TURBO-ŞARJA KU ŞIKLÊ KAWASAKIYÊ DIDE
Şarja turboyê ya ku di H2’de tê bikaranîn, bi alîkariya şîrketên din ên di koma KHI’yê[1] de cih digirin ji aliyê xebatkarên dîzaynê ên Kawasaki motorê ve hatiye dîzayankirin. Her endazyar dizanin ku hêz û teqet ji bo motorekê gelek girîng e û em ji bîr nekin ku ji xeynî ev her du taybetiyan, randimana zêde ya leza xurt jî bo motorekê zehf girîng e.
SARKIRINA MOTORÊ
Ji bo ku motor xwerû û kompakt bibe, pêwîstiya bi perçeyên motorê yên pergala rûnkirinê ji boturbo-şarj û vîtesê rûnê motorê sar dike.
TEKERÊN ORJÎNAL DÎZAYNKIRÎ
Jantên ji bafûna darijî, ji bo Ninja H2’yê wek taybet hatiye sêwirandin.[2]
AMBLEMA RIVERÊ YA KAWASAKIYÊ
Ji bo ku amblema Riverê li ser H2’yê be destûra taybet hat wergirtin. Ya rastî ev amblem, ji bo modelên xwedî-dîroka girîng tê çêkirin.
BEŞA MOTORÊ
Li ser ûnîteya hêza H2’yê ya Ninjayê, teknolojiyek heye ku ji bo vê motora bişarj a turbo wek taybet hatiye hilberandin. Ji van teknolojiyan hinek nû ne, hinek jî wek ji teknolojiyên Kawasakiyê ne.
Her yek amûra motorê, ji bo fonksîyonekî pêk bînin hatine bijartin. Him di şarja turboyê de ji hêla fişara hewayê ya zêde zehmetî dernekeve, him jî gava ku leza motorê derket ser H2R ya 300 ps’ê randimaneke zêde bê girtin, hemû blokên motorê 1.5x bo 2x ji bo îdarekirina fişarê hatine dîzaynkirin. A rast, mîlên eksantrîk li aliyekê, contayên serî û bloka ku ji bo debriyaj, bloka motorê ya Ninja H2R’ê hatiye dîzaynkirin wek heman e.
ŞASIYA WEK QEFESAN
Bi bikaranîna şasiya wek qefesan, pêdiviyên performansa şasiyê yên vê modelê hatine peydekirin û her wiha çareseriyek xweş û sivik hatiye dîtin.
ÖHLINS[3] ELEKTRONÎK DÎREKSIYON AMORTISOR
Eyerên mîna amortîsor ên di leza kêm de hatine hilbijartin, tesîrekê nade ser ajotina motoran. Di leza zêde de ji bo hevsengiyê suspansiyon zêde dibe.
KQS (MILÊ VÎTESÊ YÊ BILEZ)
Ninja H2 yekem motorsîkleta Kawasakiyê ye ku xwediyê milê bilez yê vîtesê ye.
ŞANZIMANA DOG-RINGÊ
Ji bo ku bilez û rehettir vîtes bê guhertin, şanzimana dog-ring hatiye hilbijartin. Ev şanziman gelemperî di Moto GP’ê an jî di Formula 1’ê de heye û li ser fîkrên tîma pêşbaziyê ya Kawasakiyê ev şanziman hatiye perisandin.
FRÊN
Ji bo frêna baştirîn, cotekê mezin ø330 mm û di granahiya 5,5 mm’yê de dîskên Brembo hatine bikaranîn.
GEWDEYA KU WEKÎ AERO-DÎNAMÎK DÎZAYNKIRÎ
Ninja H2 mîna modelên supersport ên nûjentirîn ber bi pêş ve ne wisa pir xwarkirî ye û ev yek jî tiştekî ne rasthatîye. Milên motorsîkletên supersport, bi şikla xwe ya xwarkirî dîreksiyon rehettir tê çerixandin. Taybetiyeke wiha di navberên leza bo Ninja H2’yê de hatiye dîzaynkirin nahêle ku motor leztir bibe. Sekna wê heman e û wekî aero-dînamîk gewdeyî dişidîne.
BOYAXA XWEDÎ TEKNOLOJIYEKE BILIND
Boyaxa kromê ya reş a neynûkî ku di Ninja H2’de tê bikaranîn, ji aliyê Kawasakiyê ve ji bo motorsîkletan taybet hatiye çêkirin. Rûyê biriqî yê bilind bi balkêşiya xwe dîzayna motorsîkleta ecêb hîn eceb dike.
DERBIYAJA HÎDROLÎK Û SÎNORKERA TORKA PAŞ
Bi derbiyaja hîdrolîk a kalîteya bilind, mijûlbûna bi motorê re jî hindik dibe. Wekî roja ewil rewşa wê diparêze. Bi xêra perçeyên Bremboyê, şixula wê jî hêsantir û bêhempa ye.
AMÛRÊN RONÎKIRINÊ
Ji bo bikaranîna riyên legal, di Ninja H2’yê de hemû amûrên ronîkirinê ên pêwîst hene. Ji bilî lembeya ku plakaya xwe ronî dike hemû amûrên ronîkirinê ên Ninja H2’yê bi LED’ê ne.
MAŞEYA YEK ALÎ
Yek taybetiya Ninja H2’yê ya Kawasakiyê ev e ku xwediyê motorsîkleta maşeya bi yek alî ye.
KIRTIKÊN DI NAV JANTA PAŞ DE
Bi seva torka mezin a ku ji hêla motorê ve tê pêkanîn, kirtikên ku di nav janta tekerleka paş de ne, nahêlin ku lastîk bi ser teker re bişemite.
PANELA ŞANÎDERÊ Û KONTROL
Panela şanîderê ya dîzayna teknoljiya bilind a pêşveçûyî, wekî bikaranîna balafirekê şerî ye. Bişkokên kontrolê, hemû mod û vebijarkên ekranê tîne ber tiliyên mirovan.
ŞIKLA AJOTINÊ Û ERGONOMÎKA WÊ
Lezgînî û kapasiteya leza zêde ya wê ji ber ku ewilîntir e, ji bo bikarhêneran bi tenê li selikê hatiye danîn
ZÊDEKIRINA FEYDEYÊN HATÛÇÛYA HEWAYÊ
Ji bo performansa zêde ya motora bi turbo-şarjê feydeyên hatûçûya hewayê girîng bû. Gelo hewa bi çi awayî diçe nav turbo-şarjê, hewaya şidiyayî bi çi awayî diçe motorê, hewa û sotemeniya ku hatine şewitandin çawa tên valakirin, ji bo zêdekirina randimanê û ji bo peydekirina taybetiyên hatûçûya hewaya dirust bi rêk û pêk hatiye lêkolînkirin.
SUSPANSIYON
Li pêş KYB AOS-II suspansiyona pêşbaziyê di nav motorsîkletên kolanê de cara ewil e. Li paş, suspansiyona paş mono-shock a tam eyarkirî ahengdariyeke bêhempa ye.
KIBS[4] (pergala frena antî blokajê ya jîrek a Kawasakiyê)
Pergala frena antî blokajê ya jîrek a Kawasakiyê, frenkirina naturel diparêze û li aliyê din ve pergalekê ji bo modelên supersport, taybet hatiye dîzaynkirin zêde pejnbar e.
THROTTLEYÊN COT[5]
Bi xêra hêza zêde û kontrola mêjiyê duduyan,throttleyên cot jî bi awayekî hêsantir tê bikaranîn.
ŞANÎDERA AJOTINÊ YA EKONOMÎK
Berxwarina sotemeniyê ya normal nîşan dide, ajotinê dike ekonomîk û ji sotemeniyê kêm dixe.
[1]KHI – The Kawasaki Heavy Industries (koma şîrketên Kawasakiyê).
[2]Sêwirandin – Dîzaynkirin, çêkirin.
[3]Öhlins – şîrketeke perçeyên wesayîtên pêşbaziyê hildiberîne. Şîrketeke Elmanî ye.
[4]KIBS – (Kawasaki Intelligent anti-lock Brake System).
[5]Throttle – Throttleyên gazê, tiştekî dişibe peran. EN: throttle