KEŞF: GERMAVA FEXRANÊ YA ÇEWLIGÊ

Ev germav, li ser qelşexeta(xeta fayî) rojhilatê welêt pêk hatiye. Ev qelşexet, ji girabena Xetayê dest pê dike, piştî Meraş, Semsûr, Meletî û Xarpêtê, li Çewligê bi dawî dibe û bi qelşexeta bakurê Tirkiyeyê re dibe yek; bi ser Wanê re dirêjê Îranê dibe û herwiha…

Li ser nexşeya Çewligê cihê Germava Fexranê (Ji papura di navbera Çewlig û Erziromê de ye, bi qasê km’yekî li milê çepê ye û ji Çewligê 20 km bi dûr e)

fexran 2

Wekî ku tê zanîn, seranserê hemû qelşexetan bi piyar û çavkaniyên avên germ, bi kaniyên avên madenî dagirtînin. Hemû qelşên ji ber erdhêj û tevgerên tektonîk çêbûne, bi jêrzemînên xwe hetanî tebeqeya agirîn (magma) dadikevin. Rezerwên (xizneyên) avê yên nêzî tebeqeya agirîn, bi bandora germahî û sincirînê dikelin; bi çews û tepsa(tezyîq) dûkelê, heta rûyê zemîn diherike. Ev herikîn, bi saya tepsê carna bi awayekî pijiqîn, carna jî bi rengekî ji rêzê bi pêk tê. Va ye, yek ji van germavan, Germava Fexranê ye.

Li qeraxê çemê Kosê sazî û avahiyên Germava Fexranê

fexran1

Di encama saxtî û lêgerînên zanistî de, hatiye selmandin(û îsbatkirin) ku li dever û derdorên Çewligê gelek rezerw û kaniyên avên germ û madenî hene.

Wekî beriya niha jî me destnîşan kiribû; di nav avên germ de gelek mîneral hene. Bi saya van mîneralên dewlemend, bala mirovan diçe ser germavan û kesên qîmeta canê xwe dizanin, an li derman û tîmariya laşê xwe digerin, ref bi ref berê xwe didin wan deveran.

Ji ber ku welatê me bi erdnîgariya xwe ciwan û terwende ye, li welêt bi vî rengî gelek çavkanî henin. Ne tenê germav, di heman erdnîgariyê de avên madenî jî zehf in. Herçend ji bo sûdwergirtina avên madenî zêde sazgeh ne pêwistbin jî, lê ji bo germavan ev yek pêwist û pêdiviyek mezin e. Lewra, havîn-zivistan, ji germavan tim sûdwergirtin pêkan e; lê ev yek ji bo avên madenî ne ewqas derbasdar e. Serdanên avên madenî tenê mehên germ, bi taybetî jî havînê hildibijêrin.

fexran

Li ser teşeya xêzikî pêkhatina germavan û li ser vê pêkhatinê sedem û rêgezên bi bandor

Em werin ser mijara xwe: Germava Fexranê, li ser papûra(rêreş) di navbera Çewlig û Kanîreşê de di dûrahiya 20 km’yî de cih digire. Li vir, sazgeheke bi rêkûpêk hatiye avakirin û ji bo seredanên germavê di xizmetê de ye.

Ev germav, li welêt, germava herî bi nav û deng e û ava wê gelek boş (zêde) e. Germahiya wê 45 pîle santîgrad e. Di kîmyeya ava wê de mîneralên wek bîkarbonat, sidyom, sulfat, kalsiyom, bromur, arsenîk, klorur heye. Ev av, him di serşoxaneyê (hemam) sazgehê de, hem jî di mêvanxaneyên (motel) wê de tête bikar anîn. 

Li ser têşeya xêzikî têkiliya di navbera çiyayên êtûnî (volkanîk) û pêkhatina   germavan.

Di encama lêkolînên tibabî de, hatiye zanîn û piştraskirin ku ev av, ji bo nexweşiyên wek bawîtî, siyatîk, newrît, spazmodîk û yên jinan de xwedî taybetiyeke cihê û şîfadar e. Herwiha, di êş û janên sendromîk, xwînî û aqûtî de jî feydedar e. Ligel vê, di dema sarkirin û vexwartinê de jî ji bo nexweşiyên hinavî yên wek pişik, kîsikê ziravê, aşik, rodî û pirsgirêkên helandina xurekan de jî xwedîbandorek erênî ye. 

fexran 4

Li devera Çewligê di warê avên siruştî de –çi germ, çi madenî– pirsgirêk û kêmasiya herî mezin tunebûna sazgehan û kêmnasandin e. Lewra herçend ji bilî Germava Fexranê, li gundên Dara Hênê, li gundên Hecyan, Dik û Kêxanê û li Xorxora Gîxê jî çavkaniyên avên germ hebin jî, wek me diyar kir, ji ber ku sazgeh û avahiyên mêvandariyê nîn in, ev der hêj neketine ber îstifadeya gel.   

Welat, ne tenê bi deşt û çiya û baniyên xwe, di heman wextê de bi serzemîn û jêrzemîna xwe; bi çavkaniyên gencîneyî jî têrtije ye. Bi zêr, zîv, sifir, hesin, zirêç, kobalt, krom û hêj bi nêçe lajwerd û gewheran dagirtî ye. Lê ev jî ne bes; li gel avên xwe yên germ û cemidî yên wek berfê, bi avên tirş, tahl, şor jî xwedî dewlemendiyek têr û taybet e. Divê qîmet û bihaya xwe bête zanîn ku badilhewa neçe…   

FERHENGOK:

Graben: Qelîşekên kûr û dirêjên li ser zemînan e ku ji ber livîn û tevgerên rûyên erdê pêk hatine. Bi bingeha xwe, di dema şemitîn an lihevketina tebeqeya kevirîn ya rûyê erdê, şikestin û rûxandinek seranserî pêk tê ku ev yek, wek derbxwarinekî li rûyê dinyayê dixûyin.

Tektonîk: Tebeqeya rûyê zemîn(lîtosfer/sîal), wek keştiyek li ser deryayê, li ser tebeqeya (pîrosfer/sîma) agirîn diherike û tim bi tevger e. Di hengama vê ger û geryanê de, carna lihevketina tebeqeyan, carna jî hevterişîna wan diqewime. Di encama van rûdanên zemînî de li rûyê erdê bûyerên wek şikestin, rûxîn, bilind bûn û daketin bi pêk tên. Vaye, ev hemû hedîse bi bêjeya “tektonîk”ê tên îfadekirin.   

 

– Bedirxan Amedî

Şîrove Bike