KANYONA ANTÎLOPAN AN JÎ DÎMENA BIHÛŞTA XEYELAN

Kanyona Antîlopan li başûr-rojavayê Amerîkayê di navbera sînorên parêzgeha Utah û Arîzonayê cih digire. Ewqas li nêz sînorêye ku êdî parêzgeha wê jî, mijara nîqaşê ye. Niha em ji wan nîqaşan dûr bikevin û berê xwe bidin taybetmendiyên bêhempa yên Kanyonê.

Li Utahê edeteke ecêb heye, “Wênekêşên ku ji Kanyona Antîlopan, wêne negirtibe bila ji xwe re nebêjin ez wênekêş im” Bi rastî edet pir ecêb û balkêş e, lewre bi hezeran “qaşo wênekêş” li gor dîtina xelkê Utahê, li bazara dîmenan di nav liv û tevgeran de ne.

Antelope-Canyon

Kanyon, bi reng û teşeya xwe ve, bala zarokekî 5 mehî jî dikare bikîşîne ser xwe. Şikla Xwedêdayî, bihûşta xeyalan dixemilîne.

Tê pêşbînîkirin ku, berê kanyon ji ber erozyon û bagerên tund yên li ser rûyê erdê, ew şikla delal wergirtiye. Bi rastî hin erozyon, hezaz û bager dilê mirov dişewitîne, lê îşê Xwedê ew erezyona hezar sal berê, di mêjiyê me de gotina “baş bû ku, bûye” derdixe holê. Di serdema dînozorên reben de, heya vê serdemê kanyon bi sedan êş û kula baran û karesatan dîtiye û bi rûyekî xweşik derketiye li hemberê me.

Naveroka Kanyonê..

1024px-USA_10150_Antelope_Canyon_Luca_Galuzzi_2007

Her sal bi hezaran kes tê û tehma jiyanê li vir pê dihese.

Di mêjiyê hinek kesan de, “jiyan bêwateye” lê piştî dîtina wan deran, ew raman wekî translate’an dizivire.

 Çavkanî: Kovara Zanko

 

Şîrove Bike