorî tîma Laughlin, di hundirê pergala tavê de gelek dinyayên super hene û nû çê bûne. Çawa ku hemû stêrk di Galaksiya Kadizê de bi cih bibûn, Nêçîrvanên gerstêrk ên ji derveyê pergala tavê jî li nêzî tavê bûn.

Ekîb bawer dike, piştî ku seyareyên mezin yên li derdora Rojê li Jupîterê qelibîne û parçe bûne; ji perçeyên wan Dinya û kevirên mezin yên li derdora Dinyayê çêbûne. Wexta ku Jupîter bi hereketa ku teorisyen bi Voltaya Mezin (Grand Tack) bi nav dikin, di nav Sîstema Rojê de de hereket dike; çend kêşên kutlewî yên xeternak pêk aniye û bi seyareyên ku güzergâha wan rastî hev hatine, lihevqelibînên wek bobelat çêbûne.

Laughlin dibêje: “Ev yek dişibe metirsiya me ya wek ku peyken li jêrê rêgeha Dinyayê digerin û perçe dibin. Lihevqelibîna wan jî wek lihevqelibînên peykan dest pê dikin û bi awayekî zincîrî dewam dikin. Xebatên me destnîşan dikin ku di Sîstema Rojê de lihevqelibîneke zincîrî ya bî vî awayî pêk hatiye.”

Dibe ku kavilên ku derketine holê ji aliyê Rojê ve hatine kaşkirin û rakirin; bi vî awayî jî qadên di nav Pergala Rojê de hatine paqijkirin.

Li gorî vê îlustrasyonê, cîsmeke asîmanî ya wek mezinahiya Heyvê, li cîsmeke din ya wek mezinahiya Merkurê, li hev qelibîne.
Li gorî vê îlustrasyonê, cîsmeke asîmanî ya wek mezinahiya Heyvê, li cîsmeke din ya wek mezinahiya Merkurê, li hev qelibîne.

ÇÊBÛNA JI KAOSÊ

Li gorî teoriye, ji enqaza bermayî ya seyareyî ya kaotîk, seyareyên hundirîn yên nesla duyem, yanî seyareyên ku em dibinin, derketine holê.

Astronoman wek 500 stêrk kifş kirin ku her yekê wan xwedî ji yekî zêdetir peyikan in. Bi awayekî asayî, di nav van de, çend peyikên ku wek Super Dinya tên zanîn yên ku qewareya wan çend qatê Dinyayê ne, cî digirin. Ev peyk, ji nêzikahiya di nav Merkur û Rojê nêziktir, li derdorên stêrkên germ digerin. Xuya dike ku baristeyên gazê yên wek Jupîterê, bi zêdeyî li derdora stêrkên xwe tevdigerin.

Wisa xuya dike ku sedema ciyê niha ya Jupîterê ya di nav Pergala Rojê ya derve ew e ku Jupîter, ji aliyê Saturnê ve hatiye dehfdan. Dûrketina Jupîterê bûye sedem ku Dinya jî di nav de, peykên hundir yên wek zinar çêbûne.

“Gelek delîl hene ku destek didin hereketa Jupîterê ya ber bi hundir û paşê jî ber bi derve. Xebatên me encamên ku ji ber vê yekê derketine holê dihewîne. Ya rast dibe ku Voltaya Mezin ya Jupîterê li dijî Sîstema Rojê ya hundir ‘Êrîşa Mezin’ e.”

HÛN BI XWE BIBÎNIN

Wê mimkûn bibe ku astronom, di nav çend mehên bê de, Jupîtera ku gerstêrkan tune dike, di şevên sayî de bibînin.

Jupîtera bi baristaya mezin ya gazê, di şevan de, wek stêrka herî biriqî xuya dike û di saetên şevê de xwe nîşan dide. Divê piştî ku Roj biçe ava, çavên we li cîsmekê bigere ya ku heta nîvê asîmanên başûrê rojhilat bilind bûye, biriqî, bi rengê krem, wek stêrkekê. Dûrbîn û teleskop jî ekîba çar peykên mezin ya ku wek werdekan rêz bûne, radixin ber çavan.

Digel ku gerstêrka bi firehiya 140 hezar kîlomîtroyî, 780 milyon kîlomître ji Dinyayê dûr e; xûyakirina wê ya ew qas birqonek, ji ber mezinahiya wê û şewqvêdera wê ya her dere wê pêk tê. Sedema ku em vê gerstêka mezin bi çavan dibinin ew e ku tîrêjên Rojê ji ewrên wê yên şewqvêder in û tîrêj ji wir piştî 38 deqeyan digijîje Dinyayê.

[1] Pergala Tavê – Pergala Rojê.

Nivîs – Mîr Mecîd – Şabiye Aydin

Şîrove Bike