KÛÇIKÊN BEREDAYÎ BI EHLAQÊ ÎNSANAN DIZANIN

Alex Saberi, Nat Geo Image Collection
Nivîs: Liz Langley

Mirovahiyê kûçik kedî kirin û xistin nav mala xwe. Bi qasî 15 hezar salan têkiliya me bi hev re çêbûye. Di navbera me û seyan de dostaniyeke qedîm heye. Ji bo ku zêdetir ji me hez bikin me gelek celeb jî çêkirin û me ew wisa gihandin.

Li gorî lêkolîneke nû kûçikên beredayî yên ku qet bi însanan re nebûne jî dikarin tevgerên me û qesta me fam bikin.

Quinn Rooney, Getty

Li tevahiya dinyayê bi qasî 300 milyon kûçikên beredayî hene. Ji wan tenê 30 milyon kûçik li Hindistanê dijîn. Ew kûçikên beredayî gelek caran diçin ser însanan. Nemaze li Hindistanê gelek ji wan har in û ji bo tenduristiya însanan jî gelek xeternak in. Bi wan kûçikên har vîrûseke kujende heye û li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) her sal nêzî 20 hezar kes ji ber vê dimirin û piraniya wan jî zarok in.

Ji Kolkataya ku Enstîtûya Zanist, Perwerde û Lêkolînê ya Hindistanê ye, tevgernasa ajalan Anindita Bhadra dibêje; ji ber ku mirov bi awayekî hov kûçikan dikujin, kûçik jî bi vê dihesin û nizanin bê ka însan dixwazin ji wan hez bikin an jî zirarê bidin wan. Ev yek di nav kûçikên beredayî de li dijî mirovan bûye neyariyeke xwîndariyê.

Anupam Nath, Associated Press

Bhadra dibêje ji ber vê çendê derbarê kûçikên beredayî û tevgerên wan de divê zêdetir tişt bên zanîn û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan jî hewlekê bê dayîn.

Di cerbên nû de Bhadra pê derxist ku kûçik bi însanan fam dikin; gava însan tiştekî destnîşan bikin û li derekê binêrin kûçik pê dizane, lewra famkirina wan a tevgerên însanan ji zayînê tê.

Bi saya daneyên vê lêkolînê dê însan li ser kûçikan zêdetir tiştan bizanin. Lewra gelek zarok gava dixwazin xwarina xwe bi kûçikan re parve bikin, ji aliyê kûçikên har ve tên gezkirin û bi vîrûsê dikevin. Tevgernas Bhadra wisa dewam dike “Heke daneyên hevnasîna me ya heywanan baş were famkirin, wê di navbera kûçikên beredayî û însanan de atmosfereke hîn aramtir pêk were.”

KÛÇIKÊN HINDISTANÊ BI ÎNSANAN NE BAWER IN

Lêkolîna li ser kûçikan di kovara Frontiers in Psychologyê de hat weşandin. Li gorî wê, Bhadra û hempîşeyên wê bi hev re li ser 160 kûçikên beredayî yên li bajarên Hindistanê xebat meşandin.

Ji du lêkolîneran kesekî, tasek bi goştê xav ê mirîşkan tijî kir û taseke din jî vala lê bêhna xwarinê jê tê li nêzî kûçikan danî.

Piştre kesê din hat, lê haya wî jê nîne bê kîjan tas tijî xwarin e.

Ev kes carna kêliyekî carna jî dubare-dubare destê xwe li tasê dirêj kir û ev nîşanî kûçikan da.

Ev kesê duyem qet destê xwe nedabû tasan.

Bhadrayê got nivîyê kuçikan xwe nêzî lêkolîneran nekir, piraniya wan jî bitirs bûn – dibe ku sedema wê tirsê dîsa hovîtiya însanan be.

Wekî din nîviyê din ê kûçikan xwe nêzî tasê kir û ji sedî 80yê wan berê xwe da tasa destnîşankirî. Ew delîleke pir xurt e ku nîşan dide kûçik bi tevgerên însanan dizanin.

Li aliyê din Bhadra dibêje wan berê jî lêkolîneke wisa kiriye, wê demê ew zêdetir nêzîkî tasê bûn û piştî dûr ketine paşê kûçik hatine ser tasê. Yanê kûçik niyetbaşiya însanan jî dipîvin û heta ku baş bawer nabin nêzîkî wan nabin.

Helbet ew lêkolîn li Hindistanê hatiye kirin. Lewra li deverên din ên dinyayê rewş hinek din cuda ye. Her çiqas kûçik nehatibe perwerdekirin jî ew dikarin bi însanan re peywendiyê çêkin.

Bi kurtasî we heke kûçikekî har dît sedema harîtiya wan dîsa însan in.

Parzemîn Solutions

Şîrove Bike