GOOGLE DRIVE HER ÇIQAS XWEDÎ GELEK TAYBETMENDÎ BE JÎ TENÊ HAYA KÊM BIKARHÊNERAN JI WAN YEKAN HEYE. VAYE TAYBETMENDIYÊN GOOGLE DRIVE YÊN KÊM TÊN ZANÎN.
Hejmara bikarhênerên Google Drive, ji hejmera gelek dijberên wê zêdetir e. Lê belê her çiqas hejmara bikarhênerên wê zêde be jî haya kêm bikarhêneran ji wan hemû taybetmendiyên Google Driveyê heye. Di vê nivîsa xwe de em ê cih bidin bikarhênerên ku taybetmendiyên Google Drive kêm bikar tînin.
WESÎQEYÊ XWE PARVEKIN
Dema ku hûn li ser dokumentên xwe dixebitin, dibe ku pêdiviya we bi alîkariya hevalên we hebe. Bi Google Driveyê hûn dikarin dokumentên xwe bi hevalên xwe re parve bikin. Ji bo parvekirina dokumentan divê ewil dokumenta ku hûn dixwazin parve bikin, vekin.
Piştre jî em ji vebijêrkên jor li aliyê rastê pêlê butona “parveke” dikin û digihîjin ekrana parvekirinê. Di ekrana parvekirinê de bi lînka ku li jorî ekranê cih digre em dikarin dokumantên ku dixwazin, li her cihî parve bikin. Lê ji bo ku her kes bibîne vebijêrka ku li ba “taybet- tenê hûn dikarin bibînin” cih digire pêlê vebijêrka“biguherîne”bikin, piştî ku we ev rê şopand li gor daxwaza xwe hûn dikarin dokumentê bi kes an jî kesan re parve bikin.
Wekî din heke ku hûn dixwazin dokumentê tenê bi hin kesan re parvekin, vebijêrka “vexwendina kesan” a ku li herî jêr cih digire bikar bînin û bi rêya nav an jî e-peyamê hûn dikarin dokumentê tenê bi kesekî/ê re jî parve bikin.
LI SER DOKUMENTÊ NAVEROKA PÊWENDIYA ZINDÎ ZÊDE BIKIN
Dema ku hûn dokumentekî verast bikin dibe ku pêwîstî bi zêdekirina wêne an naverokeke din hebe. Ji bo ku hûn wêneyan bi dokumentê ve bizeliqînin, dokumenta ku we verast kiribû vekin. Ji menuya jor pêlê vebijêrka “lê zêde bike“ bikin û sivaka “wêne lê zêde bike” vekin. Piştre menuya çepê ya sivaka wêne lêzêdekirinê bikar bînin, ji kompûtera xwe wêneyan hilbijêrin û bar bikin.
Bi web camê hûn dikarin wêneyan bikişînin an jî bi URLyê wêneyan bar bikin. Tenê bi vê yekê jî naqede. Wek zêdek, ji albuma hesaba xwe ya Googleyê an jî ji wêneyên hesaba Google Drîveyê hûn dikarin lê zêde bikin. Herî dawî heke ku di destê we de qet wêne tunebin taybetiya “lêgerîn” bikar bînin û ji motora lêgerînê ya Googleyê hûn dikarin li wêneyê bigerin.
BI CÎHAZÊN CÛDA BIGIHÊJIN DOKUMENTAN
Google Drîve ne xizmeteke ku hûn tenê bi compûterê bikar bînin. Piştî ku hûn pêkanîna Google Drîveyê ji bo cîhazên cûda jî bar bikin, di van cîhazan de Googleyê vekin û bigihîjin hemû dokumentên xwe .
GUHERTINÊN HERÎ DAWÎ KONTROL BIKIN
Dema ku hûn Google Drîveyê bikar tînin û we dosyeyek xwe bi hevalên xwe re parve kir, lê hûn nizanin ka hevalê we li ser dosyayê çi kir û çi nekir, qet pirsgirêk nîne. Bi taybetmendiya çalak a Google Drîveyê hûn dikarin hemû pêkanînên ku li ser dosyayê hatine kirin hîn bibin.
Ji bo ku hûn bikaribin vê yekê bikin, ji rûpela destpêkê ya Google Drîveyê dokumentekê hilbijêrin û carekê pêlê bikin. Piştî pêlêkirina dokumentê, li aliyê rastê dê vebijêrka “hûrgilî”yê vebe. Gava ku hûn vebijêrka “çalakî”yan a ku li ba vebijêrka hûrgilîyan cih digire vekin, li ser dosyayê çi hatibe kirin hûnê bibînin.
Wekî ku we di vê nivîsa me de jî dît Google drîve, bi tenê serwêsa stokkirina ewran nîne û gelek taybetmendiyên din jî hene ku me di nivîsa xwe de cih nedaye wan. Heke hûn bikaranîna Google Drîveyê piçekî jî zêde bikin hûn dê gelek taybetmendiyên din jî bi awayekî hêsanî hîn bibin.
Çavkanî: Kovara Zanko
Şîroveyek
Pingback: KURTERIYÊN BIKARANÎNA GOOGLE DRIVE’Ê | RASTEQÎN NEWS