Geşt û Gerek Bo Kelheyên Jibîrkirî
Ev avahiyên ji axê yên bi navê tûloû di derdora sedsalên 14. û 15. de li Başûrê Rojhilatê Çînê li parêzgeha Fujanê hatine çêkirin. Ev avahiyên dîrokî bi destê gelê Hakka ve hatine çêkirin ku wan ji Çîna Navîn koçî vê derê kirine.
Li “Çîna Nû” êdî kes wek berê di xaniyên bi şeml ên qebîleyan de ku li Fujianê ne rûnane.
Ez Tulouyan dijmêrim. Her tişt wek lîstikekê dest pê dike. Gelo li ber pencereya erebeya ku di rê de diçe, ez dikarim ji van avahiyên balkêş çend heban bijmêrim.
Çiqas mezin in!? Li başûrê Rojhilatê Çînê li çoltera parêzgeha Fujanê wek keştiyên fezayê disekinin. Li her gundî herî kêm yek du ji wan hene. Jê zêdetir jî. Ez van avahiyan gelek meraq dikim. Gundê li vê derê di navbera giran de hatine avakirin. Beriya ku em têkevin nava gundan ez ji wesayîtê peya dibim. Dimeşim û wan yek bi yek dijmêrim.
Wek mînak li Hekenga ku sed du sed kes rûdinên, 13 tulouyan dijmêrim. (Tulou, di zimanê mandarînê de tê wateya avahiyên ji axê. Ev gotineke mutewazî ye. Wek ku hûn bêbêjin Colosseum mîna daîreyekê ye ku ji keviran hatiye çêkirin.)
Dîwarên van avahiyan, ji axa bi rengê qehweyî hatiye lêkirin. Di qatên jor de pencere hene. Ji bo ku mirov bikeve hundirê van avahiyan, deriyên darîn li ber wan in û li ser van deriyan lewhayên hesinî hene.
Bi van taybetiyan ev avahî wekî ji serdema navîn mayî, li ber me disekinin. Her çiqas teşeya wan cuda be jî piraniya van avahiyan, çarçik an jî gilover in.
Ez naxwazim bi tenê ji derve li wan temaşe bikim. Wan tulouyan ku min ew dijmartin dixwazim derbasî hundirê wan bibim. Bi piranî deriyên wan vekirî ne. Ez bi vî awayî dikevim hundirê yekê û pişt re lê diçim.
Û tiştên ku min dîtin.
Beriya her tiştî heke mirov hundirê tulouyan nebîne, mirov tênagihêt ku nava van avahiyan çawa ye. Dema mirov ji derve lê dinêre dibêje qey wek girtîgehan e.
Lê hundirê wan wek hêwaneke konserê ye. Avahiyên 5 qatî ku ji daran hatine çêkirin li derdora hewşeke ronîkirî bi xeml û şemlekê bilind dibin. Odeyên van qatan ku mezinahiya wan bi qasî hev e, wek neqarateke mîmarî li kêleka hev hatine çêkirin. Korîdor heya bi dawiya qatê dizîvirin.
Li hewşa ser wê vekirî kevirên parkeyê bi awayekî ne rêk û pêk hatine danîn. Di hewşê de du sê bîr hene. Ji bo ji bav û kalan re dia bên kirin, qadeke piçûk jî heye, hatiye xemilandin û derdora wê hatiye girtin. Gelek menzel di nava van avahiyan de hene ku mirovan heşmetkar dihêlin. Dema mirov ji ser van avahiyan, li asîmanên rengîn û li menzereya çiyayên li hember temaşe dike mirov li dizayn û mîmariya wê heyîrî dimîne.
Tê îdîakirin tulouyên gelekî kevintirîn jî hene. Lê tevî van îdiayan mimar Huang Hanmin ku derbarê van avahiyan de gelek nivîsên wî hene, dibêje kevintirîn qeydên li ser van avahiyan di sala 1558an de hatine nivîsin. Bi qasî ku tê zanîn di navbera gelê vê derê û gelê Hakkayê ku ji deştên bakur yên Çînê hatine li ser ax û erdan şer derketiye û tulouya ewil jî di wê demê de hatiye çêkirin.
Huang, dibêje: “Ewil ji bo mirov zirarê nebînin û bên parastin ev avahî hatine çêkirin. Lewra em di qeydên dîrokî de dibînin ji ber ajalên kovî, eşqiya û axayên şer, her tim mirov bi xetereyan re rû bi rû mane.”
Hosteyên înşaetan ji ber van xetereyan kevirên kilsê, xîz û gila çeltûkê ku dema ziwa dibe wek betonê sexlem e, li nav hev xistine û ev dîwar lêkirine. Stûrbûna her dîwarekî herî kêm metreyek û nîv e. Top jî li wan bikevin û balyoz û tîrên biêgir jî nikarin zirereke mezin bidin wan.
Her çiqas car caran erdhej jî qewimîbin dîwar li ser piyan mane. Zêdebûna nifûsê û aloziya Şoreşa Komînizmê ya 1949an a li Çînê- gelê hakkayê piştgiriyê herî mezin yê şoreşê bû- kiriye ku tulou heta salên 1950î bên avakirin. Lê li Hekengê dîroka çêkirina 13 Tulouyan ji salên 1550î dest pê kiriye û heta salên 1970’yî dewam kiriye.
Çêkirina Dongsheng (“Berzbûna Rojhilat”) Louya 3 qatî di sala 1961’ê de hatiye temamkirin. Bi qasî ku ez dibînim ferqa vê avahiyê ya ji tulouyeke dîrokî ew e ku menzelên wê hinekî mezintir in. Lê her çi qas hinekî mezintir bin jî tenê bazayeke li gor du kesî, di van menzelan da dikare bi cîh bibe.
Zhang ku min ew li Hekengê nas kir û çayê diçîne, dibêje bavê min endezyar bû û rêvebiriya înşaeta Dongsheng Louyê wî dikir. Bi beştên destekê û bi 22 menzelên xwe her qatek di salekê de hatiye temamkirin. Min ji Zhanga pirsî gelo tu xeyal dikî, li bajêr tulouyeke nû bê çêkirin? Li avahiyeke bi rewnaq dimêzîne ku dîwarên wê yên ji axê wek rûyekî qermiçî xuya dikin.
Serê xwe dihejîne û dibêje “Ne pêkane em tulouyeke nû ava bikin. Maliyeta wê ya 5 qatên avahiyên ji beton û polayê ye. Her wiha xwedê dizanê ji bo çêkirina avahiyeke wiha dê çend karker lazim bibin ya din jî hûn ê darên wiha mezin ji ku peyda bikin?
Tulou, li pişt hev hatine çêkirin. Sedem jî ew e ku ev der çiya ne û erden vir ne rast in. Her malbat li gorî kulfetên xwe bûye xwediyê qismek an çend qismên din.
Qata yekem ku derdikeve hewşê wek mutbex û cihê xwarinê hatiye bikaranîn. Qata 2’yan wek depo, qata 3yan û qatên din wek cihên razanê hatine bikaranîn.
Yuchang Lou 5 qatî ye û yek ji wan tulouyên herî bilind e. Di 1’ê Gulanê de gelek tûrist, ji bo dîtina wê tên vir. Li vê derê bi tenê du sê malbat rûdinên; ji kesên ku dixwazin bikevin hundir pere distînin, çay û diyariyan difroşin û bi vî awayî debara xwe dikin.
Her kes heman korîdor û derence bi kar aniye. Beriya ku mirov têkevin hundir, li ser lewheyan hatiye nivîsîn: Gemarê li pey xwe nehêlin, rêz û hurmetê nîşanî kal û pîran bidin, beşdarî mîhrîcanê bibin û nivîsên din…
Tam bi nêrîneke komunî, hez dikî aîdî rêberê eşîrekê be hez dikî şivanek be mezinahî û dekorasyona hemû odeyan heman e.
(Ango jiyana Mînnanan ku ji gelên Fujîanê ne, hinekî cuda ye. Di nav qismên wan de derenceyên taybet û korîdorên girtî hene.)
Wek keleyên feodalan ên li Ewropayê, li vê derê li serê çiyayan gelek tulou nehatine çêkirin. Hema hema hemû di geliyan de di quntara çiyê de li nêzî cihên ku av lê heye hatine çêkirin. Li gorî qaîdeyên hunera Çînê ya bi navê feng shui (ba û av) li vir hatine çêkirin. Lewra li gorî vê hunerê divê di navbera derdor û avahiyan de hevsengiyek hebe.
Di bîr û baweriya feng shuiyê de tê gotin mirov di bin bandora derdorê de dimîne û heke di navbera mirov û derdorê de hevsengiyeke baş hebe, ev enerjiyeke pozîtîv dide mirovan.
Mensubên vê bawerî û çandê dibêjin heke em avahiyên xwe li cihekî xweş ava bikin ev yek dê bike ku em dewlemend bibin, nifûsa me zêde bibe û gelek zarokên me çêbibin. Lê li serê çiyayekî ba zêde ye û ev jî ji bo tendurîstî û aramiyê ne nîşeneyeke baş e.

Rojekê ez ji Zhang Shou Ru yê hosteyê feng shuiyê, dipirsim tu derbarê gundê Hekengê de çi difikirî? Ev mirovê 85 salî beriya min diçe cihê gerê.
Heta ku ez çûm ba wî, wî çixareya xwe pêxisti bû jî. Zhang, dibêje çiyayên li pişt gund wek pişta ejdahayekî ne ku ev nîşaneya enerjiyeke baş e.
Bi kêfa wî ye ku du cobar li gund digihêjin hev du; lê dema cobar ji gund dûr dikeve ava wî kêm dibe û ji ber vê çendê dikeve qisawetan. Heke em yek bi yek behsa qedera tulouyan bikin rûdinê ber deriyên hinekan.
Pisûlaya xwe derdixe ku 24 aliyan nişan dide û her carê bi serbilindî û kêfxweşî dibêje ev der xweş in.
Wênegir: Michael Yamashita / Xalis Kaya – Kovara Zanko