PERGALA CEMIDANDINA HEWAYÊ MOTORÊ
Dema qutiya fîltreyê ya hewayê di navbera hesinên şasiyê de bê bicihkirin, dibe ku mêtina hewayê di bin tesîra germahiya motorê de bimîne. Pergala cemidandina hewayê, sirê di qanalên kêleka grenajande dişîne qutiya fîltreya hewayê. Kêmbûna performansê ya ji ber germahiyê hindiktir dike . Divê ev, wek Ram-Airê neyê dîtin.
DUÇILQA (FORK) FONKSIYONÊN WAN JI HEV CUDA
PÎSTONA MEZIN
Li ser bikaranîna rasterast û hêsanî ya Z1000î, em dikarin bibêjin ku kar û barê suspansiyên nû, pirr e. Duçilqa ku fonksiyonên wan ji hev cuda ya nû – pîstona mezin, ji bo ajotina nav bajêr potansiyelek sportî û rehetî ya îdeal ji motora we peyda dike. Bi pêkhatina Duçilqên Showa[1] (Showa Forks) û pîstona mezin duçilqa nû, ji her du aliyan re fonksiyoneke îsprîng[2] pêşkêşî dike, ji aliyê çepê re eyara barkirinê, ji aliyê rastê re jî peywirên “refleksê” pêk tîne.
XUMÎNIYA MÊTINA GAZÊ YA KU SERÊ MIROVAN DIÊŞÎNE (3W)
Tevî ji bo ku lezgînî bi awayekî fîzîkî bê hîskirin û ji bo kêfek bihîzbariyê jî bê stendin hatiye çêkirin. Dengê hilgirtina gazê ku bi rêk û pêk hatiye sewirandin hêmana bingehîn ya kelecana ajotina nav bajêr ya ku Z1000î pêşkeş dike.
PEVXISTINA RADIAL
Erkên Kalîperên Monoblok[3] yên di pakêta frênê ya qalîte-bilind de; 3 dîskên petal[4], kalîperên monoblok ên bi radyal pevxistî[5] û silîndîra sereke ya frêna pêş a kalîpera monoblok hene. Kalîperên Monoblok ên nû û balataya frena nû piştgiriyê dide hîsa ferênkirinê ya bêkêmasî û hêza rawestinê ya bêhempa.
SILÎNDÎRA 1043 CM3 A BI CEMIDANDINA AVÊ
Bi hêza xwe ya bêmesal,motorsîkletê dikêşe û zewqa xwe dide tehmkirin. Bizava motorê[6] ya bêkêmasî bi hîta dewra nîvî ya bihêz û bi xuminiya ku serê morovan gêj dike û kelecana ajokeran zêde dike. Bi rastî xuminiya ku serê mirov gêj dike, em dikarin bi awayekî erênî berdest derbas bikin. Bizava wê ya rasretast a bi saya eyara motorê ya nû û diranîtên[7] kin, potansiyela Z1000ê ya bikaranîna nav bajêr zêde dike.
DÎREKSIYONA BAFÛN[8] YA STÛR
Dîreksiyonên stûr yên pir-eyar ku ji bo karaktera sûpernakedê gelek îdeal in, kontrola ajokaran hêsantir dike.
ŞAŞIYA BAFÛNÎ YA BI COT-BAR
Şasiya ku gelek pêdandî ye, di radeyeke mezin de xwedî taybetiyeke navendî ye. Di navbera vegereke yekcarî û bikaranîneke şidiyayî de hevkêşeyê pêk tîne. Şasî ji 5 perçeyên darêj[9] yên bafûn pêk tê. Gewdeya dîreksiyonê şasiyên milên çepê û rastê û 2 perçeyên çeprast.
2 perçeyên şasiyê yên sereke xwedî beşên çeprast in ku di şeklê Cya vekirî de ne û ji bo ku bingeheke zexm pêk bê ji qalibên darêjê ne.
DEPOYA MEZIN YA SOTEMENIYÊ
Dîzayna depoya benzînê ya nû kapasîteya sotemeniyê derdixe 17 lîtreya
LAMBA PÊŞÎ A LED
Ji ber ku grenaja serî a kompakta zirav ya ku li gor daxwaza we hatiye bicihkirin, xeta li ser depoyê dirêj dike. Cara ewile ku Kawasaki, dîzayna fara pêşîn a LEDa reflektorên kêm bi kar anîye.
Bikarana LEDê dîzayneke rêk û pêk tîne, LED teşeya Z1000ê rengîntir dike. Bi saya LEDê rûyê motorê dibirqe û bi reflektorê ew, wek şêran xuya dike. 4 lib lambeyên LED ên enerjî-bar cih digire. 2 lambe di navber de û 2 lambe jî li derve disekîne. Gava ku lambe bi awayekî geş hilbe[10] her çar lambe jî dekeve dewrê û ew jî hil dibin. Herwiha lambeyekî din a LED li ser devanga[11] jimêrekê[12] cih digire.
PERGALA ABSÊ
Di dema frênkirinê de rê li ber asêbûna frênê digre û performansa frêneke pêdandî pêk tîne.
[1] Showa fork – modeleke duçilqan e wêne 1
[2] Zemberek – têla ku hêz têde bar e
[3] Kalîperên monoblok, pergala frênkirinê ye wêne 2
[4] Cureyeke dîska frênê ye, hinek xwar û mar e – wêne 3
[5] (monoblock radial mount calipers) binêrê wêne 4
[6] Bizava motorê – “engine responseve” ji bo tevgera motorê tê bikaranîn.
[7] Gear – diranît (diranên çerxan).
[8] Bafûn – Alumînyûm
[9] Darêj – Cast / hesina dagirkirî
[10] Hilkirin – pêxistin, vêxistin EN:high-beam
[11] Devang / Devik / Devgir – EN:Cover
[12] Jimêrek – EN:Meter