Nivîs: Ramazan Badem | Wêne: Joel Sartore |
Zarê qurçkirina çavan kêlîçeke hundirîn a zelal e ku ji paqijiyê heta parastina çavan gelek peywiran tîne cih.
Di bahozên xîzê de ji bo hêştiran tiştekî bivênevê ye. Beq jî ji bo çavên ber bi hundir ve bikêşînin bikar tînin, ev jî ji bo daqurtandinê dibe alîkar. Ji Zanîngeha Californiayê profesorê oftalmolojiyê Ivan Schvvab dibêje “kutkutok jî ji bo çavên wan nefirin wek qayişeke ewlehiyê tê bikaranîn.”Bermayiya kêlîça sêyem ku wek tebeqeya nîvheyvê tê zanîn, di quncikên hundir ên çavên mirovan de jî hene.
National Geographic Kurdî – Kovara Parzemîn