
Behra Aralê, di nav sînorên Qazaxistan û Ûzbêkistanê de ye û bi hezaran sal, bi hecma xwe di nava golên herî mezin de cih girt. Lê mixabin, niha ev gol her ku diçe ziwa dibe.
Yûsif Kamalov bi destê xwe sinc û deviyên ku di vê çola berfireh de ne, nîşanî me dide û wiha dibêjê: “Dawiya cîhanê tiştekî wiha ye. Eger em roja mehşerê bibînin, bi baweriya min xelkê Qaraqalpaqstanê dê matmayî nemîne; Ji ber ku ev halê ku em tê de ne, wek xelayê ye.
Li vê derê hin tiştên ji ajalên behrê yên bikakil û pênc – şeş şikevên masîgiran ên zingar hene. Heke li Qazakistana Bakur ev nîşaneyên ku ji ser girekî xîzî tê dîtin, tunebûna; dibe ku hin kesan bigota ev der çolek e. Ev der wek herêma Serhedê mezin bû û bi tevahî 67 hezar kîlomîtro çarçik digirt. Mirov bawer nake ku berê li vir golek hebû.
Behra Aralê, heta salên 1960’î li cîhanê wek 4’emîn gola mezintirîn dihat qebûlkirin. Gundê Muynoqê (Moynaq) heta salên 1980’î gundekî ku li febrîqeyên wir hilberîna masiyên konserveyê dihat kirin. Beriya 50 salan perava başûrê Aralê, li cihê ku em lê bûn; lê niha 90 kîlomîtro li bakûrê rojava ye.

Kamalov, ez anîme vir da ku rewşa dawî ya Behra Aralê nîşanî min bide. Niha tu tişt nemaye. Kamalov 64 salî ye û li Akademiya Zanistî ya Ûzbêkistanê li ser mijara enerjiya bayê, lêkolînerekî pêşketiye. Her wiha jingehparêzek e û Serokê Yekîtiya Parastina Behra Aralê û Amû Deryayê ye. Kamalov, Ûzbêk e û ji malbateke bi nav û deng e. Her wiha hinekî dirêj û qelew e û por spî ye. Bavê wî di dema Sovyetan de dîroknas bû. Bapîrê wî jî beriya ku beşdarî Komara Sosyalîst a Sovyet Ûzbêkistanê bibe, di sala 1930’an de li Komara Qaraqalpaqstanê ya nîvxweser serok bû.
Li welatê Kamalov heta niha, wargeheke enerjiya bayê nehatiye avakirin. Tevê vê ew dîsa jî bi dil û can karê xwe dimeşîne. Ji ber dildariya xwe ya bayê, xêlî çekiriye. Ji bo ku hînî rewşên hewayê bibe jî li ser girên ku nezî wî ne firînan dike.
Kamalov dibêje, “Dixwazim wek çûkan hînî bayê bibim.” Bi rastî hemû beşên siruştê bala Kamalov dikişîne. Ji bo rewşa Behra Aralê ya ku ava wê ya vekişiyayî nîşanî min bide, bihnek da lêkolînên xwe.
Behra Aralê di nava sînorên Qazaxistan û Ûzbêkistanê de ye. Bi hezar salan ava du çemên mezin herikî vê golê. Ew çem jî çemê Sîr Derya û Amû Deryayê ne. Her çiqas ava behrê hilm dibû jî ji ber ku ava golê nikaribû biherike dereke din, behra Aralê tim di hevsengiyekê de bû.
Dema ku Skenderê Mezin, beriya îslamiyetê di sedsala 4’mîn de ev erd bi dest xistibû; ev behr, gelek sal berê jî ji bo Asyaya Navîn çemên herî biqîmet û dewlemend bû. Li derdora Behra Aralê û li ser deltayên wê yên mezin, bi seds alan cih û war hatine avakirin ku ev cih û war li ser riya hevrîşimê ne ku ev rê jî Çîn û Ewropayê bi hev re girê dide. Tacik, Ûzbêk, Qazax û kêmneteweyên din, li derdorên behra Aralê, bi karên masîgirî, heywandarî û çandiniyê ve bi xweşî jiyana xwe domandine.
“Dema ku rayedarên Sovyetê yên ji Wezareta Karên Avê projeya qenalên avê amade dikirin, baş pêhesiyabûn ku dawî li Behra Aralê tînin.”
Lê her tişt piştî van yekan guherî ku di sala 1920’an de Komara Sosyalîst a Sovyet Ûzbêkistanê beşdarî Împaratoriya Sovyetan bû, û Stalin xwest, li erd û parselên komarên Asyaya Navîn pembû biçîne. Lê, ev herêm gelekî ziwa bû û ji bo hilberîna pembû ne guncav bû. Lewra ji bo çandina pembû avake zêde lazim e. Sovyetan, ji bo avdana van erd û parselan li Asyaya Navîn, dest bi kolana coyên avê kirin. Ji bo ava Amû Derya û Sîr Deryayê bigihîne çolê, bi hemû derfetên xwe coyên avdanê yên hezar kîlomîtro dirêj kolandin.
Derbarê meseleyê de ez gihîştim Philip Micklin û bi telefonê pê re axivîm. Philip Micklin, li Zanîngeha W. Michiganê profesorê Erdnigariyê ye. Micklin, li ser pergala avê ya Yêkitiya Sovyetan a Berê lêkolînên berfireh kiribûn. Ji sala 1980’yî û pê ve 25 caran çûye Asyaya Navîn. Sal bi sal Micklin dît ku ava Behra Aralê kêm dibe. Micklin wiha dibêje, “Di sala 1960’î de piştî qenalên avdanê yên nû ku li ser Behra Aralê hatin çêkirin, êdî Behra Aralê venegeriya rewşa berê. Êdî pergal nehat meşandin. Zanîbûn çêkibirana, lê nizanîbûn dê bibe sedema bobelata sirûştê û ziwabûna Behra Aralê.
Dema ku sal bû 1987’ê ava Aralê gelekî kêm bû û gol bû du qet. Behra bakûr li sînora Qezekistanê, ava li aliyê başûr jî li Qaraqalpaqstanê ma. Ava li aliyê Başûr, di sala 2002’an de ewqas kêm bû ku wek rojhilat û rojava bû du qet. Tîrmeha borî jî gola rojhilat bi temamî ziwa bû.
Di vê çîroka bêyom de, tişta baş ew e ku gola bakur roj bi roj ber bi başbûne ve diçe. Qezekan ji Benqeya Cîhanê fon standin û di sala 2005’an de li perava başûrê gola bakur bendaveke bi 13 kîlomîtroyî ava kirin. Bendaveke ku ava wê ji çemê Seyhunê tê, pêngavek derxist holê. Ji roja ku bendav hat avakirin, masîgiran dîsa dest bi kar kir. Lê bendavê, rê li ber çavkaniyeke gola başûr girt û rewşa vir diyar kir.
![Li Qaraqalpaqstanê, li erdên ku av ziwa bûye niha şivan keriyên xwe diçêrînin. Ûzbêkistan, van erdan ji bo çandiniyê, bi taybetî ji bo çandiniya pembû kirê dike. Pisporê Behra Aralê Philip Micklin wiha dibêje, “ Ger ku hikûmet van erdan bide xelkê û ji bo cotkar bi dilê xwe çandiniyê bikin desturê bide; dê zêdetir ji avê feydeyê bistînin” [Wêne: Carolyn Drake]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/06/13-shepherds-parched-marshland-670.jpg?resize=660%2C440)
Kamalov, dibêje “Di meseleya Behra Aralê de tişta ku dilê mirovan herî zêde diêşîne ew e ku rayedarên Wezareta Karên Avê ya Sovyetê dema ev projeya kenalên avê amade kirin baş dizanibûn dê çi bê serê Behrê. Zanistê Rusî Aleksandr Voeikov Behra Aralê wiha dinirxand, “Goleke hilm û gumê ya bêfeyde” û “Şaşitiya siruştê” ye. Ji sala 1920’an heta 1960’î rayedaran bi nirxên Aleksandr Voeikov (1842–1916) li Behra Aralê dinerîn. Ya rastî, di nav Sovyetan de hişmediyeke wiha hebû: “berên ku ji erdê tên standin, ji karê masîgiran bi qiymettir e.
Çandiniya pembûyan hêj jî didome. Her payîz, ji 29 milyon Ûzbêkistanî 2 mîlyon “bi dilxwazî” beşdarî berhevkirina 3 mîlyar kilo pembûyî dibin. Karmend, xwendekar, mamoste, bijîşk, endazyar û heta pîran jî ji bo kotoya xwe ya rojane temam bikin pembû berhev dikin. Bi otobûsan diçin nav erdên pembûyan. li welêt dema berhevkirinê, wekî ku jiyan disekîne.
Rêvebirê Ofîsa Asyaya Navîn a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Steve Swerdlow, dibêje ku Ûzbêkistan ji çend welatan yek e ku şixûlê mecbûrî ji aliyê dewletê ve tê kirin û yê ku vî karî bi rê ve dibe jî Serokwezîrê dewletê ye. Kamalov ku li pêşiya Land Cruiser rudine, li min nerî û wiha got, “Bifikire, beriya 40 salan, kûrahiya Behra Aralê 30 mîtro bû.
– Menazîr Aslan / Kovara Zanko