KOPÎŞKARA MEZIN A HADRONÊ JI NÛ VE XEBITÎ

Kopîşkara Mezin a Hadronê beriya niha di kifşkirina “Bozona Higgsê” de ya ku ji atomê biçûktir e û girseya perçeyan dide wan hatibû bikaranîn, piştî 2 salan ji nû ve hat xebitandin.

Kopîşkara Mezin a Hadronê bi kapasîteya xwe ya giştî dê 2 qat vejen bi kar bîne.

Midûrê Giştî Rolf Heuer yê Navenda Lêgerînên Nukleer ya Ewropayê (CERN) da xuyakirin ku dema 2 perçeyên biçûk berdana tûneleke 27 kîlomîtroyî wan perçeyan ji nû ve dest bi zivirandinê kirine.

Lêbelê Heuer, diyar kir ku li hev ketina vejinê beriya mehekê dê pêk neyê.

Tê ragihandin ku Kopîşkara Mezin a Hadronê ji bo xebata 3 salî ya 2yem hatibû amedekirin piştî ku bi 2 salan hat xebitandin. Li gor cara ewil bo xebitandinê 2 qatan zêde vejen hewce bûye.

Tê çaverêkirin ku ev asta enerjiye ya nû Kopîşkara Mezin a Hadronê him ji bo fîzîkê him jî ji bo kifşên pêşerojê dê deriyên nû veke.

Li gor cerbên ku li CERN’ê hatine kirin “Bozona Higgsê” di Adara 2013an de hatiye kifşkirin.

Kişfkirina vê “Bozona Higgsê” ku wek “pirtika yezdanî” tê binavkirin, di sala 2013’an de kiriye ku fizîknasê Belçîkayî François Englert û Zanyarê Îngilîz Peter W. Higgs xelata Fizîkê ya Nobelê stendibûn.

 – Edîbe Boga

 

Şîrove Bike