KOVARA ZANKO – 4

Kovara Zanko 3 hejmar li dû xwe hiştin û niha bi hejmara xwe ya 4’an derket hemberî xwînerên xwe. Kovara Zanist û Tekolojiyê di vê hejmara xwe de dosye û zanyariyên xwe berfirehtir kirin.

Ji dokûmantên rojane heta zanyariyên mayînde bi dehan mijar di vê hejmarê de cih digirin. Zankoya ku wek “zanîngehên mezintirîn” e bi beşên cur bi cur agahiyan digihijîne xwînerên xwe.

Ji zanist, teknolojî, otomotîv, kompîtur, internet, biyolojî, kimye, fizîk û heta teknîka motorsîkletan bi dehan nivîs û gotarên xweşik bi zimanekî sivik bi Kurdî hatine hunandin.

Herwiha di vê hejmarê de derbarê dehayê Kurd el-Dînawerî de jî dosyeyeke berfireh hatiye amadekirin. Di dosyeyê de xebat û hewldanên vî dehayî bi hûrgilî hatine vegotin.

Zanko zêdetirîn valahiya zanyariyan tijî dike û li gor vê yekê tevdigere. Di nav vê hejmarê de jî bi berfirehî behsa otomotîv û endezyariya wê hatiye kirin. Yek bi yek serpêhatiya vê teknîka girîng bi zimanekî sivik xwe dê bigihîne xwînerên xwe.

Herwiha Zanko derbarê siyanûr û perperokan de jî nivîsên dokûmantên berfireh amade kirine.

Tevî agahiyên biyolojîk ên kimyeyî jî di vê hejmarê de cihê xwe girtine.

dabar-bike

8 şîrove

  1. Dembaş

    Ez sipasiya we dikim ji ber vê xebata we ya herî binirx û girîng ji bo pêşketina zimanî kurdiya kurmancî

    Bi rastî ku Kovara Zankoyê ronahiyek e ji bo zimanê me.

    Rêz û Silav

  2. Mohammad Sido

    Herbijî National Geographic bi zimanê Kurdî…

  3. ez we pîroz dikim ji bo vî keda we ya giranbiha, reya we vekirî be…

  4. slav, ez spas dikim jibo ev alikariya nivîsandin u xebatên we ya bi zamnî kurdî . em gelek keyfxweş dibin e ku em malpareyên wusa popüler bi kurdî hatiye weşandin dibinî. serkeftin ji we dixwazim ev xebatên we daim u her hebi. vi baş bizanin bi hêla me xwîner a ve herdem pişta we ne u amedene ji bo alikariya we. mala we ava.

Şîrove Bike