KUNÊN REŞ: HÛN DIKARIN LI ÇALEREŞAN ÇI BIBÎNIN?

Erdkêşeyeke nuwaze ya Kunên Reş[1] heye. Li van deran erdkêşî hingî bihêz e ku ronî jî tê re derbas nabe. Tipîtarîtî dilkêşiyeke zêde dide van kunan û însanan bêtir û bêtir dide heyrê.

p02qfk2d

Rêwîtiya ber bi Kunên Reş ve, yekalî ye û vegera wê tuneye. Yanê hûn ber bi mirinê ve diçin. Lê ka em bibêjin hûn ketin hundir, gelo we yê çi bidîta?

Dema ku stêrkeke mezin bitefe, dê li bin giraniya xwe xwar bibe û dê veguhere kuneke reş. Ancax stêrkên ku 25 car mezintirê rojê ne dikarin veguherin kunên reş. Li galaksiya me, tenê stêrkek ji hezar stêrkan, di vê astê de ye. Di Galaksiya Kakêşanê[2] de 100 milyar stêrk hene, yanê îhtimala 100 mîlyon kunên reş heye. Lêbelê, ji ber mezinahiya fezayê, hûn bi leza roniyê jî tev bigerin, gihîştina kuneke reş a herî nêzîk jî bi hezar salan dê bidome.

Em bibêjin we ev astengî derbas kir û hûn gihîştin kuneke reş. Hûn ê çi bibînin?

Siya Çalareşê

Ya rast hûn ê tu tiştekî nebînin. Bi tena serê xwe kuna reş, tipûtarî ye. Ku hûn hewl bidin li dora kunê bifitilin, hûn ê bibînin ku kun, gilover e. Wek hemû tiştên li gerdûnê, bi îhtimaleke mezin kun jî li derdora xwe dizîvire û ne tam gilover be jî navenda wê firehtir e. 

p02qffhq

Li navenda Galaksiya Kadizê, kuneke girs heye ku kêm zêde çar car ji rojê mezintir e. Hêza erdê li vir hingî xurt e, roniyê jî dadibêlîne; ewrên toz û gazê ên li derdora xwe dikişîne xwe. Ev ewr hemû, wek lakê bi awayekî pêçoke, tên gindirandin. Bi lêketinên ku ji vê kaşkirinê çêdibin, tîn û radyasyona bi milyaran niqik, rêbara enerjiyê û perkikên bi ceyranê tijî derdikevin.

Laka germ, dîmenekî gellek seyr çêdike; Lêbelê, ji ber toz û gazê, ne pêkan e ku em rasterast kuna reş bibînin. A din, hêza kêşanê ya kuna reş, tînên roniyê ên derdora xwe xwar dike û siya xwe çêdike. Hêza erdê, berê siyê bixwe jî dide aliyên din û ji ber wê kuna reş pênc car mezintir xuya dike.

 p02qfff7

Di halê normal de, em difikirin ku fotonên roniyê ser xeteke pan pêş ve diçin. Lêbelê, li nêzî kuna reş, hêza erdêşê bi fotonan ve tê daliqandin û pê re jî foton, li der û dora kunê li ser rêgehekê dizîvirin. Hin ji van fotonan, xwe rizgar dikin û em bi çavên xwe yan jî bi teleskopê wan dibînin, ev fotonên revok, derdora siyê dipêçin û dîmenekî xelekî û birqok çêdikin.

Birqok û zelal

Yanî hûn kuna reş bixwe nebînin jî, bi saya xeleka geş û birqok hûn dikarin siya wê bibînin. (Ji bo sîmulasyonên kunên reş ên ku lêkolîneran çêkiriye, pê li vê lînkê bikin)

p02qfk4l

Ferya Ozel a ku di Zanîngeha Arîzonayê li ser çêkirina van sîmulasyonan dixebite, radigihîne ku ev dîmen birqok û zelal e. Zanyarên asîmanan, 11 teleskopan yek dikin û hewl didin ku siya kuna reş û xeleka roniyê bibînin.

Daneyên ku ji teleskopa bi navê Event Horizon Telescope, ku bi qasî Dinyayê mezin e, di kompîturê de tên vekolîn. Pisporên li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê diyar dikin ku karê dîtina siya kuna reş ji dinyayê, wek pêdandina porteqaleke li heyvê ye.

Eger teleskop bên amadekirin, tê texmînkirin ku di sala 2017’an de em ê bikaribin kunê rasterast bibînin. Bi vî awayî, cara ewil dê daneyên rasteqîn bên li daneyên neyekser bên zêdekirin û pê re hebûna kunê dê bê peytandin.

p02qfk2x

Hin kes qîma xwe bi vî dîmenî naynin û dixwazin bikevin hundirê kuna reş. Mixabin pispor nikarin bihênijînin ku ev kes dê rastî çi bên. Lê baweriya hevpar ev e ku; her şane, molekûl û atomên bedena me dê veguhezin spagettiyê, bedena me dê bibe toz û xubar. Di kîjan merhaleyê de ev yek dê bibe, ew jî bi mezinahiya kunê ve girêdayî ye.

Lêbelê, hin pispor jî radigihînin ku, li gor rêgezên kûantûmê, ronî nikarin xwe ji kuna reş xelas bikin yan jî li ciyê ku kuna reş roniyê dadiqurtîne dîwarek heye û jixwe bêyî ku em bibin sipagettî, her tişt dê bişewite.

Bi kurtasî, li ser vê mijarê yekîtiya fikaran tuneye.

 

– Ronya Bewran / BBC

 

[1] Kunên reş: Qulên reş, çalereş [EN: Black Hole]

[2] Kakêşan: kadiz, galaksiya me. [EN: Milky Way]

Şîrove Bike