[Wêne: BBC]

KULÎLKA EWIL A CÎHANÊ HAT DÎTIN

Pisporên botanîk ên Emerîkî da xuyakirin nebata ku li Ewropayê ku di bin avê de digihîje, dibe ku li Cîhanê kulîlka ewil be.

Lêkolîneran di çarçoveya xebatê de, li ser ji hezarî zêdetir cureyên fosîla Montsechia Vidaliiyê lêkolîn kirin.

Ev nebat dişibe gihayê avê, lê fekiyê yek tovî jî dide. Ev rewş jî taybetmendiya sereke ya nebatên bikulîlk pêk tîne.

Pispor dibêjin ev nebat beriya 125 milyon salan li golên Spanyayê digihiyan.

Pisporê botanîkê David Dilcher got, “Kulîlka ewil efsaneyek e, wekî însanên ewil. Lêkolînên me yên nû dest nîşan dikin ku kulîlka Montsechiayê heke wek kulîlka li Çînê Archaefructusê ne kevintir be jî lê hevdemê wê ye”

Pisporan, ev demeke dirêj e cureya Montsechia Vidaliiyê dizanîbûn.

Fosîlê nebatê, cara ewil beriya sed salî zêdetir, li herêma navîn a Spanyayê di kevirên kirêc de ku li Çiyayên Îberê û li Pîrenelerên Montsecayê ne, hatin kefşkirin.

Lê Dilcher dibêje “Li Monteschiayê, ji ber ku pelên piçûk û nektarê çêdike ev fosil ji aliyê gelek kesan şaş hatiye şîrovekirin.”

– Menazîr Aslan

Şîrove Bike